Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê Delîl Amed di roportaja dayî rojnameya Mewqîf Al-Lîbî ya Lîbyayê de aliyên dîrokî û siyasî yên pirsgirêka Kurd nirxand û peyamên piştevaniyê da gelên Ereb û bi taybetî jî gelê Libyayê. Amed hem pirsgirêka Kurd di çarçoveyeke dîrokî de nirxand hem jî têkildarî geşedanên ku piştî biryara PKK’ê ya xwefesixkirin û bidawîkirina têkoşîna çekdarî axivî.
Delîl Amed di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku gelê Kurd yek ji wan gelên bicihbûyî yê li Mezopotamyayê ye û got: ‘’Gelê Kurd ne ew gel e ku piştre li vê erdnigariyê bi cih bûye, yek ji gelên dêrîn ê li Mezopotamyayê ye. Ev gelê ku bi bi hezar salan e li quntarên Toros û Çiyayên Zagrosan dijî, di tevahiya dîrokî de kariye li gel civakên li derdora xwe di nava aşitiyê de bijî.’’
Amed da zanîn ku gelê Kurd di sedsala dawîn de bi polîtîkayên perçebûn û înkarê re rû bi rû mane û li hemberî vê rewşê gelek caran li ber xwe daye û anî ziman ku gelê Kurd roja îroyîn jî xwediyê wê felsefeyê ye ku xwe dispêre jiyana hevpar a bi aşitiyane û wê esas digire.
Delîl Amed bal kişand ser geşedanên li Lîbyayê û da zanîn ku pergala kapîtalîst li gel şerên wekîltî hewl didin Lîbyayê perçe bikin û ev yek anîn ziman: ‘’Gelê Lîbyayê çawa ku berê li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên hêzên derve bi lehengî li ber xwe da, wç roja îroyîn jî bi dînamîkên hundirîn pirsgirêkên xwe çaereser bike. Ez di wê baweriyê de me ku wê girêdayî bingeha hevpariyan jiyanake demokratîk ji nû ve ava bikin.’’
GIRÊDAYÎ XWEGIHANDANA GELAN EM DIXWAZIN XEBATÊN ENTERNASYONAL PÊŞ BIXIN
Amed bi bîr xist ku PKK di sala 1978’an de di serdema dunberberî de hatiye avakirin û da zanîn ku yekem armanca partiyê li Kurdistana hatî perçekirin meşandina têkoşîneke rizgariya neteweyî bû û got: ‘’PKK’ê wê serdemê hem têkoşîneke sosyalîst hem jî têkoşîneke neteweyî pejirand. Bi demê re ev yek girêdayî konfederalîzma demokratîk xwe pêş xist. Îro jî tişta ku herî zêde giraniyê didiyê girêdayî xwegihandina gelan pêşxistina xebatên enternasyonal e.’’
Delîl Amed destnîşan kir ku PKK’ê bi neçarî berê xwe daye têkoşîna leşkerî û got ku berê gelek caran hewlên diyalog û agirbestê kiriye lê belê ev ji aliyê dewleta Tirk ve tim hatine pûçkirin. Amed bi bîr xist ku hewlên diyalogê yên di serdema Tûrgût Ozal de li gel mirina Ozal a biguman bi dawî bûne û got: ‘’Dı salên 1999, 2006, 2009 û 2013’an de jî heman biryarên agirbestê hatin standin. Lê belê hemû caran jî ji ber êrîşên dewletê ji wan encam nehate standin.’’
Delîl Amed piştre anî ziman ku PKK’ê êdî mîsyona xwe temam kiriye û got: ‘’Fesixkirina PKK’ê nîşan dide ku êdî gelê Kurd derbasî qonaxeke din bûye. Di çarçoveya pergala Konfederalîzma Demokratîk ya ji aliyê Rêber Apo ve hatî pêşxistin de birêxistinbûneke civakî ya nû tê armanckirin.’’
Amed diyar kir ku ji bo serkeftina pêvajoya çareseriyê di serî de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê sererastkirinên yasayî û pêvajoya parlamenterî bikevin dewrê.
Amed destnîşan kir ku piştî biryara çekanînê girîngtirîn pêngava ku divê were avêtin ‘’avakirina zemîna yasayî’’ ye û ev yek anîn ziman: ‘’Heya niha hin pêngavên weke weşanên bi Kurdî dersên hilbijartî hatin avêtin, lê belê ev yek li ser bingeheke yasayî nehatin rûniştandin. Divê li Meclîsê komîsyoneke ku hemû partiyên siyasî û beşên civakî têde cih bigire, were avakirin. A niha avakirina komîsyoneke bi vî rengî di rojevê de ye. Em hêvî dikin ku wê ev pêvajo ne weke pêvajoyên berê bin û ji her kesî nede windakirin.’’
‘LI SÛRIYEYÊ Û ÎRANÊ ÇARESERÎ GIRÊDAYÎ RÊZGIRTINA ÎRADEYA HEVPAR YA GELAN E’
Amed di dewama axaftina xwe de anî ziman ku nabe ku pirsgirêka Kurd ji dînamîkên herêmî cuda were nirxandin û got: ‘’Li gel Peymana Sykes-Picotê herêma me girêdayî netewdewletan bi awayekî çêkirî haye dabeşkirin. Ev sînor bi tunehesibandina Kurdan û gelên din hatin xêzkirin. Şer û krîzên roja me ya îroyîn rî didin jî encameke vi mantiqa zordest e.’’
Amed diyar kir ku ger li Tirkiyeyê pêvajoya çareseriyê pêş bikeve wê bandoreke erênî li Îran û Sûriyeyê jî bike lê belê ji bo her beşê li gorî xweseriyên wan çareseriyên berfireh û demokratîk hewce ne û ev yek anîn ziman: ‘’Li Sûriyeyê hê jî feraseta ‘’yek dewlet, yek gel û yek artêş’’ berdewam dike. Tiştên duh li Elewiyan û îro li Durziyan kirin wê sibehî li Kurdan bikin. Ev zîhniyeta yekperest ji bilî bobelatan bi kêrî tişteke din nayê.’’
Amed piştre bal kişand ser zextên li Îranê jî û got ku jin ji ber şerpayê tên qetilkirin û bi hezaran welatî ji ber sedemên siyasî tên girtin. Û diyar kir ku ji ber van yekan çareserî bes bi nêzîkatiyeke ku cudahiyan nas dike û wekheviyê esas digire pêkan e û got: ‘’Çareseriyeke ku wê li Tirkiyeyê pêş bikeve, wê hem li Îranê hem jî li Sûriyeyê rê li pêşiya dînamîzmeke erênî veke. Lê belê divê ev yek di nava her perçeyê de bi modela ku her kes bi ser dikeve pêk were.’’
ÇARESERIYA DEMOKRATÎK WÊ JI HEMÛ HERÊMÊ RE BIBE MÎNAK
Amed anî ziman ku çareseriya pirsgirêka Kurd bes ne gelê Kurd wê bandorê li hemû gelên li herêmê bike. Amed da zannîn ku modela netewedewlat a ji Sykes-Picotê ve tê pejirandin têk çûye û got ku feraseta neteweya demokratîk wê bes ne ji bo gelê Kurd di heman demê de wê ji bo gelên weke Ereb, Fars û Tirk jî zemîneke jiyaneke bi aşitiyane ava bike û got: ‘’ Li Sûriyeyê, Îranê yan jî li welatekî cuda feraseta yekperest ya zextê li cudahiyan dike, têk çû. Êdî gotinên yek dewlet û yek gel bes dibe sedema derketina krîzan. Avaniyeke nû ya ku hemû kes bi nasnameya xwe tê nasîn û li welatekî hevpar dijî, şert e.’’
Amed piştre bal kişand ser meseleya Filistînê jî û da zanîn ku gelên Kurd û Filistînî di tevahiya dîrokê de bi polîtîkayên înkar û tunekirinê re rû bi rû mane û got: ‘’Em piştgiriyê didin têkoşîna gelê Filistînê ya mafdar. Li Rojhilata Navîn aşitiya mayînde bes bi pergaleke ku hemû hemû kes bi awayekî azad bijî pêkan e. Modela Rêber Apo ya neteweya demokratîk, dibe ku ji bo gelê Filistînê jî bibe çareserî.’’
Delîl Amed diyar kir ku pergala kapîtalîst a gerdûnî êdî dikare bikeve li şûna avaniyên netewdewletan lê belê hê jî ne diyar ku wê li şûna wê çi were danîn û got: ‘’Netewdewletan êdî kevn bûne, lê belê pergala ku wê were li şûna wê divê edaletê dabîn bike. Pergala konfederalîzma demokratîk guncavtirîn model e ku vê valahiyê tije bike.’’
ÇARESERÎ KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK E
Delîl Amed di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku modele netewdewletan êdî dûrî rastiya roja me ya îroyîn e û tim dibe sedema derketina şer, kaos û krîzan û got: ‘’Felsefeya avabûna netewdewletan êdî têk çûye. Li gel ku sermayeya global êdî ji sînorên neteweyî derbas bûye jî avaniyên heyî nikarin li gorî vê guherînê tev bigerin. Ji ber vê yekê şer berdewam dikin. Tekane rizgarbûna ji vê pirsgirêkê li gel pergala konfederalîzma demokratîk e ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye pêşxistin, pêkan e. Ev model ol, mezheb yan jî cudahiyên etnîkî ne weke gefekê, weke dewlemendiyan dibîne û û pergaleke civakî ya nasnameya her kesî qebûl dike, pêşkêş dike. Çareserî; li şûna rêbazên olperest, mezhebperest û neteweperest; ew pergal e ku hemû kes dikare xwe îfade bike, xwedî mafên wekhev û azadîparêz e. Konfederalîzma demokratîk bi awayekî rasterast bersivê dide vê hewcehiyê.’’