Malbatên dîlgirtiyên ku li gel hikumeta demkî ya Sûriyeyê ne li Çerxerêya Şehîdên Enternasyonalîst a Qamişloyê protesto kir.
Malbatan wêneyên zarokên xwe rakirin û daxwaza naskirina aqûbeta zarokên xwe û berdana wan kir.
Malbatan di çalakiya xwe de siloganên “em êsîrên xwe dixwazin”, “Bijî berxwedana êsîran”, “azadî ji bo êsîran” bilind kirin.

