Pêncşem, 12 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Berdana 4 girtiyên din jî hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê Sîrwan Ariyo Liylax û Amed Şaho bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana girtiya nexweş Pinar Tikit cara sêyemîn hate astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aydin Kudat piştî 34 salan hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCÊ-E: Salvegera 11’emîn a rizgarkirina Şengalê pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Amed û Xarpêtê ji bo girtiyên jin û nexweş banga berdanê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YRK’ê daxuyaniya têkildarî êrişên Îranê

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ: Divê Iraq îradeya siyasî û îdarî ya Êzidiyan jî nas bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê şehîdên Rojhilatê Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê: Têkoşîna me ji bo naskirina îradeya civaka Êzidî û Şengalê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ji bîr nekin ku em şervanên azadiyê ne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Nisêbînê çalakiyên 25’ê Mijdarê: Daxuyanî û çandina şitlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê starda 25’ê Mijdarê: ‘Li Kurdistanê birêxistinbûna jinan nayê astengkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJŞ: Rizgarkirina Şengalê bersiva li fermana 74’an e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed: Em tenê bi têkoşîna xwe dikarin azad bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tundiya mêr ne tenê li dijî bedena jinê ye, her wiha ruh û jiyana civakî jî dike hedef

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E û KON-MED: Di cînayeta Vesîle Akin de divê berpirsiyarên îhmalên muhtemel hesabê bidin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > YBŞ’ê: Heta armanca şehîdan pêk werin ew ê berxwedana me bidome
Kurdistan

YBŞ’ê: Heta armanca şehîdan pêk werin ew ê berxwedana me bidome

Fermandariya YBŞ’ê şehîdên meha Tebaxê bibîr anî û destnîşan kir ku heta armanca wan pêk werin û jiyaneke ewle-birûmet ji bo Êzidiyên Şengalê misoger dibe, ew ê berxwedana xwe bidomînin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Tebax 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), daxuyaniyeke nivîskî weşand û şehîdên meha Tebaxê bibîr anî.

Daxuyaniya Fermandariya YBŞ’ê bi vî rengî ye:

“Di vê meha êşdar a her salê de, birînên nebaşbûyî û bîranînên şehîdên ku li hember neheqî û fermanê alên serbilindî û rûmetê bilind kirine vedigerin bîr û hişê me. Îro, em cangorî Mamê civaka xwe Zekî Şengalî bi bîr tînin, ku ji êş û azarên Êzîdiyan re stargehek bû. Di heman demê de stûn û xiveta tifaq û yekrêziya wan bû. Her wiha em cangoriyê dilsoz Seîd Hesen, ku koka hêzên me û stûna têkoşîna me bû. Jiyana xwe hemû ji bo bidestxistina mafên Êzîdiyan û parastina hebûna wan feda kir, bi bîr tînin.

Di şexsê wan de em karwanê qehremanên xwe yên ku destanên qehremaniyê li dijî çeteyên DAÎŞ nivîsandine, wek Amargî, Hecî, Îsa, Mahir, Pîr Xidir, Qîran, Elî, Dexîl, û tevahiya cangoriyên meha Tebaxê ji cangoriyên teqîna Girizêr û Sîbayê, Komkujiya Koço, heya cangoriyên nexweşxana Sikêniyê bibîr tînin. Armancgirtina heval û gelê me ji hêla dewleta dagirker ya Tirk û hevkarê wê DAÎŞ ve, hewildanek bû ji bo têkbirina îradeya me û tolhildanek ji bo helwestên wan ên qehremanî li dijî çeteyên DAÎŞ’ê.

Di vê mehê de di dîroka me de gelek bûyerên trajîk qewimîne, ji bombebarankirina nexweşxaneyên sivîl bigire heya bombebaranên xwînî yên li Girizêr û Sibayê û qirkirina gundê Koço. Ev sûc ne tenê tesadufên trajîk bûn; ew girêdanên zincîrek sîstematîk bûn ku armanc ew bû ku gelê me ji kokê rake, ji nebûna hêzek Êzidî ya herêmî sûd werbigirin da ku wan biparêze û bergîriyê li wana bike.

Lê belê, ji damezrandina Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) vir ve, gelê me şûr û mertalek bi dest xistiye, hêzek ku ax û rûmeta wê diparêze û mafê wê yê jiyanek azad û bi rûmet di bin her şert û mercî de diparêze û wê biparêze.

Em, wek Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), di vê salvegera bi êş de bang li gelê xwe dikin ku vê mehê bikin wesîle ji bo hevgirtin û tifaqa xwe, ji ber ku di yekîtiyê de hêz heye ku hebûn û rûmeta me diparêze, lê di bêtifaqiyê de qelsî heye ku careke din deriyên xetereyê vekirî dihêle.

Her wiha; em soz didin civaka xwe û cangoriyên xwe yên qehreman ku em ê têkoşîna wan bidomînin û em ê dudilî nebin ku hebûn û rûmeta gelê xwe li dijî her hêzekê biparêzin. Em ê heta ku armancên wan pêk werin û jiyanek ewle û bi rûmet ji bo hemû Êzidiyan û Şengalê misoger bibe, li ser şopa wan bimeşin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bêhna bavê min ji te tê
Nûçeya Pişt re ‘Em ê heta dawiyê xwedî li 15’ê Tebaxê û ruhê Egîd derkevin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Stenbolê dema binçavkirina nêzî 20 kesan hate dirêjkirin

Dema binçavkirina nêzî 20 kesên ku di 30'yê Cotmehê roja Çarşemê de li Stenbolê di…

Ji aliyê Stêrk TV

Gundên Kobanê yên li ser sînor rastî êrîşan tên

Şêniyên Gundê Sêlim ê girêdayî bajarê Kobanê diyar kirin ku ew ji ber erîşên dewleta…

Ji aliyê Stêrk TV

Darbeya qeyûm li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hate şermezarkirin

Desteserkirina Şaredariyên Dersim û Pulurê li gelek bajaran bi çalakiyan hate şermezarkirin. Di çalakiyan de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Koçberên Serêkaniyê gihîştin malên xwe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Xwendekar: Heya ku perwerdeya bi zimanê Kurdî neyê naskirin em ê li ser piyan bin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Şirnexê starda 25’ê Mijdarê: ‘Li Kurdistanê birêxistinbûna jinan nayê astengkirin’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Amed û Xarpêtê ji bo girtiyên jin û nexweş banga berdanê hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?