Pêncşem, 1 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Meral Daniş Beştaş: Pêvajo dimeşe, lê belê kêmasî nehatine çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Psîkolog Kaya: Aştî tenê bi ragihandinê pêk nayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya xwemalî û nasnameyan aştiya feraseta dewleteke demokratîk e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 1’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sibe cenazeyên 25 qurbaniyên komkujiya Şengalê tên radestkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altûn û şehîdên meha Îlonê li Êlihê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Hevkarê ku hate cezakirin, berpirsê qetilkirina 4 gerîllayan bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê li Urmiyeyê bijîşkek bi êşkenceyê binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Divê YBŞ di nava artêşa Iraqê de cih bigire; li Şengalê bimîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cebar Yaver: Nelihevkirina PDK-YNK’ê rê li ber gefan vedike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên kedê Said Çomlek û Kerem Tonka li Mexmûrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê hevkarek hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Bila mirina Rojîn Kabaîş bê ronîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Foza Yûsif: Nûreddîn Sofî ji bo rûmeta mirovahiyê şer kir
Rojava

Foza Yûsif: Nûreddîn Sofî ji bo rûmeta mirovahiyê şer kir

Foza Yûsif qala mîrateya têkoşînê ya şehîd Nûreddîn Sofî kir û got, “Bi şoreşgeriya xwe di nava gelan de bû pireke azadiyê.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Tebax 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) 11`ê Tebaxê ragihand ku fermandarê şoreşa azadiyê yê Rojava û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nûreddîn Sofî 6`ê Nîsana 2021`an dema diçû çiyayê Garê yê Başûrê Kurdistanê şehîd bûye.

Endama Desteya Serokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif der barê şehadeta şehîd Nûreddîn Sofî axivî. Foza sersaxî da malbata şehîd, gelê Kurd û gelên herêmê û destnîşan kir ku çûyîna wî, windahiyeke mezin e ku kesayeteke biha û bi qîmet bû û ji bo azadiya gel û doza wî, jiyana xwe borand.

DI ŞOREŞA ROJAVA DE ROLEKE PÊŞENG

Foza behsa dîroka têkoşîna fermandar Nûreddîn Sofî kir û got: “Xwedî dîrokeke demdirêj a dîroka şoreşa Kurdistanê ye. Di şoreşa Rojava de, roleke pêşeng û sereke lîst. Di hemû qadên leşkerî, civakî û rêxistînî de cih girt.”

‘FERMANDAREKÎ MODERN Ê XWEDÎ TAYBETMENDIYÊN ŞOREŞGERÎ BÛ’

Der barê taybetmendiyên fermandar Nûreddîn Sofî de Fozayê got: “Xwedî rêyeke şoreşgerî ya resen bû. Di dîroka têkoşînê de mohra wî diyar bû. Ji gel û hevalên xwe re dilsoz û wefedar bû. Rêber Abdullah Ocalan wiha fermandar Nûreddîn Sofî wesifandiye; heval û dostê hevalên xwe bû. Fermandarekî modern ê dilnizim bû. Bi cesaret bû û gotin dikir, kirin.”

Foza wiha domand: “Her tim hewl dida xwe pêş bixe. Di ramanê de rêber bû û mînak bû. Di têkoşîna çiyayan de di nava gerîlayan de xwedî tecrubeyeke demdirêj bû. Her tim hewl dida pêşengê yên dixwazin gelê xwe pêş bixin û bi rêxistin bikin.”

‘HER KES JÊ HEZ DIKIR’

Foza piştrast kir ku şehîd Sofî, şoreşgerê projeya neteweya demokratîk bû, ji tevahî gelan bi duristî hez dikir, hezkirina wî ji gelên herêmê re diyar bû, ti cudahî nedikir navbera kêmneteweyan de, ne tenê ji bo gelekî tê koşiya lê belê şoreşgerê mirovahiyê tev da bû lewma her kes, kurd û ereb rêz jê re digirtin, jê bawer dikir.

Foza destnîşan kir ku şehîd Sofî di qada leşkerî û birêxistinkirina civakê de xebat meşand û ev li gotinên xwe zêde kir: “Di gelek cihan de, tê koşiya. Fermandar bû û di heman demê de di bi rêxistinkirina gelê xwe de, pêşeng bû.”

‘DAMEZIRÎNERÊ RÊVEBERIYA XWESER Û YPG`Ê’

Foza bi bîr xist ku sala 2013`an, bi destpêkirina şoreşa Rojava re, şehîd Sofî gel bi rêxistin kir, di avakirina Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Rêveberiya Xweser de roleke bingehîn lîst, pêşengê pêxşstina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û xurtkirina wê bû, li ser parastina şêniyan ji êrişan şahid bû û rolek di pêşxistina saziyên parastinê de lîst.

Foza got: “Dema mijar parastina gel ji komkujiyan bû, bi cesaret û biryardar bû. Bê teredud, qehremantiya pêwîst nîşan da.”

‘PÊŞENGÊ DAMEZIRANDINA KOMÎNAN Û BIRÊXISTINKIRINA CIVAKÊ BÛ’

Foza îşaret bi rola wî di birêxistinkirina civakê de kir û wiha pê de çû: “Hevalê Sofî di damezirandina komînan sala 2013`an de û birêxistinkirina ciwanan û beşên civakê de roleke sereke lîst.”

‘DOSTÊ RASTÎN Ê JINAN BÛ’

Foza vegotina taybetmendiyên şehîd Sofî wiha domandin: “Dostê durist ê jinan bû. Nêzîkatiyên dûrxistina wê red kirin. Di têkoşîna xwe de eleqedariyeke mezin nîşanî tevgera azadiya jinan da û rêz ji vîn û têkoşîna jinan re girt. Piştevanê rastîn ê xurtkirina jinan di têkoşînê de bû. Xwedî giyanê edalet, wekhevî û sosyalîzmê bû.”

‘SEMBOLA DILNIZMIYÊ KU ZEHMETÎ NAS NEDIKIR’

Foza Yûsif diyar kir ku fermandar Nûreddîn Sofî, dilnizm bû heta ku di exlaqê û asilzadiyê de, pêşeng bû, ji tiştekî neditirsî, bûyer baş analîze dikir û jê tecrube digirt, di rexne û xwe rexnekirinê de, bi cesaret bû, pêşxerê şoreşê bû, ji bo biserxistina wê xwedî nêrîn û rêbaz bû.

‘TÊKILIYÊN ENTERNASYONALÎST SÎNOR DERBAS DIKIN’

Foza Yûsif anî ziman ku têkiliyên fermandar Nûreddîn Sofî asta civaka xwecih derbas kirine, têkiliyên wê bi hevalên enternasyonalîst ên ji derve dihatin, xurt bû û xwedî taybetmendiyeke sereke ya enternasyonl bû ku bi şervanên tirk û biyanî yên ji rojava tên re jiya, hewl da wan û hestên wan fêm bike û di vî warî de kedeke mezin da.

‘ZÎREK BÛ Û XWEDÎ TEKTÎKA PÊŞXISTINÊ BÛ’

Foza wiha behsa taybetmendiyên din ên fermandar Sofî kir: “Zîrek bû, dikarî helwestan analîz bike û fêm bike. Di taktîkên şer û pêşxistina wê de, jêhatîbû. Pirsgirêk çareser dikirin. Di şoreşa neteweyî ya Kurdistanê, qadên Amed, Zagros, Rojava de tê koşiya. Di hemû qadan de pêşeng bû û ji tiştekî neditirsî.”

‘BERJEWENDIYA GEL DI SER HER TIŞTÎ RE YE’

Foza diyar kir ku şehîd Nûreddîn Sofî, her tim doza gelê xwe di ser her tiştî re digirt û dûrî takekasiyê li gorî giyanî komî kar dikir û xwedî eqilmendiyeke civakî bû.

Foza destnîşan kir ku şehadeta fermandar Nûreddîn Sofî, ji bo gelê Kurd û gelên netewa demokratîk windahiyeke mezin e ji ber ku yek ji zarokên xwe yên herî asilzad ji dest dan, li dû xwe mîraseke têkoşînê hişt ku dikarin wê pêş bixin, evîndarê jiyanê bû, tijî enerjî bû, qet ranediwestiya, lewma Foza got ew ê taybetmendiyên wî bikin islûba jiyan û kesayeta xwe.

Foza di dawiyê de got: “Dostaniya wî dê ji bo me pirek bimîne ji bo ku bi rêya wê em ê projeya netewa demokratîk bi ser bixin. Cesaret û qehremantiya wî dê têkoşîna me ronî bike. Em soz didin wî ku têkoşîna wî temam bikin ta ku serkeftinê bi dest bixin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Mirina bi guman a jinan ji kuştina jinan zêdetir bûye’
Nûçeya Pişt re Li Şamê wesayita bombebarkirî teqiya
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Qendîlê bi hezaran kes ji bo Newrozê li hev civiyan

Pîrozbahiya Newrozê ya li Qendîlê îsal bi dirûşma "Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya siyasî…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 25’Ê MIJDARA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Daxuyaniyên li ser salvegera Raperînê

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Lîderê YNK'ê Bafil Talabanî û Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Meral Daniş Beştaş: Pêvajo dimeşe, lê belê kêmasî nehatine çareserkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Psîkolog Kaya: Aştî tenê bi ragihandinê pêk nayê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Hejmara Cotmehê ya Newaya Jin: ‘Ji komployê heta bi muzakereyê: Sembolên berxwedanê’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Aştiya xwemalî û nasnameyan aştiya feraseta dewleteke demokratîk e’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?