Duşem, 17 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Dilovayê hejmara karkerên ku jiyana xwe ji dest dan bû 7

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Paradîgmaya Rêber Apo paradîgmayeke avaker e û ji nû ve çêker e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Erzîncan binpêkirin bi dawî nabin: Lêgerîna tazî, qedexeya axaftina bi Kurdî û tecrîd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Savaş Çelîk: Hate revandin, êşkence dît, tevî ku sûcên li ser wî bêbingeh in jî nayê berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 15’Ê MIJDARA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê: Li Tirkiyeyê di sala 2024’an de herî kêm 6 hezar û 94 binpêkirina maf pêk hatine

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPG NRÇ: Bûn temîneta pêşeroja me ya azad

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girseya gel serdana sersaxiyê li malbata gerîlaya YJA Starê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Pasûrê darbenda pirê hilweşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gel ji bo dengdanê diçe Kerkûkê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Hêzên me yên li Zapê vekişiyan qadên guncaw

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG NRÇ’ê şehîdên Garê bi hurmet bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li girtîgeha Qerçekê 23 jinên girtî jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa YRJ’ê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiya Zeynep Celaliyan xirab dibe: Mafê wê yê tedawiyê tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa YRJ’ê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê hepsê li aktîvîsta Îranî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Romayê festîvala ji bo bîranîna Nagîhan Akarsel

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Romayê festîvala Nagîhan Akarsel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê Şeva Çanda Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Romayê Festîvala Çand û Dîroka Kurd hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê ‘Rojên Fîlmên Serçavan’ bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eleqeya ji bo Kurdî kêm dibe: Xwendin divê zêde bibe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Swîsre ji Mîhrîcana Çanda Kurd re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Şehîdên Meha Tebaxê li Şengalê hatin bibîranîn
Kurdistan

Şehîdên Meha Tebaxê li Şengalê hatin bibîranîn

Rêveberiya Xweser a Şengalê bi merasîmekê Şehîdên Meha Tebaxê bi bîr anî, seredana Gorstana şehîda hate kirin. Di bîranînê de bang li civaka Êzidî hate kirin ku xwedî li keda şehîdan derkevin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Tebax 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Merasîma ji bo Şehîdên Meha Tebaxê bi tevlêbûna endamên sazî û rêxistinên civaka Êzidî û Ereb û malbatên şehîdan li goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a li Çiyayê Şengalê pêk hat.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, dayikên şehîdan mûm pêxistin û peyamên girîng hatin dayîn.

Kendal Çiya destpêkê axivî û got: “Bi keda hevalên me yên ku canê xwe feda kirin, me karî dawî li fermanê bînin. Rêber Apo jî ev yek anî ziman ku êdî divê civaka Êzidî di mijara fermanê de xalekê deyne û ew serdem ji bo civakê bi dawî bibe. Îro em bi hejmareke mezin li vî cihî pîroz kom bûne û ev yek bi saya şehîdan e. Ji bo ku em îro karibin bi azadî li vir kom bibin, hevalên me canê feda kirin.”

Kendal Çiya di berdewamiyê de got, meha Tebaxê meha vejînê ye û tekezî li ser vê kir: “Giring e ku em fêm bikin çima dijmin dixwaze vê meha vejînê ji bo civaka Kurd, bi taybetî ji bo civaka Êzidî bike meha qirkirin û tinekirinê. Ji bo ku em vê fêm bikin, divê em bîra xwe ya dîrokî nû bikin. Dijmin di 15’ê Tebaxê de li Dersimê Atakan Mahîr û di heman dîrokê de li Şengalê Mam Zekî kirin hedef. Atakan Mahîr jî yek ji pêşengên civaka me ya Elewî bû ku ew jî mîna me di qirkirinan de derbas bûbûn. 

Em wek civaka Êzidî, êdî ne wek berê ne. Me zanîna xwe pêş xistiye, me dît çi bi serê me hatiye û li gorî wê, êdî tedbîrên xwe digirin û xwe diparêzin. Loma îro li Siwêydayê, Durzî rastî heqareta herî mezin tên, civaka Elewî dorpêçkirî ye. Dema em wan dibînin, fermana 2014’an tê bîra me. Lê ji bo me rewş cuda ye. Em xwedî hêz û rêxistinê ne û li dijî hemû êrîşên ku bi kemînan tên kirin, derdikevin.”

Kendal Çiya wiha domand: “Em wekî rêxistina li Şengalê, tevî hêzên xwe yên parastinê, soza ku me daye civaka xwe pêk tînin. Em li ser wê sozê ne, ji ber ku em xwedî wê hêzê ne ku em xwedî li soza xwe û şehîdên xwe derkevin.”

Di dawiyê de Kendal Çiya îşaret bi “Pêngava Aştî û Civaka Demokratîk” a ku Rêber Apo daye destpêkirin kir û got: “Em ji serê Çiyayê Şengalê ji goristana şehîdan, rêz û hezkirinên xwe ji bo Rêber Apo dişînin. Her gavek ku Rêber Apo biavêje, em wekî civaka Êzidî bi hemû hêza xwe piştgiriyê didinê.”

Piştî axaftina Kendal Çiya, li ser navê civaka Ereb a Şengalê, Berpirsê Meclisên gundewarên Ereban Xelîl Ereb jî peyama xwe da û destnîşan kir ku hedef û armanca şehîdên me, bi taybetî Mam Zekî û Saîd Hesen ew bû ku yekîtiyê di nava pêkhateyên Şengalê de çêbikin. Lewma ji me tê xwestin ku em hemû bi hev re xwedî li keda wan derkevin û li ser wî esasî têkoşînê xurt bikin.

Piştî axaftinan, sînevîzyonek li ser şehîdên meha Tebaxê hate pêşandan û bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” gel ber bi ser gorên şehîdan ve çûn. Li ser hemû gorên şehîdan mûm hatin pêxistin û merasîm bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Artêşa Îsraîlê daxuyand ku ew ê giraniya bidin ser ‘kontrolkirina’ Xezeyê
Nûçeya Pişt re ‘Sedsala 21’an wê bibe sedsala civakeke azad û demokratîk’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Muhsîn Osman: Siyaseta nû ya PKK’ê pêvajoya kongreya netewî dide destpê kirin

Siyasetedarê Kurd Muhsîn Osman, pêvajoya ku bi banga Rêber Apo destpê kir nirxand û balkişand…

Ji aliyê Stêrk TV

YPJ: Sûriyeya nû ne kujerên jinan, jinên evîndarê azadiyê ava bikin

Fermandariya Giştî ya YPJˋê destnîşan kir ku hewl tê dayîn li ser çeteyên ku qilf…

Ji aliyê Stêrk TV

Bakirhan: Em Newroza Abdullah Ocalan pîroz dikin

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di pîrozbahiya Newroza Rihayê de axivî û got,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

HPG NRÇ: Bûn temîneta pêşeroja me ya azad

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Girseya gel serdana sersaxiyê li malbata gerîlaya YJA Starê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Pasûrê darbenda pirê hilweşiya

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Gel ji bo dengdanê diçe Kerkûkê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?