Pêncşem, 2 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    YRJˊê êrîşa li ser rojnamevanan li Çelebiyê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Divê hiqûqa bi Birêz Ocalan re hatiye avakirin were pênasekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KONGRA-GEL rojbûna Rêber Apo pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Raporê DFG’ê: Hejmara rojnamevanên girtî meha Adarê bû 31’ê kes

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Berpirsê mirinên di rêya koçberiyê de şer û xemsarî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî Tetwanê li Xelatê çerxa nelirêtiyê: 11 kes ketin ber lêpirsînê!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Silêmaniyê 4’ê Nîsan bi çandina daran hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojava û Mexmûrê çalakiyên 4’ê Nîsanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hawagê meş û çandina şitlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojhat Babat ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li Wanê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koordînasyona KJAR’ê: 4’ê Nîsanê roja azadî û vejînê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bavê Rojîn Kabaîş: Ji bo dest ji dozê berdim gefê li min dixwin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Di 4’ê Nîsanê de em qada dagirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şervaneke YPJ’ê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Nêrgiz Mihemedî banga lezgîn: Jiyana wê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Nîsanê ya Newaya Jin derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta YPJ’ê li Şamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ber bi Gemlîkê ve dimeşin: Em ê aştî û azadiyê biqîrin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Gel dixwaze ku pêvajo li ser zemîneke qanûnî bê rûniştandin’
Rojane

‘Gel dixwaze ku pêvajo li ser zemîneke qanûnî bê rûniştandin’

Hevberdevkê Herêma Marmarayê ya DBP’e Mevlut Aykoç anî ziman ku hin fikarên gel ên têkildarî pêvajoyê hene û destnîşan kir, ku pêvajoyê divê li ser zemîneke qanûnî bê rûniştandin û ev yek daxwaza sereke ya gel e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Tebax 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Tirkiye bi ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo re kete nava demeke nû. Di vê demê de Tevgera Azadiyê ya Kurd ji bo pêşveçûna pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê gavên girîng avêt.

Di heman demê de DEM Partî û Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) civînên gel lidar xistin, serdana malan kirin û bi vî rengî hewl da ji gel re qala pêvajoyê bikin.

Hevberdevkê Herêma Marmarayê ya DBP’ê Mevlut Aykoç li ser karên xwe yên têkildarî pêvajoyê li herêma Marmarayê meşandin û çavdêriyên xwe yên li civînên gel ji ANF’ê re axivî.

‘PIŞTÎ CIVÎNAN GEL TEVLÎ PÊVAJOYÊ HATE KIRIN’

Aykoç anî ziman ku weke DBP li herêma Marmarayê zêdeyî sed civînên gel lidar xistin û li gel van civînan ji civata welatparêz re qala pêvajoyê kirin.

Aykoç got, “Wateya van civînan mezin e. Di van civînan de me hem li ser pêvajoyê agahî dan gigrseya gel, hem jî hewl dan bersivê bidin pirsên girseya me ya têkildarî pêvajoyê. Bêguman ne karekî hêsan e ku tu rabe bi carekê pêvajoyê ji girseyê re vebêje û bike ku fêhm bike. Lê belê di civînan de yên ku em beşdarî wan bûn, me ev yek dît: Bi civînan re me dît ku girseyê pêvajo hîn baştir fêhm kir û piştî civînan tevkarî li pêvajoyê kir. Ev yek jî erênî û girîng e.

‘GEL DIXWAZE, PÊVAJO LI SER ZEMÎNEKE QANÛNÎ BÊ RÛNIŞTANDIN’

Aykoç diyar kir ku di civînên gel de wan li daxwaz û bendewariyên gel guhdarî kirin, daxwaza gel ew e ku pêvajo li ser zemîneke qanûnî bê rûniştandin û got, “Bendewariya gelê me û mirovên beşdarî civînan bûn bi vî rengî bû: Beriya her tiştî têkildarî hevalên me yên girtî sererastkirinên qanûnî bi lez bêne kirin. Ji bilî vê yekê pêvajoyeke şewitandina çekan pêk hat. Eger wê dest ji çekan bê berdan, ji bo gerîla karibin li vî welatî jiyana xwe dewam bikin divê sererastkirinên qanûnî bêne kirin.

Her wiha daxwaza ku Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê daxwaza me ya eşkere û şênber e. Di heman demê de em dixwazin statuya Kurdan bi rengekî qanûnî bê naskirin.

Destûra bingehîn a heyî bi feraseta ‘Yek ziman, yek dewlet, yek al’ ava bûye. Gelê me dixwaze, di dema pêş de destûreke welê bê avakirin ku gel karibin xwe bi rengekî azad îfade bikin. Di heman demê de qada ked û qada ekolojîk heye. Jin têne kuştin. Bi kurtasî ji bo her kes karibin xwe bi rengekî azad îfade bikin, bendewariyeke bingehîn a gelê me heye. Vê yekê dixwaze.”

‘EM PERWERDE Û RÊXISTINIYÊ JI XWE RE DIKIN ESAS’

Mevlut Aykoç destnîşan kir ku weke DBP ew girîngiyeke mezin didin perwerde û rêxistiniyê, karê wan ê destpêkê perwerdekirina kadroyên xwe têkildarî pêvajoyê ye û got, “Aliyekî bi vî rengî yê DBP’ê heye: Em partiyeke welê ne ku perwerde û rêxistiniyê ji xwe re dikin esas. Karê xwe yê ji bilî vê yekê di nava DEM Partiyê de dimeşînin ku em pêkhateyeke wê ne.

Bi giştî karên me yên perwerdeyê timî ye û em hewl didin xwe bigihînin girseyeke gelekî berfireh. Bi taybetî em ji xwe re dikin esas ku xwe bigihînin girseya welatparêz. Weke DBP em timî di nava pêvajoyeke perwerdeyê de ne û her pêvajoyê bi girseya xwe re nîqaş dikin. Lewma girseya herî zêde nêzî fêhmkirina pêvajoyê girseya DBP’ê ye. Em ê karên xwe yên li ser vê bingehê hîn zêde bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 18’Ê TEBAXA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Aslan: Ji bo ev pêvajo bi rengekî erênî bi encam bibe, divê her kes hewl bide
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bi girseyî serdana sersaxiya ku ji bo 5 şehîdan li Êlihê hat danîn, kirin

Bi girseyî serdana sersaxiyên ku ji bo 5 gerîlayên HPG’ê yên di dîrokên cuda de…

Ji aliyê Stêrk TV

Nêrînek ji ser Girê Sîser

Rêwîtiya me ya deh rojan a li Girê Sîserê bedewiya bêhempa ya xwezayê û jiyana…

Ji aliyê Stêrk TV

Jinên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo piştgiriya YPJ’ê meşiyan

Jinên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dijîn ji bo piştgiriya bi YPJ’ê re meşek li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

YRJˊê êrîşa li ser rojnamevanan li Çelebiyê şermezar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ayşegul Dogan: Divê hiqûqa bi Birêz Ocalan re hatiye avakirin were pênasekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

KONGRA-GEL rojbûna Rêber Apo pîroz kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Raporê DFG’ê: Hejmara rojnamevanên girtî meha Adarê bû 31’ê kes

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?