Sêşem, 24 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kurtulmuş çû serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ahmet Turk: Gava şênber nîne, ji bo baweriyê divê gav bê avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo aştiya mayinde divê statuya Ocalan bê naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Nabe pirsgirêka Kurd wekî ‘terorê’ bê binavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 24’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derbarê kesên rojnameger Hakan Tosun kuştin de fezlekeyeke ji bo pakkirinê hate amadekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Tehranê girtiyê siyasî yê Kurd 10 roj in di greva birçîbûnê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Armanc teslîmgirtina îradeya Êzidiyan e, ne komkirina çekan e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: Em dikarin Rojhilat bi yekîtiya siyasî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Xweser a Şengalê: Biryarên bi vî rengî xizmeta aramiya Iraqê nakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Partiyên Kurd ên li Kerkûkê êrişa li ser taxa Newrozê şermezar kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûnerên saziyên Şengalê: Heta dorpêça li ser Şengalê bê rakirin em ê li qadan bin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Amedê meşa 8’ê Adarê: Jin azad nebe civak azad nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê li Stenbolê starta 8’ê Adarê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qetilkirina 6 jinan hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jiyan Hisên: Em tu carî dev ji YPJ’ê bernadin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê ji bo 8’ê Adarê banga grevê: Ger jin rawestin wê jiyan raweste

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ocalan dema bang kir herî zêde bawerî bi jinan anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Alper: Kurd bi tenê nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bikaranîn û pêşvebirina zimanê Kurdî erka mirovî û neteweyî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Lêkolînên Kurdî bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê dayikê derkeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > ‘Bi sedan Gulistan wê kevneşopiya wê ya rojnamevaniyê dewam bikin’
Jin

‘Bi sedan Gulistan wê kevneşopiya wê ya rojnamevaniyê dewam bikin’

Rojnamevan Sînem Adali diyar kir ku Gulistan Tara hem bi pîşeyê xwe hem jî bi jiyana xwe şopek xurt li pey xwe hişt ku nayê jibîrkirin û got, “Şehadeta wê ji bo me windahiyeke giran bû. Lê belê bi sedan Gulistan wê li ser xeta wê bimeşin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Tebax 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Di 23’ê Tebaxa 2024’an de li navçeya Seyîdsadiq a bajarê Silêmaniyeyê yê Başûrê Kurdidstanê, di êrîşa SÎHA ya dewleta Tirk de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Bahadîn jiyana xwe ji dest dan. Bi wesîleya salvegera yekemîn a şehadeta Tara hempîşe û hevrêya wê ya rojnamevan Sînem Adali ji ANF’ê re axivî.

Sînem Adali qala hevrêtiya 26 salan a bi Gulistan Tara re kir û got, “Şehadeta wê ji bo civata çapemeniyê windahiyeke gelekî mezin e. Rojnamevanek dilsozê nirxan û pîşeyê xwe bû, lewma şûna wê bi hêsanî wê nikaribe bê dagirtin.”

Adali diyar kir ku sala 1999’an li Bakurê Kurdistanê wê Gulistan Tara nas kir û got, “Hingî demeke welê bû ku Rêberê me bi komployeke navneteweyî anîbûn Tirkiyeyê, piştre çalakî zêde bûbûn û li gelek deveran çalakiyên fedaî dihatin kirin. Di wê demê de li navenda bajarê Êlihê çalakiyeke fedaî hatibû kirin. Gerîlayeke jin a bi navê Nezahat Boyaci (Şehristan) ev çalakiya fedaî kiribû. Vê yekê bandoreke mezin li ciwanên Êlihê kiribû. Bandor hem li civakê hem jî li ciwanan kiribû. Di wê demê de ji xwe li Bakurê Kurdistanê, metropolên Tirkiyeyê û Ewropayê çalakî gelekî zêde bûn. Civak li ser xeta fedaî bû. Di atmosfereke bi vî rengî de bi Gulistan Tara re li Bakurê Kurdistanê em di dewreyeke perwerdeyê de bûn û me hev li wir nas kir. Malbata Gulistan Tara welatparêz e. Ew ji malbata xwe hînî kevneşopiya şoreşgerî, welatparêziyê bû. Ji ber ku xwişka wê ya mezin girtî bû, di çûyîn û hatina girtîgehê de di navbera malbatên welatparêz de piştevaniyek çêdibû. Malbata min û malbata Gulistan Tara jî hevdu nas dikirin. Piştî ku hevaltiya me xurt bû em bi vê yekê hesiyan.

Hevala Gulistan wê demê gelekî ciwan bû. Cara yekê ji malbata xwe qut bûbû. Pêvajoyeke perwerdeyê bû, şert û merc giran bûn. Ji aliyê ahengiyê ve zehmetî kişandibe jî ev yek ti carî li pêşiya xwe weke astengiyekê nedît. Timî têkoşiya, hewl da ji holê rake û dixwest hin tiştan bike.

Ya ku destpêkê di bîra min de ma ew bû; ku ji naskirina destpêkê heta bi dewreya perwerdeyê ya 2-3 mehan miroveke gelekî zarîf, narîn bû, ji aliyê fîzîkî ve zehmetî bikişanda jî ji aliyê fikrî têdikoşiya û hewl dida vê yekê ji holê rake.”

‘SERKETINA WÊ YA LI NAVA KAR Û SERKETINA WÊ YA LI NAVA JIYANÊ DI NAVA AHENGIYÊ DE BÛ’

Sînem Adali diyar kir ku piştî 4-5 salan li Herêmên Parastinê yên Medyayê ew careke din li hev rast hatin û bal kişand ser dîsîplîna Tara ya di rojnamevaniyê de ye: “Wê demê li Herêmên Parastinê yên Medyayê rojnamevanî dikir. Ez jî ji qadeke cuda ya kar hatibûm. Di çapemeniyê de gelekî lez klavye bi kar dianî, li ser karê çapemeniyê serwer bû, xwedî performanseke kar a bi dîsîplîn bû.”

Adali diyar kir ku Gulistan Tara jê xwest, ku derbasî karên çapemeniyê bibe, ev daxwaza xwe ji saziya xwe re jî ragihand û got, “Ez jî qanih bûm û min biryar da ku pê re bixebitim. Sekn, tevlîbûn û rêbaza wê ya li nava kar gelekî bi fedakarî bû. Ti carî ne got, ez ê vê bikim, hûn jî vê bikin. Bi hesab nebû, barê hevalên xwe hildigirt, hewl dida tevkariyê li hevalên xwe bike, jiyan parve dikir, xemgînî, kêfxweşî, hestên xwe parve dikir. Lewma serketina wê ya di nava kar û di nava jiyanê de di nava ahengiyê de bû.”

‘DI NAVA ÇAPEMENIYÊ DE LI HEMBERÎ NÊRÎN Û FERASETA ZAYENDÎPERESTIYÊ TÊDIKOŞIYA’

Sînem Adali destnîşan kir ku Tara di nava karê çapemeniyê de li hemberî nêzîkatiyên serwer sekneke bi biryar nîşan da û got, “Di çapemeniyê de li dijî nêrînên ji nêzîkatiyên bi serweriya mêr û zayendîperestiyê têdikoşiya. Dema ku ev dikir bi rengekî hişk û nezantî nedikir; bi sekna xwe ev yek nîşan dida û bandor li derdora xwe dikir. Ji ber vê yekê wê timî bê bîranîn.”

Adali işaret bi bandora Tara li ser hevalên xwe kir û got, “Ji ber vê yekê şehadeta wê ji bo me windahiyeke cidî ye. Ji bo dagirtina vî cihî jî divê namzetên nû yên rojnamevaniyê wê ji xwe re bikin mînak, li ser xeta wê bimeşin û kevneşopiya wê dewr werbigirin. Lewma dema ku em hevala Gulistan bi bîr tînin dilê me dişewite. Em nikarin vê yekê qebûl bikin. Ji ber ku hevaleke welê bû ku bi rastî jî divê bê bîranîn.”

‘EM Ê KEVNEŞOPIYA WAN DEWAM BIKIN, CIVAKÎ BIKIN’

Adali li gel Gulistan Tara rojnamevanên din ên şehîd bûn bi bîr anî û got, “Wê bi sedan Gulistan hebin ku di vê têkoşînê de li ser xeta wan a rojnamevaniyê bimeşin. Weke hevalên rojnamevan ên beriya wê; Seyît Evran, Azîz Koyluoglû, Gûrbetellî Ersoz û bi hezaran weke wan. Namzetên nû yên rojnamevaniyê wê li ser xeta van hevalan vê kevneşopiyê mezin bikin û tevlî vê têkoşînê bibin.”

Adali di dawiya axaftina xwe de Gulistan Tara carake din bi bîr anî û ragihand ku wê li ser xeta wê bimeşin, xeta wê mezin bikin, kevneşopiya wê ya rojnamevaniyê bigihînin nifşên nû û vê kevneşopiyê civakî bikin, rojnamevanên nû yên şoreşger biafirînin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Îsraîlê projeya E1 a 3.400 xaniyên li Şerîaya Rojava erê kir
Nûçeya Pişt re Cenazeyê Şehîd Argeş Serhed bi girseyî hate veşartin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Beacê mayina DAÎŞ’ê teqiya: 5 kes mirin

Li navçeya Beac a Mûsilê ji ber teqîna mayineke DAÎŞ'ê 5 kes ji heman malbatê…

Ji aliyê Stêrk TV

Hejmara şehîd û windayên fermanê bi awayê ne fermî hate eşkerekirin

Ofîsa rizgarbûyên dîlên Êzidiyan ên Başûrê Kurdistanê hejmara şehîd û windayên Êzidiyan ên sala 2014’an…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji HPG’ê çalakiya tolhildanê: 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

HPG'ê li Metînayê di çalakiyekê de 2 leşkerên Tirk ên dagirker ceza kir, 3 jî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

‘Kuştina jinan ne tenê daneyên statîstîkî ne’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Amedê meşa 8’ê Adarê: Jin azad nebe civak azad nabe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KJK: Em ji bo Şengalê bikevin nava liv û tevgerê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê li Stenbolê starta 8’ê Adarê da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?