Parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku li Rojava ji bo parastina destkeftiyên Kurd û ji bo avakirina aştî û civaka demokratîk, yekîtiya neteweyî û diyalog girîng e û bilêv kir ku Tirkiye û dewletên herêmê divê li Sûriyeyê bi roleke afirêner rabin. Gulcan Kaçmaz destnîşan kir ku polîtîkayên li dijî Kurdan, ti feydê nadin civakê.
Parlamentera DEM Partiyê Gulcan Sayyîgît geşedanên li Sûriyeyê nirxand û gefên Tirkiyeyê yên li ser Rojava û hewldanên zexta bi rêya hikûmeta Şamê li hemberî QSD’ê pêk tîne, rexne kir û got, “Îro jî di serî de Elewî, li ser gelên din xeteriyên ewlehiyê yên cidî hene. Rejîma Esad çû, lê mixabin ruhê wî hîna li Şamê ye. Ji ber ku ev nehat guhertin, hêviyeke gelên Sûriyeyê jî ji bo siberojeke azad namîne. Gelên Sûriyeyê bi hev re dikarin pirsgirêkê çareser bikin; ji bo vê divê zemînê diyalogê were xurtkirin. Ji bo vê yekê jî divê dewletên herêmê bi roleke afirêner rabin.
Helwesta Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan a li Sûriyeyê tune hesibandina Kurdan, ne li gorî polîtîkaya reel e jî; li qada herêmî û navneteweyî jî bersiveke wê nîne. Lewma banga me zelal e: Bi Kurdan re baxivin û li hev bikin, ji ber ku polîtîkayên li dijî Kurdan wê ti feydê nede ti kesê. Dewletên cîhanê jî û gelek welatên herêmê jî di ferqa vê yekê de ne. Rêveberên Tirkiyeyê jî divê zêdetir çavê xwe li pêşberî vê negirin.”
Gulcan Kaçmaz diyar kir ku di demeke ku pêvajoya aştiyê pêş dikeve de, divê Tirkiye li Sûriyeyê li gorî Kurdan bikeve dewrê, ne li dijî Kurdan. Kaçmaz got, “Em guhertinên stratejîk ji bo Kurdan dixwazin. Çawa ku bi Kurdistana Iraqê re peywendiyên baş hatibin çêkirin, divê bi Rojava re jî peywendiyên baş bên avakirin. Bi vê yekê re pêvajoya aştî û civaka demokratîk jî wê bi hêz bibe.”
Gulcan Kaçmaz destnîşan kir ku li Rojava li dijî destkeftiyên herêmî yên gelê Kurd mekanîzmayeke zexta psîkolojîk ketiye dewrê û ev tişt got, “Weke hêmaneke şerê psîkolojîk ê li dijî Kurdan, rastiya medyayê nabe ku were înkarkirin. Bi taybetî têkildarî pirsgirêka Kurd her cure derew kirin. Siyasetmedarên Kurd û rewşenbîr bi dehan sal in li Tirkiyeyê ji bo heqîqetan ji gelan re vebêjin ketin hewldanê, lê di medyayê de helwesteke ‘tunehesibandinê’ hebû. Haya beşekî welêt ji rastiyên mîna rastiya şer, binpêkirinên mafan ên li ser erdnîgariya Kurd, ‘Torosên Spî’, bîrên asîtê, valakirina gundan çênebû. Îro jî li hemberî gelê Rojava helwesteke heman mijara gotinê ye.
Peymana 10’ê Adarê ya di navbera Şam û QSD’ê de şaş tê şîrovekirin. Tam nizanin entegrasyon çiye. Li gorî wan entegrasyon ew e ku Rojava bi temamî xwe fesix bike. Lê dema mirov ji siyasetê ve lê dinêre, entegrasyon yekîtî ye, xweseriya xwe parastin e û li hev kirin e.”
Gulcan Kaçmaz ragihand ku destkeftiyên Kurdan ên li Rojava, ji bo hemû Kurdan girîng e û berhemê têkoşîneke dîrokî ye. Kaçmaz wiha domand: “Li her parçeyek Kurdistanê berdêlên pir cidî hatin dayîn; zilm û zext çêbûn. Azadî ji bo gelê Kurd nehat nasîn. Lê li dijî vê Kurd bêdeng nebûn; heya roja îro ji bo azadî û demokrasiyê têkoşînên pir mezin dan. Gelê Kurd naxwaze sedsalek din jî winda bike. Rêya vê yekê jî avakirina civaka demokratîk û yekîtiya neteweyî ye. Li ser esasê tecrubeyên xwe ez dibêjim; ji kîjan fraksiyonê dibe bila bibe, êdî Rojava xeta sor a hemû Kurdan e. Parastina vê despêkê girêdayî Kurdan e ku yekîtiya neteweyî mezin bikin. Li gel vê divê giranî hîn bêhtir bê dayîna xebatên dîplomatîk û hêzeke lobiyê ya mayînde were pêşxistin.”
Gulcan Kaçmaz têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd û xebatên Kurdan ên ji bo yekîtiya neteweyî, ev tespît kir:
“Di nava Kurdan de pirsgirêka yekîtiya neteweyî heye. Dibe ku ya ewilî encam, ya duyem sedem be. Ji ber ku hîna di sedsala 17’an de Ehmedê Xanî gazindan ji rewşa Kurdan dike ku nebûne yek. Ji wê rojê heya îro ne tenê sînoran gelê Kurd ji hev cuda kir. Kurd di heman demê de rû bi rûyê cudabûneke hişmendiyê man; hestên wan hatin parçekirin. Lê belê îro em dibin şahidê geşedanê ku hêviyê çêdikin.
Îro li Tirkiyeyê pêvajoyek heye û li Rojava geşedanên girîng diqewimin. Pêşniyarên Birêz Abdullah Ocalan digihijin gelan; Di navbera Birêz Mesut Barzanî û lîderên din ên Kurdan de peywendiyek heye. Di demek nêz de li Qamişloyê konferansa yekîtiya Kurd pêk hat.
Li Tirkiyeyê pêvajoya ku didome bandorên pir erênî çêkir. Di vê pêvajoyê de Kurd zêdetir hatin ba hev. Weke tê zanîn 11’ê Gulanê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk hate avakirin. Di vê pêkhateyê de zêdeyî 300 nûnerên saziyên civakî yên sivîl û ji her beşê kes hene ku bi parlamenterê me yê Amedê Mehmet Kamaç re em hevberdevktiya wê dikin. Evane hemû gavên ber bi pêş ve tên avêtin in. Wezîfeya neteweyî ya her kesê ye ku vê mezin bike û ber bi pêş ve bibe.”