Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û malbatên windayan ku ji bo aqûbeta kesên di salên 1990’î de di binçavan de hatine windakirin didomînin. Vê hefteyê, parêzvanên mafên mirovan û malbatên windayan li Colemêrg, Amed, Êlih û Îzmîrê daxuyanî dan.
COLEMÊRG
Li Colemêrgê, xizmên windayan ji bo cara 192’emîn li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê kom bûn. Wan pankartên bi nivîsên “Kiryar diyar in, winda li ku ne?” û “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” û wêneyên windayan hilgirtin.
Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD a Colemêrgê Koroş Akgol, berpirsên kuştina Daryoş Akgol ê 16 salî pirsî ku di sala 1991’ê de li ser sînorê Îranê piştî ku bi guleyên leşkeran birîndar bû, li qereqola polîsan jiyana xwe ji dest da. Akgol diyar kir ku Daryoş Akgol ji bo debara malbata xwe bazirganiya sînor dikir û got: “Dema ku ew hîn zarok bû, li ser sînorê Îranê bi guleyên leşkeran birîndar bû. Dema ku gundiyan hewl dan wî bibin nexweşxaneyê, leşkeran ew girtin, birin qereqola polîsan û li wir jiyana xwe ji dest da. Rastiya bûyerê bi tevahî nehat eşkerekirin û otopsî jî nehat kirin. Der barê guleyan de lêkolîneke krîmînal nehat kirin û hewl hat dayîn ku doz wekî cinayeteke kiryar nediyar bê girtin.”
Koroş Akgol bal kişand ser polîtîkayên bêcezatiyê û got: “Di doza Daryoş Akgol de jî heman rewş heye. Ev kuştin ku tê xwestin ku wekî kiryar nediyar bimîne, di rastiyê de yek ji wan kuştinan e ku kiryar tên zanîn lê bê ceza mane. Divê şert û mercên mirina Daryoş Akgol û kê ew pêk aniye bi zelalî werin eşkerekirin. Divê lêpirsîneke serbixwe û bibandor were kirin. Divê raporên sûc, raporên otopsiyê û hemû delîl bi raya giştî re werin parvekirin. Divê berpirsiyar bi darizandineke adil hesab bidin. Divê ji bo kuştinên kiryar nediyar û windakirinên bi zorê komisyona heqîqetê bê avakirin.”
AMED
Xizmên Windayan û nûnerên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê ji bo winda bên dîtin û kujer bêne darizandin li pêş Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu ya Amedê di hefteya 866’emîn de çalakiyên xwe berdewam kirin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin û dowîzên “Parastina kujeran hevkariya sûc e!”, “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” û “Kujer diyar in, winda li ku ne” hatin hilgirtin.
Di çalakiya vê hefteyê de aqubeta Mehmet Zafer Demîrkiran ê ku di 12’ê Îlona 1995’an de li mala xwe ya Rezan a Amedê di aliyê kesên xwe wek polîs da nasîn de bi lêdanî hat revandin û 29 sal in agahî jê nayê girtin hat pirsîn. Çîroka Mehmet Zafer Demîrkiran di aliyê endama rêveberiya Komaleya Mafê Mirovan(ÎHD) Berfîn Elçî hat xwendin.
Çalakî piştî deqîqeyek rêzgirtinê bi dawî bû.
ÊLIH
Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê û malbatên windayan ji bo hefteya 702’emîn a çalakiya xwe li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulistanê kom bûn. Di çalakiyê de çîroka Hatîce Atalay a ku di 10’ê Îlona 1996’an de li navçeya Pîran a Amed’ê dema ku baxçeyê xwe av dida hat kuştin, hat xwendin.
Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Alî Karadogan wiha got: “Di 10’ê Îlona 1996’an de, li navçeya Pîran a Amedê, Hatice Atalay ji bo avdaniyê diçe nava baxçeyê xwe yê zebzeyan ê li hember Midûriyeta Polîsan a Pîranê û ji bo avdaniyê haya polîsan pê dixe. Tîmên tevgera taybet ji Girê Ziyaretê ku li pişt Midûriyeta Polîsan e, bi çekên lûledirêj ew gulebaran kirin. Di wê gavê de, hevjînê Hatice Atalayê diqîre û ber bi polîsan ve bazdide û ji wan re dibêje ku guleyan nereşînin. Lêbelê, polîsekî li wir heqaret li wî dike û dibêje, ‘Em ê te jî bikujin.’ Hevjînê wê ji polîsan re dibêje Hatice Atalay birîndar e û dixwaze wê bibin nexweşxaneyê. Lêbelê, polîsheta saet 6:00’ê sibê wê li wir didin sekinandin. Hatice Atalay li wir ji ber xwîn zêde diçe jiyana xwe ji dest dide. Paşê dozger û bijîşkek tînin cihê bûyerê. Piştî lêpirsînê, rayedarên polîsan radigihînin ku wan li cihê bûyerê tu gule nedîtine û û doz ji hêla dozgerê komarê ve tê girtin. Ji ber ku rayedaran ji dema bûyerê ve lêpirsînek bibandor û serbixwe pêk neaniye, sûcdar hîn jî nehatine dîtin û bûyer wekî cinayeteke kiryar nediyar dimîne.”