Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) sala 2014’an cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî ku li Rêber Apo hatiye birîn weke binpêkirina ‘mafê hêviyê’ pênase kiribû û ji Tirkiyeyê xwestibû ku sererastkirinên qanûnî bike. Li gel 11 salên di ser re derbas bûne, ji ber ku sererastkirinek nehate kirin, dosya çû ber destê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê. Komîteyê heta Îlona 2025’an dem dabû Tirkiyeyê û bi tijîbûna demê re tê payin ku di civîna 15-17’ê Îlonê de ‘biryara navberê’ bê dayin.
‘JI BO AŞTIYA CIVAKÎ PÊWÎSTÎ YE’
Parêzer Mehdî Ozdemîr mijar nirxand û anî ziman ku bicihanîna mafê hêviyê ji aliyê hiqûqî û aştiya civakî ve pêwîstî ye û got, “Mafê hêviyê bi taybetî ji bo Birêz Abdullah Ocalan hem ji aliyê hiqûqî hem ji aliyê siyasî hem jî ji aliyê aştiyê ve pêwîstî ye.”
Ozdemîr anî ziman ku biryara ragirtina heta hetayê ya li girtîgehê li dijî qedexeya êşkenceyê ye, kiryarek li dijî mirovahiyê ye û ragihand ku têkildarî vê rewşê pêwîstî bi lez bi sererastkirinên qanûnî heye.
‘BIRYARÊN DMME’YÊ DIVÊ LI HIQÛQA NAVXWEYÎ JÎ BI CIH BÊNE ANÎN’
Ozdemîr işaret bi peymanên navneteweyî kir ku Tirkiye aliyekî wan e, lewma neçar e bi cih bîne û destnîşan kir ku biryarên DMME’yê jî divê bi cih bêne anîn. Ozdemîr got, “Xala 46’an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê radixe pêş çavan ku biryarên DMME’yê mecbûr e bi cih bêne anîn. Tirkiyeyê di xala 90’emîn a Destûra Bingehîn de destnîşan kir ku peymanên navneteweyî li nava hiqûqa navxweyî derbasdar e û divê bi cih bêne anîn. Ji ber vê yekê jî erka dadgeriyê ya DMME’yê qebûl kiriye. Lewma weke dewleteke ku ev yek qebûl kiriye divê Tirkiye van biryaran li hiqûqa navxweyî pêk bîne.”
Ozdemîr diyar kir ku di vê çarçoveyê de divê xala 17’emîn a Qanûna Têkoşîna li dijî terorê û xalên 107 û 108’emîn ên Qanûna Înfazê biguherîne û got, “Bêyî guhertina qanûnî biryara binpêkirinê ya DMME’yê nikare bi cih bê anîn” û ji bo vê jî biryara ku Dadgeha Ceza ya Giran a 7’emîn a li Amedê ya têkildarî doza Civan Boltan weke mînak nîşan da.
‘KOMÎTEYA WEZÎRAN DIBE KU BIKEVE NAVA PÊVAJOYA PÊKANÎNAN’
Ozdemîr ragihand ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê nêzî 10 sal in ji bo bicihanîna vê biryarê zext nekiriye, rewşeke bi rîsk e ku Tirkiyeyê heta niha têklidarî mafê hêviyê planeke çalakiyê pêşkêş nekiriye û got, “Komîteya Wezîran dibe ku di dema pêş de pêvajoya pêkanînan bide destpêkirin. Ji aliyê dîplomatîk ve ev yek ji bo Tirkiyeyê dikare encamên cidî bi xwe re bîne.”
‘MAFÊ HÊVIYÊ JI BO 4 HEZAR MEHKÛMAN DERBAS DIBE’
Parêzer Ozdemîr ragihand ku mafê hêviyê ne tenê ji bo Rêber Apo, her wiha ji bo tevahiya 4 hezar girtiyên li Tirkiyeyê yên ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî li wan hatiye birîn derbas dibe û got, “Naskirina vê biryarê wê bike ku biryarên mehkûmiyetê yên berê jinûve bêne nirxandin. Ev yek wê derfetê biafirîne ku gelek mehkûmên mafê wan ê bingehîn hatiye binpêkirin cezayekî hîn kêmtir werbigirin, yan jî wê bike ku pêvajoya berdana bi şert bê destpêkirin ku dikarin bêne berdan.”
‘HEM JI ALIYÊ HIQÛQÎ VE PÊWÎSTÎ YE, HEM JÎ WÊ TEVKARIYÊ LI AŞTIYA CIVAKÎ BIKE’
Ozdemîr destnîşan kir ku pêkanîna mafê hêviyê ji aliyê bidawîkirina tecrîda li girtîgehan jî wê girîng be û got, “Avêtina vê gavê wê li konjonktura navneteweyî de Tirkiyeyê bigihîne asteke erênî. Her wiha divê sûcên weke endametiya rêxistinê, alîkariya ji bo rêxistinê, heqareta li Serokkomar, biçûkxistina saziyên dewletê ên li mewzûata Têkoşîna li dijî Terorê, Qanûna Înfazê û Qanûna Ceza ya Tirk di çarçoveya mafê hêviyê de ji nû ve bêne nirxandin.”
‘DIVÊ SERERASTKIRINA QANÛNÎ BÊ KIRIN’
Parêzer Mehdî Ozdemîr got, “Eger em daxwaza çareseriya aştiyane ya meseleya Kurd dikin, divê sererastkirinên li gorî biryarên DMME’yê û mafên bingehîn bêne kirin. Bi vî rengî mafên hatine ewlekirin nakeve bin gefa dadgeriyê.”