Duşem, 4 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Amnesty: 13 kes di bin metirsiya darvekirinê de ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevdîtinên navbera Yewnanistan-Lîbyayê zêde bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DBP û TJA’yê daxuyaniya têkildarî ‘Tertele’yê: Îradeya berxwedanê hêz da gelê Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê pîrozbahiyên Amedsporê: Di serdegirtinan de 10 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mirinên biguman nû nînin: Rejîmeke tundiyê hate avakirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayindir: Dewlet çareseriyê li demê belav dike û kevneşopiya rizandinê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Wanê çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî dest pê kirin: Divê Zimanê Kurdî bi destûrî bê misogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Koyê şehîdên Enfalê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Divê lêborîn bê xwestin, navê Dersimê lê bê vegerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zaxoyê 3 kes xeniqîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    MGK: Divê zextên li ser rojnamevanan bi dawî bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanê Kurd Mehrab Abdullahzade hate darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgiz Mihemedî krîtîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ tevlî pêngava ‘Em YPJ ne’ bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî bi cîhaza oksîjenê dikare hilmê bistîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îngilîstan û Gallerê tenê %3’yê xwekuştinên girêdayî tundiya nav malê derbasî darazê dibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo jinên li Stenbolê hatine qetilkirin û windakirin meş hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a Ewropayê 1’ê Gulanê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    4 hezar sal in nehatibû xwendin: Nivîsa Elamî hat deşifrekirin; gelo Elamî Kurd in?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çavdêriya ji Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Dusseldorfê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên hevgirtinê yên ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Zextên li ser malbatên girtiyên siyasî zêde dibin
Li Rojhilat 394 welatî hatin binçavkirin
Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > HPJ’ê bang li jinan kir: Ber bi civaka demokratîk û aştiyê gavê biavêjin
Jin

HPJ’ê bang li jinan kir: Ber bi civaka demokratîk û aştiyê gavê biavêjin

HPJ'ê şehîdên şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' bi bîr anî û bang li jinan kir ku bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' ber bi civaka demokratîk û aştiyê gavê biavêjin û berxwedana jinan veguherînin şoreşa jinan."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Îlon 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Hêzên Parastina Jinê yên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) bi wesîleya salvegera 3’emîn a şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ daxuyaniyek da û şehîdên şoreşê hemû bi bîr anî û soza serketinê careke din dubare kir.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, “Rastiya mirovahiyê di van axên ku jinê çêkiriye de, bi awayekî zelal bi hemû dijwariya xwe ve, tê jiyan kirin. Di ronîkirina pergala mêrê serdest û rastiya dewlet-desthilatdariyê de, tevgerên azadiya jinê, xwedî rolên girîng in. Hişmendiya azadiya jinê û ezmûnên têkoşîna bi rêxistinî, hişt ku tevgera jinê li hemû cîhanê bilind bibe û ji têkoşîna li dijî pergalê re pêşengtî bike. Peyamên bingehîn ên ku bi milyonan jinan di vê çalakiyê de qîriyan, redkirina pergal û jiyîna heyî bû. Dewlet, serdestiya mêr û kapîtalîzm protesto kirin. Bi qasî guhertina pergala heyî, vebijêrka azadiya jinê danîn holê. Silogana ‘JIN PÊŞEROJ E’ îfadeya vê yekê ye. Rejîmên dîktator ên ku di dused salên dawiyê li herêmê serwer in, têkoşîna maf û azadiya jinan, di sînorên ku dewletê diyar kiriye de, nirxandine. Kes, rêxistin û saziyên ku ji vê çarçoveyê derketine, bi kiryar û zextên cidî re rû bi rû mane, destûr ji pêşketina wan re nehatiye dayîn. Xebatên jinan di bin kontrola dewletê de pêş dikevin. Em mînaka vê di êrîşa ku 13’ê Îlonê de, li ser keça Kurd Jîna Emînî û beriya wê Şilêr Resûlî de dibînin. Bi mafên sînordar ên ku piraniya wan li ser kaxezan dimînin re hatiye xwestin ku jin bibin, jinên herî baş ên malê û xizmetî polîtîkayên netew-dewletê bikin. Di nava sîstema ku rejîma Îranê wê bi rêve dibe de, propaganda tê kirin ku Îran pir bi awayeke baş nêzî jinan û meseleya jin dibe.”

‘ŞOREŞA JINÊ MIJARE HEBÛNÎ YE’

Daxuyaniya HPJ’ê bi vî rengî dewam kir:

“Li hember vê pergalê, di sedsala 21’emîn de xwe parastin, di serî de ji bo jinan, ku di hedefên nexşeya Modernîteya Kapîtalîst de ne, bûye pêwîstiyeke jiyanî ya nebe nabe. Di pêşxistina vê hişmendiyê de, bandoreke pir girîng a tevgera azadiyê heye. Xwe parastin, di wateya fireh de xwe dispêre parastina xwe, nirxên xwe, rûmeta xwe, destketiyên xwe. Ji ber vê jî, şoreşa jinê mijareke hebûnî ye. Dewlet û mêr bi rêbazên tundiyên fîzîkî, psîkolojîk, zayendî, ekonomîk û devkî hewl dide jinan bê parastin bigire û bihêle. Jinan di mijara mêrsalarî, serdestiya mêr û faşîzmê de, bi zana kirin, lê li gel vê jî, stratejiyên ku li hember wan karibin xwe biparêzin jî fêr kirin jiyanî ye. Ji parastina takekesî, heta parastina bi rêxistinî, ji parastina legal heya ya îlegal, hem wekî artêşbûn û hem jî wekî yekeyên xwe parastinê, pêwîstî bi fikirandin, rêxistinbûn û çalakîkirinê heye. Pêşxistina îrade û rêxistinbûna ku wê li dijî tundiyê bisekine, hîmên înşaya nasnameya jin a li ser bingeha azadiyê ava dike. Di ezmûna tevgera azadiya jin a Kurdistanê de, gava yekem a fikir, çalakiya azad û rêxistinbûna xweser, bi artêşbûna jinê re hat avêtin. Bi qasî ku asta azadiya jinê bilind kirin, bi jiyan û çalakiyên xwe re serdestiya mêr hilweşandin. 

Xwe parastin divê bûyîna hêza parastina şoreşa jinê, ji xwe re bikin armanc û hîn bêhtir xwe rêxistin kirin û bi hêzbûnê dayînin pêşiya xwe. Divê karibin hedefên ku ceribandinên wekhev ên cîhanê bandor dikin, piştgirî didin wan, zanyariyên ceribandinan bi hevdu re parve dikin, rêxistinbûnên hevpar ava dikin, ji xwe re diyar bikin. 

BERXWEDANA JINAN LI ÇIYÊ Û ZINDANAN DEWAM DIKE

Berxwedana jin a ku temsîla xwe di Zîlan Pepûle, Madûra, Şêrîn Elemhûlî, Aryen Arê de dît, li çiyayan û zindanan berdewam dike. Di Rojhilatê Kurdistanê de rêbazên şerê taybet, ên li dijî jinan pir zêde tên bi kar anîn. Li gel vê potansyaleke pir xurt a jina şoreşger heye. Bi hêza parastinê HPJ, rêxistinbûna jin a di xweparastinê de, hewl tê dayîn ku ev potansyal bê bi rêxistin kirin. Jinên Fars, Belûc, Afxan û Azerî yên ku pirsgirêkên giran ên civakî û komkujiyên jinan dijîn, xwedî li wan derkevin û biparêzin. Ji xwe ev potansyal xwe di serhildanên JIN JIYAN AZADÎ de, ku mohra xwe li sala 2022’an da û belavî tevahî cîhanê bû de, derxist holê. Pêşketina serhildanan li Rojhilatê Kurdistanê ku xwedî çandeke komînalîzmê û jinên bi hêz e, di asta raperîneke şoreşa jinê de bû. Serhildanên ku bi Şilêr Resûlî û Jîna Emînî dest pê kiriye, bi dirûşmeya JIN JIYAN AZADÎ mezin bû, bandora xwe jî li ser hemû cîhanê kir. Serhildanên ku bi qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir, li tevahî cîhanê formîla Rêbertî ya bi sihir a JIN JIYAN AZADÎ, weke silogan û felsefeya şoreşeke jinê, bi nav û deng bû. Her çendî gelek aliyan xwestin ku vê siloganê bikin malê xwe, hinekan xwestin li şûna wê siloganên din berz bikin jî, ev hewldanên wan bi ser neketin. Şoreşa JIN JIYAN AZADÎ, ji bo tevahî cîhanê bû hêviyeke şoreşê. 

BER BI CIVAKA DEMOKRATÎK Û AŞTIYÊ VE GAVÊ BIAVÊJIN

Em weke hêzên HPJ erk û berpirsyartiyên vê şoreşê bi cih bînin, wekî hêza pêşeng xwedî li nirxên şoreşê derbikevin. Soza tolhildanê careke din nû dikin û bang li hemû jinan dikin ku bi silogana JIN JIYAN AZADÎ, ber bi civaka demokratîk û aştiyê ve gav bavêjin û berxwedana jinan veguherînin şoreşa jinan.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Alî Çîçek: Stêrka sor a zindanê
Nûçeya Pişt re Komalên Ciwan: Em ê xwedî li mîrateya şehîd Rohat Rover derkevin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Kobanê 9 cangorî hatin veşartin

Li Şehîdgeha Şehîd Dîcle cenazeyên 9 cangoriyan bi merasîmekê hatin veşartin.

Ji aliyê Stêrk TV

KCK’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî û bang…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 29’Ê ADARA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Elmanya banga diyalogê li DYE’yê kir: ‘Divê em biryaran zelal bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

KJK’ê banga piştgirî û xwedîderketina kampanyaya ‘YPJ’ê’ kir

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Ji Ewropa û Kanadayê bo Trump peyama hevpar: ‘Em ne mecbûr in stû xwar bikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Amnesty: 13 kes di bin metirsiya darvekirinê de ne

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?