Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê destnîşan kir ku têkildarî Rêber Apo û mehkûmên weke wî di çarçoveya ‘mafê hêviyê’ de divê mekanîzmayên nû yên jinûve nirxandina ceza bêne avakirin. Komîteyê ji bo avêtina gavên şênber ên di vê mijarê de jî 9 meh dem da Tirkiyeyê ku Hezîrana 2026’an li ser mijarê agahiyê bide.
Alîkarê Hevserokên DEM Partiyê yê ji Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê Berpirsyar Ozturk Turkdogan bal kişand ser dema ragihandina biryarê û çarçoveya wê ya hiqûqî û got, “Taybetmendiya biryarê ew e ku dema ji Tirkiyeyê re hatiye dayin ji salekê daxistiye 9 mehan. Beriya niha du caran, herî dawî jî salekê dem hatibû dayin. Niha ev dem daxistin 9 mehan. Ya duyemîn jî xemgîniya xwe bilêv kir ku Tirkiyeyê heta niha ti tedbîr wernegirtiye. Halbûkî dikarîbû li gorî xala 46’an a Peymanê prosedura binpêkirinê bida destpêkirin.”
Turkdogan anî ziman ku komîteyê ji avêtina gaveke hiqûqî xwe da alî, li şûna wê pêvajoya siyasî ya li Tirkiyeyê bi bîr xist û got, “Vexwend ku sûd ji komîsyona li meclîsê û pêşnûme qanûnên beriya niha yên parlamenteran bê wergirtin. Lewma di vir de jî pozîsyona siyasî ya Birêz Ocalan neyekser jî be hatiye qebûlkirin ji aliyê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ve. Wan jî nîşan dan ku bi rengekî siyasî li meseleyê dinihêrin.”
DIKARÎBÛN XALA 46’AN BIXISTA MERIYETÊ
Turkdogan bal kişand ser aliyê siyasî yê biryarê û destnîşan kir ku divê pêvajo li ser zemîna hiqûqê bê rûniştandin. Turkdogan got, “Beriya vê nêzîkatiya siyasî diviyabû nêzîkatiyeke hiqûqî bihata nîşandan. Li gorî nêzîkatiya hiqûqî jî dikarîbû xala 46’an a Peymanê bixista meriyetê û wezîfeyên Tirkiyeyê bi bîra wê bixista. Dikarîbû bi bîr xistibûya ku eger van wezîfeyan neke wê prosedura binpêkirinê bikeve meriyetê. Mînak, ev yek nedabûna destpêkirin jî li şûna ku bibêjin em xemgîn in, dikarîbûn hebûna prosdureke bi vî rengî bi bîr xistibûna.”
Turkdogan herî dawî işaret bi sparteyên hiqûqî Yên mafê hêviyê, pêwîstiya bi îradeya siyasî kir û got, “Di pêvajoyên çareseriya şer de ji bo danûstandin karibe bê kirin divê herdu alî ji aliyê muzakereyan ve wekhev bin, di nava şert û mercên wekhev de bin. Ji bo Birêz Ocalan karibe muzakereyan bimeşîne divê şert û mercên tenduristî, ewlekarî û azadiyê ji bo wî bêne afirandin. Ev yek rewatî û zemîna hiqûqî ji bo mafê hêviyê diafirîne. Desthilatdarî nikare ji vê re bibêje, ‘Ez ê çawa vê bikim?’ Ji ber ku gelek biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê heye. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê sê car in bang li Tirkiyeyê dike. Yanî hem rewatiya xwe ya hiqûqî heye hem jî ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve rewa ye.”