În, 18 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 18’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Uçum: Abdullah Ocalan dê di Desteya Jêr de cih bigire

    Ji aliyê Stêrk TV

    Krîza aboriyê: Hevserokên DEM Partiyê ji bo kombûnê bang li Meclîsê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Selçûk Mizrakli: Divê civak paşeroja xwe ava bike, ne li bendê bisekine

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li zozanan Gulsima koçer, li çiyayan gerîlaya azadiyê Rojda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbata Mazlûm Rizgar Diyar: Em ê xwedî li têkoşîn û bîranîna şehîdên xwe derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bayik: Heta ku Rêber Apo azad nebe qanûna dewletê nakeve meriyetê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qoserê bi girseyî serdana sersaxiya şehîd Zana hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    20 zarokên ku li Îranê hatibûn binçavkirin, bi kefaletê hatin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îmdat Bîngol ê ku piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê ji bo Şehîdên Azadiyê merasîma bîranînê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK-HPJ: Tevlîbûna li greva giştî biryardariya ji bo parastina destketiyên şoreşê bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Muxafizên Şoreşê yên Îranê jineke Kurd revandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrê banga xurtkirina yekîtiya jinan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma JÎNA’yê banga domandin û xurtkirina têkoşînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbatên Dadxwaz û Rêxistinên Jinên Rojhilat serdana gorên şehîdan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiyên Jin, Jiyan, Azadî: ‘Rêxistinbûna me, azadiya me ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Zimanê me hebûna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Albuma ‘Hevala Min’ a Komara Amara derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Komîteya Wezîran divê serî li Îmraliyê bide’
Rojane

‘Komîteya Wezîran divê serî li Îmraliyê bide’

Tora Navneteweyî ya ji bo Azadiya Abdullah Ocalan û Çareseriya Siyasî ya Pirsgirêka Kurd li ser biryara demkî ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya îro daxuyaniyek da û got: "Divê Komîte heyetekê ava bike û serî li Îmraliyê bide."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Îlon 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Tora Navneteweyî ya ji bo Azadiya Abdullah Ocalan û Çareseriya Siyasî ya Pirsgirêka Kurd bi sernavê “Tevdîrên Lezgîn ên ku divê Komîteya Wezîran ji bo Azadiya Abdullah Ocalan bigire” daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de, bal hate kişandin ser wê yekê ku Komîteya Wezîran di civîna xwe ya sala 2024’an de ji bo ku Tirkiye guhertinên zagonî yên pêwîst pêk bîne salek dem dabû, lê dewleta Tirk di vê demê de li gorî vê yekê tevnegeriyaye û Komîteyê biryarek demkî standiye.

KOMÎTEYÊ RAYEYA KOMÎSYONA MECLÎSÊ YA JI BO PÊŞNIYARA GUHERTINÊN ZAGONÎ PEJIRAND

Tora Navneteweyî ya ji bo Azadiya Abdullah Ocalan û Çareseriya Siyasî ya Pirsgirêka Kurd di daxuyaniya xwe de, bi referansa biryara Komîteyê, bal kişand ser rola komîsyona meclîsê û wiha got:

“Komîteya Wezîran bang li rayedarên Tirk kir ku gavek berî gavekî tevdîrên pêwîst bigirin û daxwaz kir ku heta dawiya Pûşpera 2026’an agahiyên li ser tevdîrên ji bo bicîhanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê (DMME) hatine girtin, bidin. Di tevdîrên demkî de, Komîteya Wezîran pejirand ku Komîsyona ‘Yekîtî, Biratî û Demokrasiyê ya Neteweyî’ ya nû, ku di çarçoveya pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatî destpêkirin de hatiye avakirin, xwedî rayeya pêşniyara guhertinên zagonî li Meclîsê ye û mekanîzmayek e ku dikare ji bo naskirina ‘Mafê Hêviyê’ guhertinên zagonî yên pêwîst pêşniyar bike û bicîh bîne.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Komîteya Wezîran, wekî saziyek siyasî, nêzîkatiyek nîşan dide ku pêvajoya nû ya ji bo “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye destpêkirin û însiyatîfên wekî komîsyona nû ya Meclîsê nîşan dide.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Komîte bi awayekî eşkere qebûl nake ku civaka Kurd, Abdullah Ocalan wekî nûnerê xwe yê sereke û nûnerê gelê kurd yê sereke ye, hêza ajokar e li pişt hemû gavên erênî yên di vê pêvajoyê de hatine avêtin e. Ji ber ku tevdîrên demkî bi pêvajoyên siyasî re têkildar in, rola krîtîk a Ocalan di avakirina aştiyê û demokrasiyê de û xebatên wî, û her wiha ew, muhatabê dewleta Tirk e di vê pêvajoyê de, divê bi heman awayî bêne berçav girtin. Ji ber vê jî; naskirina rola Ocalan ji bo her mekanîzmayeke domdar a ku lihevhatina zagonî bi diyaloga siyasî ve girêdide, neçariyek e.

BERTEK LI HEMBER GOTINA ‘TIRKIYEYA BÊTEROR E’

Tora Navneteweyî ya ji bo Azadiya Abdullah Ocalan û Çareseriya Siyasî ya Pirsgirêka Kurd biryara demkî ya Komîteyê rexne kir û ev bibîrxist: Heta niha ne hikûmeta Tirk ne jî komîsyonê, di warê rakirina cezayê ‘hepsa giran a heta hetayê’ an jî rêzgirtina zêdetir li mafên mirovan û hiqûqê de ti guhertinên zagonî nekirine.

Daxuyanî wiha berdewam kir: Di vê çarçoveyê de, Komîte li ser kîjan bingehan bawer dike ku Tirkiye dikare guhertinên pêwîst bike? Dînamîkên hundirîn ên hikûmeta Tirk ji bo pêkanîna veguherîna pêwîst têrê nakin û di vê çarçoveyê de divê Komîteya Wezîran û Konseya Ewropayê mekanîzmayên xwe yên bicîhanînê bikar bînin da ku Tirkiye biryarên DMME’ê bicîh bîne. Her wisa, bikaranîna gotina ‘Tirkiyeya Bêteror’ ji ber ku nêzîkatiyeke neteweperest a ku berovajî pêvajoya demokratîkbûnê ye, divê bê rexnekirin.

DESTÛRDAYÎNA BINPÊKIRINAN

Tora Navneteweyî ya ji bo Azadiya Abdullah Ocalan û Çareseriya Siyasî ya Pirsgirêka Kurd diyar kir ku ji bo dozên Rêber Apo û Koma Gurbanê, “Girîng e ku Komîte ji bo gavên xwe yên pêşerojê li benda Pûşpera 2026’an nemîne. Divê rola siyasî ya navendî ya Birêz Ocalan wekî nûnerê sereke û muhatabê gelê Kurd bê pejirandin. Dayîna demê ji Tirkiyeyê heta Pûşpera 2026’an tê wateya destûrdana berdewamkirina binpêkirinên Tirkiyeyê.

Tora Navneteweyî ya ji bo Azadiya Abdullah Ocalan û Çareseriya Siyasî ya Pirsgirêka Kurd daxwaz kir ku Komîte heyetekê ava bike da ku rewşê li cihê xwe lêkolîn bike û wiha got: Di pratîkê de, divê Komîte bifikire ku heyetekê bişîne Tirkiyeyê da ku rewşê rasterast lêkolîn bike, bi komîsyonên parlamentoyê re têkiliyê dayne û dilxwaziya hikûmetê ya ji bo derbaskirina peymanên daxuyaniyê rapor bike. Divê komîteyeke demkî were avakirin da ku bi taybetî pêşveçûnên di doza Birêz Ocalan de û bicîhanîna ‘Mafê Hêviyê’ bişopîne. Aştî û demokrasî li Tirkiyeyê tenê bi çareserkirina pirsgirêka Kurd dikare pêk were. Azadiya Birêz Ocalan, ku muhatabê sereke yê pêvajoya aştiyê û nûnerê naskirî yê navneteweyî yê gelê Kurd e, ji bo serkeftina vê pêvajoyê pêwîst e.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê QSD’ê civîna xwe ya asayî li dar xist
Nûçeya Pişt re Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Divê meclis demildest ‘mafê hêviyê’ têxe rojeva xwe 
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DFG: Di meha Sibatê de 5 rojnamevan hatin girtin, hejmara girtiyan bû 30

DFG’ê rapora meha Sibatê ya têkildarî binpêkirina mafan a li hemberî azadiya çapemeniyê, weşand.

Ji aliyê Stêrk TV

Serokê Elmayayê yê nû seredana xwe ya ewil ji bo Parîsê kir

Serokê hikûmeta Elmanyayê yê nû Friedrich Merz yekem seredana xwe ya ji bo derveyî welat…

Ji aliyê Stêrk TV

Tevgera Azadî biryarên Doza Kobanê şermezar kir: Serketin wê ya gelê Kurd be

Tevgera Azadî ya ku weke navendî li Başûrê Kurdistanê kar û xebatan dimeşîne, biryarên di…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Bayik: Heta ku Rêber Apo azad nebe qanûna dewletê nakeve meriyetê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 18’Ê ÎLONA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

20 zarokên ku li Îranê hatibûn binçavkirin, bi kefaletê hatin berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Konseya Ewlekariyê ya NY’ê: Li Sûriyeyê hîna zêdeyî 800 kes di kampan de ne

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?