Xelkê Mexmûrê li dijî biryara Konseya Ewropa ya taloqkirina mafê hêviyê yê ji bo Rêber Apo ku beriya salekê hatibû destnîşan kirin, dîsa taloqî Hezîrana 2026’an kiriye meşiyan.
Mafê Hêviyê yê ji bo Rêber Apo ku beriya salekê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatibû destnîşankirin û ji bo bicih anîna mafê hêviyê salek wext dabû dewleta Tirkiye. Ev wexê ku hatî diyarkirin di meha Îlonê de qediyabû û nehatibû bicihanîn. Konseya Ewropayê di civîna xwe ya têkildarî mafê hêviyê yê ji bo Rêber Apo de dîsa ev biryar teloq kir.
Li dijî vê, Xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) meşiyan. Xelkê wargehê gotin: “Tekane rêya ku ev prose bigihe aştiyê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.”
Meş li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan destpêkir heta ber avahiya NY domand. Di meşê de wêne û posterên Rêber Apo hatin berzkirin û dirûşemyên ‘Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Îmralî’ qêriyan. Her wiha nivîsên wek ‘Dengê aştiyê ji yê şer bilindtire, Hêz di aştiyê de şîn dibe, Aştî zimanê hevbeş yê mirovahiyê ye, Aştî dengê hêviyê ye, Ger aştî hebe pêşeroj heye’ û hwd hatin berzkirin.
Piştî ku meş gihişt ber avahiya NY’yê, li vir daxuyaniyek hat dayîn. Beriya ku daxuyanî were dayîn, ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat giritin. Piştî rêzgiritinê daxuyanî ji aliyê Hevşaredar Edban Yilmaz hat dayîn.
Hevşardar Edban Yilmaz diyar kir ku di van 20 salê Rêber Apo di greva Îmralî de berxwedana ku dayî meşandin, niha bûye cihê hêvî, aştî û biratiya gelan û got: “Dewletên Ewropa yên ku xwe bi navê konseya Eweropa binav dikin, her wiha CPT, NY, ev tecrîda ku di hindirê 27 salan de hatî meşandin ji nedîtî ve hatin. Di hindirê van 27 salan de berxwedanek bê hempa hat meşandin. Rêber Apo bi firkir û ramanê xwe li tevahî cîhanê belav bû. Dewleta Tirkiye dixwest bi şêweyê tecrîd û pêşîlêgirtina li firkir û ramanê Rêber Apo, gelê Kurd û Rêbertî ji hev bide qutkirin lê ev yek encam negirt. Di sedsala 21’an de ku cîhan di nava şer û aloziyek mezin re derbaz dibe, bi firkir û ramanên xwe proseyek ya aştiyê li Tirkiyê da destpêkirin. Di demek wisa de bû ku çavên gelê Kurd û tevahî cîhanê li Konseya Eweropa bû ku di kombûna xwe de mafê hêviyê yê Rêber Apo dide îspatkirin, ev cihe gumanê ye. Ji ber ku di rojek wisa de pêwistiyên Rojhilata Navîn bi taybet pêwîstaiya gelê Kurd bi firkir û ramanên Rêber Apo heye. Taloqikirina mafê hêviyê cihê gûmanê ye. Komîteya ku di parlementoya Tirkiyê de hatî avakirin, bêguman cihê pîroziyê ye, lê ev komîte ji roja me ya îro re nabe bersiv.”
Yilbaz bal kişand ser Pêvajoya Aştiyê û ev got: “Em bang li komîteya parlementoya Tirkiyê dikin, dest ji van gavên tirsonek berdin, êdî pêwîste hûn jî gavên şênber bavêjin ku ev prose bigihe aştiyê. Tekane rêya ku ev prose bigihe aştiyê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Ji ber ku Rêber Apo îradeya bi milyonane. Ev nêzî 6-7 mehin proseyek ya aştiyê hatiye destpêkirin, nimûneya herî ber bi çav pêşî li xwîn rijandinê hatiye girtin. Li ser vê yekê em bang li NY dikin ku dest ji vê polîtiya xwe ya taloqirina mafê hêviyê yê Rêber Apo berdin û zextên pêwîst li dewleta Tirkiye bike ku Rêber Apo bigihe azadiya xwe ya fîzîkî. Her wiha divê dewleta Tirkiye jî dest ji vî zimanê xwe yê ku gelê Kurd weke teror dayîna nîşandan berde. Li ser vî bingehî em wek xelkê wargehê emê heta dawiyê li gel Rêberê xwe bin.”
Meş bi dirûşemeyên ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.