Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, 5’emîn Mihrîcana Çanda Kurd a Şehîd Sînan Dersim bi tevlîbûna hezaran kesan hat lidarxistin. Ji gelek navendên Fransayê Kurdan û dostên wan berê xwe dan qada mihrîcanê.
Li qada mihrîcanê stendên çand û hunerê, xwarin, hunerên destan û cilûbergên herîmî hatin danîn. Beşdaran eleqeyek mezin nîşanî standan dan. Di stendan de hem berhemên kevneşopî hatin pêşandan û hem jî pirtûkên li ser wêjeya Kurdî û dîroka Kurdan hatin pêşkêşkirin. Ev qad, ji bilî nasandina mîrata çandî, ji bo beşdaran bû cihê hevdîtinê.
MUZÎK Û GOVENDÊ DI BIN BARANÊ DE JÎ DOM KIR
Mihrîcan bi folklora Kurd û koroya TEV-ÇAND’ê dest pê kir. Di nav hunermendên ku derketin ser dikê de Ruken Yilmaz, Koma Rojhilat û Serhado hebûn. Tevî barana zêde, beşdaran dev ji govend û muzîkê bernedan; qad bû cihê kêlîyên coşdar.
KONÊ DENGBÊJAN
Yek ji beşên mihrîcanê yên ku herî zêde eleqe dît, konê dengbêjan bû. Stranên ku ji aliyê Dengbêj Rêdur û Dengbêj Mihemed Cantepe ve hatin gotin, ji beşdaran re rêwîtiyeke bîra çandî pêşkêş kir. Beşdaran bi awazên dengbêjan hem welat hîs kirin û hem jî hestên hevgirtina çandî jiyan.
PEYAMA RÊBER APO HATE XWENDIN
Li Mihrîcanê Parlementerê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan jî beşdar bû. Ocalan, li ser pêşveçûnên têkildarî pirsgirêka Kurd axivî û bal kişand ser girîngiya hevdîtina Rêber Apo bi komîsyona li meclîsê re. Her wiha li qada mihrîcanê peyama Rêber Apo hate xwendin û beşdaran bi dirûşma “Bijî Serok Apo” bersiv da.
BI STENDA HEYVA SOR RE HEVGIRTIN
Di çarçoveya mihrîcanê de, stenda Heyva Sor a Kurdistanê hate vekirin. Di stendê de xişr, cilên herêmî û berhemên destan ên ku ji aliyê dildaran ve hatibûn amadekirin hatin pêşandan. Beşdaran bi kirîna van berheman hem çanda Kurdî nas kirin û hem jî tevkarî dan dahatên ku ji bo kesên hewcedar bêne bikaranîn. Stendê armanc kir ku balê bikişîne ser rewşa penaberên Kurd ên ku ji ber koçberî û şer di şertên zor de dijîn.
STENDA PIRTÛKAN BÛ CIHÊ ELEQEYÊ
Stenda pirtûkan a ku di mihrîcanê de hate vekirin, eleqeyeke mezin a serlêderan kişand. Di stendan de pirtûkên bi Kurdî û Tirkî, berhemên wêjeyî û lêkolînê û herwisa pirtûkên hînkirina ziman hatin pêşandan. Berhemên weşanxaneyên Aram, Mezopotamya, Meyman û Dipnot bi eleqeyeke mezin hatin pêşwazîkirin.
Mihrîcan bi muzîk, govend û çalakiyên çandî heta saetên dereng dom kir.