Bêrîvan ku bi bidawîbûna havînê re rêwîtiya wan a li zozanan jî bi dawî dibe, îsal jî gelekî ked dan û xebitîn. Serê sibehê rabûn, ya bi wesayitan ya jî bi hêstiran bi kîlometreyan çûn zozanan, mihî dotin, şîr û penêrê wan jî ji bo debara xwe amade kirin. Li navçeya Miksê ku ji ber dûrbûna xwe li Wanê ji aliyê her kesî ve weke gerstêrka nehemîn tê pênasekirin, jin havînê bêrîvaniyê dikin, zivistanê jî li malê sewalan xwedî dikin. Li gundê Arinçê yê Miksê jin 4 mehan rêya 2 saetan li ser pişta hêstir yan jî bi hestan derbas dikin û xwe digihînin zozanan. Jin piştî vê rêwîtiya rojane ya xetere mihiyan didoşin û êvarê jî vedigerin mala xwe. Jin diyar dikin ku li gel zor û zehmetiyan keda wan nayê dîtin û dibêjin, “Em hewl didin debara xwe bikin. Li vir karekî din ê bê kirin nîne.”
4 MEHAN LI SER PIŞTA HÊSTIR DERBAS DIKIN!
Li navçeyê ku demsala zivistanê gelekî dijwar derbas dibe, rêya ku Bêrîvan mehên biharê jê derbas dibin û xwe digihînin zozanan hem ji ber kar hem jî ji ber baranê timî xera dibe. Jin ji ber rê nayên çêkirin her sal heman pirsgirêkan dibînin û rêya du saetan neçar in bi hêstiran biçin. Ji ber ku benzîn biha ye nikarin wesayitan jî kirê bikin. Jinên ku di nava rojê de gelekî diwestin, piştî ku karê wan diqede ji ber şîr û penêr rêya jê hatine neçar in bi meşê vegerin. Di vê rêwîtiyê de gelek bêrîvan ji hêstiran dikevin û birîndar dibin.
Jinên li ser rêya zozanan ji ajansa me re axivîn. Kiymet Çagirci ku 20 sal in vî karî dike, bi vî rengî qala zor û zehmetiyan kir: “Bi salan e ya bi hespan ya jî bi hêstiran em diçin. Em mihiyên xwe didişon, penêrê xwe çêdikin û vedigerin malê. Em ji neçarî vî karî dikin. Wekî din kar nîne. Nêzî 20 sal in ez vî karî dikim. Zarokên me li malê tenê dimînin, dema vedigerin malê jî em karê malê dikin. Ev rê her zivistanê xera dibe. Berf dibare, baran dibare, havîna din careke din xera dibe, em nikarin bi wesayitê jî jê biçin. Em sibehê saet derdora 10’an diçin, êvavrê 7’an vedigerin gund. Rêya me bi qasî 2 saetan dewam dike. Gulanê em dest bi rêwîtiyê dikin, dawiya Îlonê diqede. Em berhemên xwe yên zivistanê hemûyan ji vê bêriyê werdigirin. Em kedê didin ku zivistanê bi rehetî debara xwe bikin. Zivistana vê derê gelekî zehmet e. Li vê derê ne derfetên kar heye ne jî tiştekî din. Ji ber vê yekê 3, 4 mehan em her roj di vê rêyê de diçin û tên. Ev rê rast jî nîne, em hildişin. Lewma hinek ji hêstir an jî hestê dikevin û birîndar dibin. Di vegerê de ji ber ku em şîrê xwe li hêstiran bar dikin, em neçar dimînin ku bi peyatî bên gund. Bi her awayî zehmet e.”