Çarşem, 24 Îlon 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    KCDK-E’yê bang li Fransayê kir: Hurmetê nîşanî îradeya gelê Kurd bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 24’Ê ÎLONA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wesayîta ku girtî dibir Tarsûsê qelibî: 12 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Buroya Hiqûqê ya Sedsalê nerazîbûn nîşanî ‘berevajîkirinê’ da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendê Arjantînî Racca: Gelek tişt hene ku Abdullah Ocalan hînî me bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 23’YÊ ÎLONA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Zulkuf Palû: Riza Altûn bandor li ser dost, dijmin her kesî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskar Herrdem Merwanî: Divê dewlet berpirsyariya xwe bi cih bîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana sersaxiya Kurtay Giravî hte kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Roşer Tolhildan piştî 6 salan hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê li Amedê dest bi kampanya ‘Em aştiyê dixwazin, ji ber…’ kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ gerîlayên şehîd bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Şandeya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Berlînê hevdîtinan dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 meh li ser pişta hêstir: Kes me nabîne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Dengê jinên Efganîstanê banga hevpar a têkoşîna jinan e!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Riha, Êlih û Mêrdîn pêşkonferansên Dayikên Aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Hevgirtina Jinan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin divê bêyî cudahiya etnîkî yek bin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di Vejîna Kurd de vê hefteyê: Berxwedana Keleha Arnonê û Kongreya 2’yemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Fîlm a Rojava fîlmê ‘Heval Birako’

    Ji aliyê Stêrk TV

    5’emîn Mihrîcana Çanda Kurd a Şehîd Sînan Dersim hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Brukselê stranên Kurdî bi senfoniyê re gihîştin hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Julîde Kural vîdeoyek bi navê ‘Ji bo aştiyê soza min heye’ amade kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Jiyana min timî şer bû (Bergê 2.): Salên li zindanê’ bi Spanî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Umît: Divê pêşî li Rêber Apo bê vekirin ku karibe siyasetê bike
Rojane

Umît: Divê pêşî li Rêber Apo bê vekirin ku karibe siyasetê bike

Hêlin Umît diyar kir ku di qonaxa yekem a pêvoyê de Tevgerê erkên xwe bi temamî bi cih anî û got: “Di qonaxa duyemîn de divê pêşî li Rêber Apo bê vekirin ku karibe siyasetê bike û di çarçoveya entegrasyona demokratîk de sererastkirinên qanûnî bêne kirin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Îlon 2025 Dema xwendinê: 28 dq.
Parvekirin

Endama Tevgera Azadiya Kurdistanê Hêlin Umît der barê biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê derheqê biryara binpêkirina ”mafê hêviyê” ya têkildarî Rêber Apo û geşedanên têlildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji Medya Haber Tv’yê re nirxand. 

Hêlîn Umît di destpêka axaftina xwe de hezkirin û hesreta xwe ji bo Rêber Apo anî ziman û li ser mafê hêviyê ev tişt got: “Yek ji pêşketinên herî girîng e. Ji ​​ber ku ew rewşa Rêber Apo jî eleqedar dike. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê li ser Mafê Hêviyê biryareke nû girt. Wekî Tevger, em li bendê bûn û me dişopand. Em li bendê bûn bê li ser vê mijarê çi bibêjin, çi tedbîran bigirin û çi gavan bavêjin. Ez ne şaş bim, xwe dispêre ser biryara ku 11 sal berê hatiye girtin û ev 11 sal in gelê Kurd bi nîqaşa mafê hêviyê re mijûl dikin. Yanî Konseya Ewropayê bi xwe pêşengiya vê yekê dike. Divê wisa were zanîn ku qanûna mafê hêviyê ne tenê ji bo Rêber Apo ye. Ew mafek e ku mirovahiyê di çarçoveya rêgezên gerdûnî û mafên mirovan de bi dest xistiye. Bi taybetî ji bo girtiyên siyasî hatiye bidestxistin.

BI MÎLYONAN KES RABÛN SER PIYAN 

Çi me aciz dike, an çi ji me re ecêb tê? Pirsgirêk ew e ku kesên ku xwediyê vî mafî ne nikarin wê bi kar bînin, an jî bi zihniyetek bazirganî di rojevê de tê hiştin. Di rojên ku ev biryar dihat nîqaşkirin de, li Ewropayê çalakiyên mezin pêk hatin. Bi mîlyonan kes li Tirkiye, Kurdistan, Amed, Wan û Mersînê daketin kolanan. Bi mîlyonan kes rabûn ser piyan da ku qanûna mafê hêviyê ji bo Rêber Apo û serokatiya wan were bicihanîn. Yanî bi milyonan kes ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi qanûnî misogerkirin rabûn ser piyan. Li Rojava jî rabûn ser piyan.”

Hêlîn Umît anî ziman ku mafê xwezayî yê Rêber Apo kirine mijara bazarê û ev wan dixe nava fikaran. Umît wiha domand: “Ji bo ku Rêber Apo ji vî mafî sûdê wernegire bi sed hezaran girtî ji vî mafî sûdê wernagirin. Gelek hevalên me li girtîgehan girtiyên siyasî ne, rehîn in. Tevî ku cezayên wan qediyane jî nayên berdan. Ji ber vê yekê têkoşîna ji bo hiqûqa demokratîk û weke lingeke nû ya Tirkiyeyê, avakirina hiqûqa demokratîk pir girîng e. Em di aliyê mafê hêviyê de bi rastiyeke wiha re rû bi rû ne.”

‘RÊBER APO NÊRÎNEK CÎHANÎ TEMSÎL DIKE’

Hêlîn Umît destnîşan kir ku pêkanîna mafê hêviyê ne tenê li ser Rêber Apo hatiye ferzkirin û di rastiyê li ser gelê Kurd bêhêviyê ferz dike û li ser jinan, gelên Tirkiyeyê û gelên herêmê tê ferzkirin. Hêlîn Umît got ku Rêber Apo cîhaneke nû û azad û têkiliyên azad temsîl dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ew ne tenê ferdek e; ew civak û pergalek e. Rêber Apo nêrînek cîhanê temsîl dike. Mafê hêviyê ji bo Rêber Apo pêk naynin. Ji ber vê yekê, em bi vî rengî nîqaş dikin: ne mafê hêviyê, lê Rêgeza Hêviyê… Ez bawer dikim ku Rêber Apo dixwest ku bi vî rengî were nîqaş kirin. Ew rêgezek e.

Weke ku min got, jixwe ev maf heye, lê rêgeza hêviyê jî heye. Yanî rêgez hêviyê ji bo her kesî derbasdar e. Divê her kes jê sûdê werbigire. Ji ber ku hewl didin jin, gel, gelên Tirkiyeyê, gelên Kurdistanê neçarî dewletperest desthilatdariya mêrû rejîma şaristanîperest. bikin 

Sedema bingehîn a helwesta li dijî Rêber Apo ev xala dijberiyê ye. Ev bi ti awayî nayê qebûlkirin. Divê teqez were bicîhanîn.

AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO ERKA SEREKE YE

Heta niha pêk neanîna vî mafî rasterast bi polîtîkayên li dijî gelê Kurd ve girêdayî ye. Rastiyek wiha heye: Hêzên ku Komploya Navneteweyî pêk anîn ku lingê wê yê herî girîng dewletên Ewropayê bûn, avaniya netewe dewletê ya Eweopayê bû. Bi awayekî sûcên xwe bi vî rengî didomînin. Yanî ev 10 sal in pêkneanîna vî mafî, timî dihate mijûlkirin, ji demê re dihate hiştin û herî dawî het Hezîrana 2026’an hate dirêjkirin, tê vê wateyê. Di rastiyê de careke din pêşiya polîtîkayên astengkirinê yên ku ji hêla dewleta Tirk ve têne kirin, vedikin û bingehê amade dikin. Derî tê vekirin. Xetereyeke bi vî rengî heye. Ji ber ku em di nav pêvajoyek pir girîng de ne. Em di nav pêvajoya aştî û civaka demokratîk de ne. Di vê pêvajoyê de erkên ku divê bi lez werin bicîhanîn hene. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo erka sereke ye. Qanûna Mafê Hêviyê ya wê bibe bingeha vê, neanîna wê ya rojeva Tirkiyeyê, dixwazin peyama “Binrastî em dikarin bêtir dereng bixînin” bidin. Biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê rê li ber vê siyaseta mijûlkirinê vekiriye. Ev rewş bi ti awayî nayê qebûlkirin.

Em aliyê siyasî yê vê yekê, peyamên ku ji me re dişîne bi vî awayî şîrove dikin. Bêguman, pisporên hiqûqnas di çarçoveya ku ev biryar tê çi wateyê de nirxandinên xwe kirin. Hin kes gotin ku ku ev ‘hevkariya sûc e’ û bi rastî ev beşek polîtîkayên Tirkiyeyê ye.

Belê, welatên Ewropayê, dewletên Ewropayê, peymanên pir qirêj bi Tirkiyeyê re dikin. Ew dixwazin şerê li Tirkiyeyê, şerê Kurdan, şerê di navbera Tirk û Kurdan de berdewam bike. Ji ber ku dixwazin Tirkiyeyê qels bikin û wê mûxtacî derve bikin.

Jixwe hevalê Abbas di bernameyê de got, tê bîra me, bê Elmanya polîtîkayek çawa bû. Helwesta dewletên Ewropayê çawa bû; me ji bîr nekiriye”. 

RÊBER APO BI YEKALÎ PÊVAJOYÊ GIHAND QONAXEK GIRÎNG

Hêlîn Umît li ser pêvajoya Aştî û CivakamDemokratîk a ku ji hêla Rêber Apo ve hatiye destpêkirin jî axivî û wiha got: “Her kes vê pêvajoyê li gorî xwe fêm dike. Dijberên me vê pêvajoyê cuda pênase dikin, em cuda pênase dikin. Planeke dijberên me heye û planeke me jî heye. Planeke Rêber Apo jî heye. Di wê wateyê de, divê em daxuyaniya parêzeran rast fêm bikin. Em di kîjan pêvajoyê de ne, di kîjan qonaxê de ne? Ji bo pêvajoyê rast bê meşandin ev yek girîng e.

Qonaxa yekem çi bû? Ger em derbasî qonaxa duyem bûbin, em dikarin ji xwe bipirsin ka qonaxa yekem çi bû. Beriya her tiştî, Bahçelî di 1’ê Cotmehê de li Meclîsê destê endamên DEM Partiyê girt û piştre bang li Rêber Apo kir û got, ‘Were, li Meclîsê siyasetê bike, têkoşîna çekdarî bi dawî bike. Dawî li hebûna xwe ya rêxistinî bîne û têkoşîna xwe li Meclîsê bidomîne’. Piştî vê pêvajoyê, Rêber Apo ev destê dirêjkirî li hewa nehişt. Bersiva ku da niha li Tirkiyeyê rojev e û rojeva Rojhilata Navîn û cîhanê diyar dike.

PKK, partiyeke 50 sal e; Rojhilata Navîn hejand, gelek pêşketinan da destpêkirin, nasnameya Kurd ji nû ve derxist holê, pênase kir û hişt ku gelê Kurd wekî neteweyek demokratîk derkeve holê. Ev partî di meha Gulanê de kongreya xwe li dar xist û hebûna xwe ya rêxistinî bi dawî kir. 

Înîsiyatîfa ku piştî wê ji aliyê Rêbertiyê ve hat girtin, pêvajo meşand. Rêber Apo bi yekalî ev pêvajo anî qonaxek krîtîk. Yanî PKK fesix bû, stratejiya têkoşîna çekdarî guherî û herî kêm ragihandin ku ew ê li dijî Tirkiyeyê çekê bi kar neyne.

Ev hemû bi pêşengiya Rêber Apo pêk hatin. Rêber Apo di Kongreya 12’an a PKK’ê de wekî sermuzakerevan hate destnîşankirin û ev hemû pêşketin bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve girêdayî ne. Lê ev hemû gav, niyeta baş a Rêber Apo, di vê çarçoveyê de pêş ketin. 

Milîtanên vê tevgerê têgihîştineke tevahî ya ku Rêber Apo fêm bike û helwesteke ku layîqî Rêbertiyê nîşan da. Em dikarin vê serdemê wekî qonaxa yekem bi nav bikin.”

DU TIŞTÊN KU DI QONAXA DUYEMÎN A PÊVAJOYÊ DE BÊN KIRIN HENE

Hêlîn Umît têkildarî qonaxa duyemîn jî nirxandin kir û ev tişt anî ziman: “Jê re pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê tê gotin. Ev pênaseyeke pir fireh e. Yanî pirsgirêkên demokratîkbûna Tirkiyeyê û awayên çareserkirina van pirsgirêkan dibe ku mijara qonaxeke din bin. Lê qonaxa duyemîn a ku em niha tê de ne, pêvajoya avakirina bingeha qanûnî ya gavên ku ji hêla Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ve hatine avêtine. Ev berpirsiyariyekê dixe ser milê dewlet û hikûmetê. Tevgera Azadiya Kurd nikare bi tena serê xwe vê yekê bike. Wê tiştên ku ket milê xwe bi cih anî. Banga ku jê re hate kirin û şertên wê bi cih anî. Niha, tiştê ku divê di qonaxa duyemîn a pêvajoyê de were kirin du tişt in hene:

Yek: Divê rola Rêber Apo di vê pêvajoyê de bi awayekî rast were pênasekirin. Yanî ger rola Rêber Apo bi awayekî rast neyê pênasekirin, nêzîkatiyeke rast nîşanî Rêber Apo nedin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo neyê misogerkirin, çi qas pêşketin were hîskirin an jî were dîtin jî, wê pêvajo vegere serî. Ez vê yekê wekî rêhez dibêjim, ne wekî belavkirinê. Yanî ev yek di xwezaya wê de heye. Ji ber ku Rêber Apo mîmar, hêza afirîner a vê pêvajoyê ye. Belê, rexneyên Rêberê me li ser têgihîştin, fêhmkirin û pêkanîna wê ji me hene. Em hîn jî hewl didin ku van derbas bikin, em li ser wan nîqaş dikin. Em hewl didin ku bi awayekî rast fêm bikin, bi awayekî rast bigirin dest û li ser vê bingehê erkên xwe bi cih bînin. Dibe ku pirsgirêkên bi vî rengî ji aliyê me ve jî derkevin holê. Lê pirsgirêka herî bingehîn a niha pênasekirin û têgihîştina xelet di cihê Rêber Apo ya di civaka Tirkiyeyê û siyaseta Tirkiyeyê de ye.

Bala xwe bidinê, di gelek bernameyan de me nêzîkatiya amûrkirina li hemberî Rêber Apo anî rojevê û me ew red kir. Me qebûl nekir. Di qonaxê de hin kes ew pir jîr dibînin. Hin kes difikirin ku ew ê girtina Rêber Apo ya li Îmraliyê weke derfetekê bi kar bînin û wê hin tiştan bikin. Lê ev li dijî xwezaya wê ye. Ger Rêber Apo wekî rêberê damezrîner tê pênasekirin, divê li gorî wê nêzîk bibin. Divê rêya siyasetê ji bo Rêber Apo bê vekirin.

DIVÊ RÊYA SIYASETÊ JI BO RÊBER APO BÊ VEKIRIN

Çawa ku me di qonaxa yekem de erkên xwe bicih anîn, divê rêya siyastê ji bo Rêber Apo bê vekirin da ku di qonaxa duyem de siyasetê bike. Ji bo vê yekê, divê çûyîna Îmraliyê ne li ser destûrdayînê be, bi gotinên ‘Vaye me şande bir’, ‘Vaye me parêzer bir’, ‘Hin rayedarên dewletê diçin, civînan li dar dixin, nîqaş dikin’ nabe. Bi vî rengî siyaset nayê kirin. Veguherîna mezin a Tirkiyeyê, guhertina wê ya mezin, hevgirtin, xwişk-biratî û demokrasiya ku pêwîstiya wê pê heye, ez navê komîsyonê dibêjim û bi vî rengî nayê pêşxistin. Bala xwe bidinê, bendewariyên ji Rêber Apo pir zêde ne. Siyaseta Tirkiyeyê jî bendewariyên pir zêde hene. Yên ku vê yekê ji ber du sedeman dikin hene. Yên bi niyeta baş û yên bi niyeta xirab dikin hene. Yên bi niyeta baş dikin bi rastî vê yekê dibînin: Yanî, pirsgirêka herî bingehîn a sedsaliya komarê pirsgirêka Kurd bû û înkarkirina mafên wê bû. Ev yek di destpêka avakirina komarê de wê anî qonaxeke şaş û îro, rastiya komareke ku êdî nikare li ber krîzê li ser piyan bimîne derketiye holê. Ew bû zemîna serhildanan û Tirkiyeyê mûxtacî derve kir. Ji ber vê yekê, dema ku komar hate avakirin, ew di destpêkê de li ser bingeha tifaqa Kurd-Tirk pêş ket.”

Hêlîn Umît di berdewama nirxandinên xwe de wiha got: “Beşeke girîng heye ku dibêje, ‘Divê mafên gelê Kurd werin dayîn û Tirkiye demokratik be’. Ev beş dibînin ku di vê yekê de pêşengî Rêber Apo kiriye. Lê belê, ku dengê wan zêde dernekeve an jî nehêlin derkeve, ev bi zemîna siyasî ve girêdayî ye. Lê zemînekî xurt ê bi vî rengî li Tirkiyeyê heye.

Lê yên ku bi niyeta xerab diaxivin, dibêjin: ‘Heke Rêber Apo di vê pêvajoyê de rolek girtiye û dibêje ku wê vê pêvajoyê biqedîne, wê demê bila pirsgirêkên Sûriyeyê jî çareser bike, bila pirsgirêkên Iraqê jî çareser bike’. Hê jî dibêjin, ‘Bila qeyrana herêmî çareser bike, bila ev pirsgirêk ji holê rabe, bila têkiliyên me yên bi Yekîtiya Ewropayê re jî ji nû ve werin diyarkirin’. Ev têrê nake; dibêjin bila pirsgirêka aborî ya Tirkiyeyê, qeyrana civakî jî çareser bike.
Bi rastî, bi gotina, ‘Bila pirsgirêka Sûriyeyê çareser bike, bila vê çareser bike, bila wê çareser bike’, ew dixwazin Rêber Apo wekî berpirsiyarê hemû pirsgirêkan nîşan bidin û barekî wisa giran daynin ser milên wî, lê di heman demê de dest û lingên wî girêdidin û nahêlin kar bike. Rêber Apo vê yekê di demên berê de bi metaforekê wisa îfade kiribû: ‘Min davêjin hewza bê av û dibêjin, ‘sobekariyê bike’. Bi rastî rewşek wisa heye. Hem şertên ku wî siyasetê bike, bi rêxistina xwe re têkildar be, bigihêje civakê, bi siyasetmedaran re têkiliyê deyne, bi awayekî azad kar bike nayên afirandin, hem jî tê xwestin ku ew hemû pirsgirêkan çareser bike. Ev nayê pejirandin.

Bi rastî, bi vî awayî zemînek ji bo êrîşên nû li ser Rêber Apo tê amadekirin. Êrîşên çawa? Hinekan got, ‘Heke ev nebe, pêvajo têk diçe, heke ew nebe, pêvajo têk diçe’. Bi rastî, bi zêdekirina zextan li ser Tevgerê û Serokatî, dixwazin pêvajoyekê ava bikin ku tê de guhertin û veguhertinên pêwîst ji bo gelan, jinan, civaka herêmê neyên jiyîn û pergala heyî wekî xwe bidome. Ji ber vê yekê, di çarçoveya vê pêvajoyê de, mijara herî girîng azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye, gihîştina wî ya şertên xebata azad e.

Ez dikarim bi rehetî vê bibêjim, heke ev were kirin, di warên din de jî pêşveçûn dê pir bi lez çêbibin. Em ê wê demê jî wekî her carê, çi ji destê me tê bikin. Di vê mijarê de, wekî Tevgera Azadiya Kurd, hem ji bo vê dawiyê hem jî di dîroka xwe de, ev eşkere ye. Di pêvajoyên çareseriyê yên berê de jî, me her tiştê ku li ser me bû bêkêmasî kir. Pirsgirêk ne ji me derketin. Ji niha û pê ve jî wê ne ji me derkevin. Lê Rêber Apo sermuzakerevan e.

Numan Kurtulmuş, di axaftina xwe ya li Komisyonê de dibêje, ‘Em pêvajoyek çareseriyê ya bi şêwaza Tirkî pêş dixin’. Ez ê nekevim nav vê mijarê, lê ev nayê wê wateyê ku di şertên ku Rêber Apo bi temamî di binê esaretê de ye, pêşveçûn çêbibe. Ev pêvajo bi vî rengî nameşe.
Kes nikare tiştekî wisa ji Rêber Apo yan ji me hêvî bike. Yanî, di şertên ku Rêber Apo ne azad be, bi awayekî fizîkî ne azad bijî, nexebite, pêşveçûn çênabe. Pêwîstî bi nîqaşên me bi Rêber Apo re heye. Ji bo ku bi awayekî rast pêk were, divê em Rêbertiya xwe bibînin, nîqaş bikin, bipirsin. Heke em vê nekin, em çawa dikarin bi awayekî rast pêk bînin? Em hemû tevlî Rêber Apo bûne. Ne tenê ez, bi hezaran şervanên azadiyê hemû tevlî Rêber Apo bûne. Rêxistina me Rêber Apo ye. Rastiyên me Rêber Apo ne. Rastiya me ya Rêber Apo ye. Ji ber vê yekê, ji bo me, bingeha vê pêvajoyê bi vê tê pîvandin.

MIJARA BERDANA ÇEKAN BI DAWÎ BÛ

Hişê mirovan bi têgihan çêdibe. Em bi têgihan difikirin. Ji ber vê yekê, Rêber Apo ji bo vê pêvajoyê paketek têgihan pêşkêş kir. Têgihan bi baldarî hilbijart. Têgihên pir rafîne bi kar anî, ger hûn bala xwe bidinê. Mînak, navê vê pêvajoyê ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e’. Yên li hemberî me dibêjin, ‘Pêvajoya Tirkiyeyê ya bê teror’. Ez vê yekê dibêjim ji bo cudahî were famkirin. Dema ku têkoşîna çekdarî hate bidawîkirin, Rêbertî negot têkoşîn qediya. Got, ‘Em têkoşînê dibin qonaxek nû’. Got, ‘Stratejiya bingehîn a vê pêvajoyê siyaseta demokratîk û hiqûq e’. Ji bo ku şertên xebatê yên vê serdemê çêbibin û stratejiya siyaseta demokratîk û taktîka hiqûqê bikeve meriyetê, têgiha ‘entegreasyona demokratîk’ bi kar anî. Yanî, bêyî entegreasyona demokratîk, siyaseta demokratîk û hiqûq dê pêş nekevin; stratejiya siyaseta demokratîk çênabe, hiqûq ji nû ve nayê avakirin û bêyî van jî civaka demokratîk û aşitî nayê avakirin.

Di vê çarçoveyê de, erê, têgiha entegreasyonê têgihekî nîqaşbar e. Her kes li gorî xwe wê têdigihîje. Ger hûn bala xwe bidinê, li Tirkiyeyê çavê her kesî li Komisyonê ye û Komisyonê dişopîne. Li ser Komisyonê jî nîqaşek wisa çêbû. Ev Komisyon ji bo çi hate avakirin? Ma Komisyon dê hewcedariya demokratîkbûna Tirkiyeyê nîqaş bike, dê nîqaş bike ku ev pirsgirêk ji ku derketiye, dê pirsgirêkê bixwe nîqaş bike, an jî dê çekdanînê nîqaş bike? Di vê yekê de jî cudahiyek heye. Du xet têne dîtin.

Rêbertî cudahiya nêzîkatiyê wisa îfade kir: Tenê negot entegreasyon, got, ‘entegreasyona demokratîk’. Yek aliyê vê yekê, bêçekbûna hêzên çekdar û entegrebûna wan di nav pergalê de ye. Yanî tevlîbûna wan a pergalê. Ji bo vê yekê zagon pêwîst e. Hevalên me, bi pêşengiya pênc hevalan, bi merasîmek pir bi bandor, 30 hevalan, peyamên pêwîst ji cîhanê ji gelên me, ji her kesî re dan.

Yanî, me nîşan da ku em çawa nêzî bangewaziya Rêber Apo dibin, dema pêwîst be em dikarin kîjan gavan biavêjin. Ji ber vê yekê, niha hinek dîsa hewl didin vê yekê vejînin. Dibêjin, ‘merasîmek çêbû, gelo devberdana çekan berdewam dike?’ Mijara devberdana çekan qediya. Bi vî awayî qediya: Me helwesta xwe, nêzîkatiya xwe nîşan da. Dema gavên pêwîst hatin avêtin, zagon derketin… Binêrin, wan nikarîbûn bibin Tirkiyeyê. Çima neçûn? Bi rastî, dikarîbûn biçûna. Ji ber ku heke biçûna, dê bihatina girtin. Ji ber ku hê jî zagona têkoşîna li dijî terorê heye; hê jî di meriyetê de ye. Di hundir de jixwe gelek hevalên me hene. Berî her tiştî bila wan serbest berdin. Bêyî ku ev were dîtin, avêtina gavên bi vî rengî ti wateyê nade.
Dubarekirina tiştekî bi awayekî jimarteyî, ji pêvajoyê re tiştekî nû nade. Ez wisa nafikirim ku wê tiştekî zêde bike. Berovajî, dikare wê bişewitîne, wateya wê vala bike. Dibe ku pêvajo ji armanca xwe dûr bikeve. Ji ber vê, yek aliyê wê ev e.”

QONAXEKE GIRÎNG A ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK ENTEGRASYONA CIVAKÎ YE

Hêlîn Umît anî ziman ku di mijara entegreasyona demokratîk de tevliheviyek heye û wiha pê de çû: “Ne tenê devberdana çekan ji aliyê hêzên berxwedanê, yên berxwedêr, Tevgera Azadiyê û vegera wan a Tirkiyeyê, lê belê entegrebûna gelê Kurd bi awayekî rêxistinî di nav Komara Tirkiyeyê de. Ji ber ku Kurd ji komarê hatin derxistin. Yanî dîroka sedsala komarê, dîroka derxistina Kurdan ji komarê ye.

Dema Şerê Rizgariyê dihat kirin, Kurd hebûn, bi hevalbendiyê Komara Tirkiyeyê hate avakirin, lê bi Destûra 1924’an re Kurd hatin derxistin. Wekî metirsî hatin dîtin. Paşê bi faşîzmeke kûr li dijî hebûna Kurdan operasyonên înkar û îmhayê hatin destpêkirin. Ji ber wê, qonaxeke girîng a entegreasyona demokratîk entegreasyona civakî ye. Divê ev wisa were famkirin.

‘Pêvajoya bêçekbûnê’ û hwd. mijarên teknîkî ne. Ji bo vê yekê ne hewceyî avakirina komisyonê bû, ne jî ev qas nîqaş. Ev tê wê wateyê ku pirsgirêk bi vê yekê çareser nabe ku komisyonek wisa hate avakirin. Ji ber vê jî, divê têgeh bi wateyên pêwîst werin bicîhanîn. Civaka demokratîk tê çi wateyê, aştî, entegreasyona demokratîk, siyaseta demokratîk, hiqûqa demokratîk tê çi wateyê? Divê li ser van bêtir were sekinandin û ev werin avakirin.
Bala xwe bidinê, Rêber Apo bi baldarî têgehên ku bi kar tîne, her tim têgiha demokrasiyê datîne pêş. Bi vê yekê hişmendiyek çêdibe. Mînak, sosyalîzma demokratîk… Sosyalîzma Apoyî ji rêbazên din ên sosyalîst cuda dike, ev têgiha sosyalîzma demokratîk e.

Demokrasî bixwe tê wateya civakeke rêxistinî. Bêguman em ne behsa demokrasiya lîberal, ne jî demokrasiya burjuvazî dikin. Em ne behsa wan formên ku naveroka demokrasiyê vala kirine dikin. Ya ku em behs dikin, pêvajoya avakirinê ya ku civak bi awayekî rêxistinî tevlî pergalê dibe. Ger ev pêvajo li ser vê yekê were avakirin, dê bi ser bikeve. Ne tenê bi mijara devberdana çekan, ev ne mijarek e ku ji cîhekî bo cîhekî were birin. Ev nîqaş, eger bibe nîqaşek bêber, dikare zirarê bide ruhê pêvajoyê. Ez her kesî di vê mijarê de hişyar dikim. Pirsgirêkek heye. Pirsgirêka tevlîbûna gelê Kurd bi awayekî biratî, bi pîvanên demokratîk di nav Komara Tirkiyeyê de heye. Pirsgirêka ji nû ve avakirina hiqûqa biratiyê li vê erdnîgariyê heye. Di vê çarçoveyê de nêzîkbûna li pêvajoyê rasttir e.

Divê entegreasyona demokratîk û demokratîkbûn jî di vê çarçoveyê de werin nirxandin, ev ji bo pêvajoyê ya herî tendurist e. Ne wisa ye ku mijarê bi hin aliyên teknîkî ve girêbidin, wê bixin binê erdê, bi wan re bigirin dest, ev yek li dijî ruhê pêvajoyê ye. Hewcedariyên Tirkiyeyê, civaka Tirkiyeyê, Komara Tirkiyeyê jî ji vê yekê wêdetir e.

Di dawiyê de, di vê qonaxa duyemîn de, divê balê bikişîne ser vê yekê: Rêber Apo bi israr her tim balê dikişîne ser vê yekê. Divê dîroka têkiliyên Kurd-Tirkan çawa pêş ketine, bi awayekî baş were nirxandin û analîzkirin. Di dîrokê de têkiliyeke Kurd-Tirkan a diyalektîkî heye. Heta niha tişta ku me li vê erdnigariyê bi hev re hişt ev bû. Divê ev baş were dîtin. Di xalên dîrokî yên girîng de, gelên Kurd û Tirk bi hevalbendiyan karîbûn li ser piyan bimînin.

Niha jî, li Rojhilata Navîn guhertin û veguhertinên wisa kûr, şer hene. Projeyek nû ya Rojhilata Navîn heye. Di serdemek wisa de, rast xwendina diyalektîka dîrokî ya Kurd û Tirkan yekîtiya wan pir pêwîst e.

Di qonaxa duyemîn a pêvajoyê de:

Yekem: Azadiya fizîkî ya Rêber Apo; li ser vê bingehê ku ew azad bijî, bixebite, siyasetê bike û rêyên vê yekê werin vekirin.

Duyem: Di çarçoveya entegreasyona demokratîk de, bi taybetî di warê hiqûqî de, divê rêkûpêkkirinên zagonî werin kirin. Divê ev ne tenê bi tevlîbûna yên çek berdane di nav pergalê de sînordar bimîne; divê were nîqaşkirin ka Kurd di nav Komarê de dê çawa cîh bigirin. 

Sêyem: Ji bo ku ev pêş bikevin, divê diyalektîka Kurd-Tirkan a dîrokî bi baldarî were xwendin, rast were têgihiştin û encamên pêwîst jê werin derxistin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 24’Ê ÎLONA 2025’AN
Nûçeya Pişt re Nivîskar Herrdem Merwanî: Divê dewlet berpirsyariya xwe bi cih bîne
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DYE alîkariyên xwe yên li derveyî welat kêm dike

Rêveberiya Trump bi îdîaya ku wê ji bo kesên bacê didin 60 milyar dolar teserifê…

Ji aliyê Stêrk TV

Jin û zarokên Efrîkaya Başûr ji bo Rêberê Gelê Kurd çalakî lidar xistin

Di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ jin…

Ji aliyê Stêrk TV

KCÊ-E’yê Cejna Êzidiyan pîroz kir

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê (KCÊ-E) Cejna Çarşema Sor pîroz kir û ji bo…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

KCDK-E’yê bang li Fransayê kir: Hurmetê nîşanî îradeya gelê Kurd bide

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Dêr Hafirê şervanekî QSD’ê şehîd bû, 4 zarok birîndar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Zulkuf Palû: Riza Altûn bandor li ser dost, dijmin her kesî kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nivîskar Herrdem Merwanî: Divê dewlet berpirsyariya xwe bi cih bîne

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?