Li navçeya Xana Axpar a Amedê hin cotkar pembo, genim, ceh û nîsk diçînin, hinek jî zeviyê xwe dikin bexçeyê zebzeyan. Yek ji ser pirsgirêkên sereke yên cotkaran bihabûna elektrîk, mazot, zibil û derman e. Hin ji cotkaran ji ber bihabûnê îsal tenê beşek ji zeviyên xwe karîbûn biçînin.
Bi taybetî zilma DEDAŞ’ê ku li herêmê bi salan e dewam dike, asta çandinî û hilberînê ya cotkaran kêm kir.
Cotkarên pembo yên gundê Caferkê yê navçeya Xana Axparê ji ajansa me re qala pirsgirêkên xwe kirin.
Ahmet Çelîk diyar kir ku ji ber bihabûna lêçûnan welê li wan hatiye ku nikaribin hilberînê bikin û got, “Cotkariya pembo ji bav û kalkê min ji min re ma. Nêzî pênc sal in bi tena serê xwe vî karî dikim. Pirsgirêka me ya herî mezin ew e ku lêçûnên me zêde ye û nikarin heqê berhemên xwe werbigirin.
Îsal min zeviya ji 65 donimî çand, zerara min gelekî mezin e. Li gorî sala derbasbûyî bihayê zibil, mazot û elektrîkê ji sedî sed zêde bû, lê belê bihayê pemboyê ku difiroşim weke xwe ma. Dema ku em pembo difiroşin têra heqê lêçûnên me nake. Ez ê êdî pembo neçînim. Eger nikaribim qezenç bikim, hingî çima vî pîşeyî bikim?
Bi taybetî fatûreyên elektrîkê pişta me şikand. Her kes ji vê rewşê aciz e, gilî û gazinan dike. DEDAŞ li gorî kêfa xwe bi hezaran lîreyî fatûreyê dibire. Ji ber vê rewşê em gelekî mexdûr in.”
‘EM BÛN KARKERÊ ZEVIYA XWE’
Basrî Ekîncî ku salên dûr û dirêj çandiniyê dike, ji polîtîkaya çandiniyê ya dewletê gazinan dike. Ekîncî anî ziman ku ew ji pemboyê diçînin qezenç nakin, bihayê xwe gelekî kêm e û got, “Pemboyê ku bifiroşim têra lêçûnên min nake. Bi taybetî zilma DEDAŞ’ê heye. Du bîrên min hene ku dikarim pê avdanê bikim. Hatin yek ji wan girtin. Min bi bîrekê avdan dikir, ew jî têrê nake. Bi milyonek û 750 hezar TL’yî cezayê pere birîn. Li gel ku min ew deyn daye bîra min venekirin. Ji ber vê yekê min nekarî avdanê bikim. Bi rastî jî em matmayî man bê çi bikin.
Eger bi vî rengî dewam bike em ê êdî dest ji çandiniyê berdin. Em bûne karkerê zeviyê xwe. Dewlet bi rastî jî xwedî li me dernakeve. Eger dewlet naxwaze em cotkariyê bikin bila vê yekê bi eşkere bibêje. Em hêviya piştgiriyê ji dewletê dikin, lê belê kes piştgiriyê nade me. Eger sondajên cotkaran bêne girtin, ev mirov wê çi bikin? Hatim wê astê ku dest ji hilberînê berdim. Ji ber ku di navbera hatine û lêçûnan de cudahiyeke gelekî mezin dibe.”