Çarşem, 24 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li ser girtiyê nexweş ê ji Rojava lêgerînê ferz kirin û gef xwarin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên mafan têkildarî êrîşên GES’ê yên li Pirxûsê rapor pêşkêş kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Enqereyê operasyona li dijî DAÎŞ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRD: Bayram Balci nûnerê têkoşîna heqîqetê ya 35 salan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalmaz: Divê her kes beşdarî Mitînga Azadiyê bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji 14 komeleyan ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ ya li Amedê banga tevlîbûnê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Tifaqa Hêzên Siyasî ya Rojhilat daxuyanî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê şewat nayê kontrolkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li Herêma Kurdistanê dozên siyasî û destwerdana li hiqûqê zêde dibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK: Biryara Wezareta Karên Hundir li dijî azadiya çapemeniyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li lûtkeya çiyayên Kurdistanê jiyana gerîla: Tenê teyrê baz dikarin li van lûtkeyan bijîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Çalakiya rûniştinê ya TJA’yê di roja sêyemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rihayê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê amadekariya Festîvala Jinan a Sakîne Cansiz bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîtîkayeke dewletê ya rêxistinkirî: Eger kiryar bi unîforma be, nayê cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê yên Mêrsînê banga tevlîbûna Mitînga Azadiyê ya 27’ê Hezîranê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werzîşvana Êzidî madalyaya zêr qezenc kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Jinan a Zîlan di sala 21’emîn de ye: Dem dema jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Evîndar Ararat: Em ê teqez armancên heval Riza bi serketinê temam bikin
Kurdistan

Evîndar Ararat: Em ê teqez armancên heval Riza bi serketinê temam bikin

Endama Koordînasyona PAJK'ê Evîndar Ararat diyar kir ku ew di şexsê şehîd Riza Altûn de ew deyndarê bîranîn, desketî û fêrkirinên pêşengan e û got, ew ê teqez armanc û xeyalên wan bi serketinê temam bikin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Îlon 2025 Dema xwendinê: 13 dq.
Parvekirin

Riza Altûn 25’ê Îlona 2019’an şehîd bû. Hevala wî ya têkoşînê endama Koordînasyona PAJK’ê Evîndar Ararat ku li qada Kurdistan û Ewropayê bi Riza Altûn re xebitî, wiha got, “Di şexsê Riza Altûn de kedeke mezin a hevrêyên ku şoreş, têkoşîn, Rêbertî û hevrêtî nîşanî me dane li ser me heye. Em deyndarê bîranîn, destketî û fêrkirinên wan in.”

Evîndar Ararat diyar kir ku ew ê di şexsê Riza Altûn de xeyal û armancên hemû şehîdan teqez bi serketinê temam bikin.

Nirxandina Evîndar Ararat bi vî rengî ye:

“Destpêkê min sala 1995’an di Kongreya 5’an a PKK’ê de Hevalê Riza nas kir. Cihê kongreyê bû. Lewma li cihekî qelebalix wisa em zêde neketin nava diyalogê. Lê naskirina min a ewilî, ew dem e.

Yanî ji kadroyên damezrîner ên PKK’ê, weke hevaleke ji rêveberiya PKK’ê nirxandinên wî yên di kongreyê de, asta wî ya nirxandina pêvajoyan, asta rexne û rexnedayînê bala min kişandibû. Di salên piştre de di du demên cuda de em di heman rêveberiyê de bi hev re xebitîn. Ez dikarim bêjim pêvajoyên ku min Heval Riza nas kirî, ew pêvajo ne.

Di navbera salên 2002-2005’an de li Ewropayê me bi hev re di xebata heman rêveberiyê de cih girt. Ew pêvajo salên zehmet bûn. Di pêvajoya ku piştî esareta Rêbertî tasfiyegerî, tasfiyegeriya hundir di şexsê Ferhat û Botan de qewimî, divê hîn zêdetir sekna rêxistinî, dilsoziya bi Rêbertî û kesayeta xwe milîtan xwe xistiba pratîkê, di pêvajoyeke wiha de me di heman rêveberiyê de cih girt. Xebatên qada siyasî û civakî bû. Pêvajoyeke krîtîk bû.

LI DIJÎ TASFIYEGERIYÊ HELWESTA WÎ ZELAL BÛ

Di wê demê de helwesta Heval Riza ya di pêvajoya koma xayîn de, hewldana wî ya ji bo rêxistina Ewropayê û ji bo ruhê yekîtiyê, girîng bû. Li wir gelek nîqaşên me çêbûn. Li dijî tasfiyegeriyê divê sekneke çawa hebe, em çawa dikarin vala derxin? Wan bi taybetî li ser Ewropayê gelek hesab dikirin. Hesabên hinek ji wan têkildarî pratîkên berê û têkîliyên hevaltiyê, bi Heval Riza re hebûn. Lê belê Heval Riza bi taybetî ji bo wan bikişîne rêxistinê û beriya biçe xiyanetê bixe pozîsyoneke wisa ku bi rêxistinê re tevbigere, gelek hewl da. Lê belê êdî dema ji rêxistinê qut bûn û çûn xiyanetê, helwesta wî jî zelal bû.

Dilsoziya wî ya bi Rêbertî re girîng bû. Ji aliyê hemû avaniya hevalan ve, bi taybetî ji aliyê civata Ewropayê ve ew pêvajo ji bo Heval Riza pir krîtîk bû. Di vê nuqteyê de nîqaş û nirxandinên li ser nakokiyên di nava rêxistinê de, şer û pirsgirêkên zêde wê çi bin? Hesabên hêzên derve, ji bo hêzên Kurd çi ye? Ji bo nirxandina sedem û encamên vê yên polîtîk, îdeolojîk û rêxistinî, di pratîka Ewropayê de heval Riza xwedî sekneke pir girîng bû. Nîqaşên wî yên bi rêveberî û hevalan re jî pir zelal bûn.

Weke şexs jî helbet zehmetî kişand. Mesele di pêvajoyê de ji bo parastina yekbûna avaniya rêxistinê û li dijî hewldana tasfiyegeriyê hem li aliyê gel hem jî li aliyê rêxistinî ji bo diyarkirina helwestê hewldaneke pir girîng raber kir.

HEVALEKÎ DIXWEND, PARVE DIKIR Û PERWERDE DIKIR

Piştre li çiyê, li qada gerîla jî nêzî 2-3 salan bi Heval Riza re me di heman rêveberiyê de cih girt. Heval Riza di qadên xebatên cuda de jî cih girt. Yanî hem di asta leşkerî, hem asta siyasî, dîplomatîk, hem jî asta rêxistinî de.

Li Ewropayê ji bo eleqeya bi gel re, bi taybetî eleqeya bi welatparêzên di rêveberiyê de, ji bo perwerdekirin, nîqaş û çareserkirina pirsgirêkên gel xwedî hewldaneke pir girîng bû, hêza wî ya perspektîfê pir bû. Li çiyê jî em dikarin bêjin ku ji bo perwerdeya hevalan, eleqe, pêvajoya nîqaşan û di rêveberiyê de avakirina mejiyekî hevpar, xwedî hewldaneke pir girîng bû. Helbet hevalekî ji kadroyên damezrîner ê rêxistinê bû. Mesele timî ji me re wiha digot, min zanîngeh nexwend, salên pir dirêj min nexwend lê min li Zanîngeha PKK’ê xwe pêş xist. Bi rastî jî pir dixwend. Gelek caran pirtûkên ku dixwend, mînak nîşanî me dida, ‘van jî bixwînin, çarçoveya wê ev e, van xalan dinirxîne, divê hûn xwe zane bikin’. Hem ji bo parvekirina tiştên ku dixwend hem jî ji bo gelek hevalên xwe teşwîqî xwendinê bike, xwe mînak nîşan dida û lêhêrbûnên xwe parve dikir.

Weke şexs jî xwedî otorîteyeke diyar bû. Carna pir hişk bû, carna dema asta wî ya rexnekirinê nedihat fêmkirin ji bo kes bêrehm dihat. Lê belê dema te naveroka rexneyê, armanca wî fêm dikir, te hîn zêdetir ew fêm dikir.

Mesele têkiliyên wî bi hevalên ciwan re pir baş bûn. Yanî tevî temenê xwe, tevî ku yek ji kadroyên damezrîner ê rêxistinê bû û di wezîfeya asta jerî jor a rêxistinê de bû, bi hevalên ciwan re zêdetir dilnizm bû, zêdetir parve dikir, gelek caran bi henekên xwe jî perwerde dikir, moral dida, sewqî xebitînê dikir, tecrubeyên xwe parve dikir, gelek caran bîranînên xwe vediguherand materyaleke perwerdeyê. Ji bo fêmkirinê zêdetir bi hevalên ciwan re eleqeder dibû.

Hin aliyên wî hebûn ku carna bi hevalên jin re diket nav nîqaşê. Dema em jî bi hev re dixebitîn, me dem bi dem nîqaş dikirin. Dem bi dem me têkildarî azadiya jinê, asta pêşengiyê ya jinê û ferqa jinan nîqaş dikir. Lê hingî ku hêza tevlîbûnê ya jinê, asta wê ya pêşengiyê û asta wê ya pêşxistinê didît, hîn zêdetir rêz da jinê, girîngî da û hîn zêdetir xwedî li rola jinê ya di şoreşê de derket. Bi taybetî piştî sala 2000’an mesele bi guhertina paradîgmayê re, ji bo sîstema hevserokatiyê, şoreşa jinê, azadiya jinê, nûneriya wekhev, şêwazê rêveberiya demokratîk û rêxistinbûna civaka demokratîk di çarçoveya paradîgmaya Rêbertî de hîn zêdetir fêm bike, Heval Riza ket nava hewldanê.

ASTA WÎ YA HESAB PIRSÎNÊ XURT BÛ

Di şêwaza rêveberiyê de jî dema şaşî didît, hesab dipirsî. Weke nimûne, li hemberî têgihiştinên şaş û li dijî pratîkên neyînî tawîz nedida. Her wiha li hemberî pratîkên lewaz ên serketinê nayînin astek wî ya têkoşînê ya xurt hebû.

Hevrê Riza xwedî zanîneke kûr a îdeolojîk û siyasî bû. Ew mirovekî pir dixwend, lêkolîn dikir, pirs dikir û her tim xwe nû dikir. Salên dirêj di zindanê de mabû û li wir berxwedaneke girîng nîşan da. Wî di zindanê de xwe perwerde kir û bingeheke zanînê ya berfireh bi dest xist. Wî ev zanîn wekî rêveberiyek kadro, endamekî pêşeng ê PKK’ê pêş xist. Wî bi taybetî piştî guhertina paradîgmayê, ji bo ku paradîgmayê çêtir fêm bike, bi berfirehî dixwend û xwe pêş dixist. Hevrê Riza xwedî zeka, aqil, hêza analîzkirinê û jêhatiyên analîtîk ên bi hêz bû. Wî dikaribû hişmendiya dîrokî bi bûyerên rojane re bike yek da ku nirxandinên kûr bike. Wî analîzên rast ên li ser hemleyên siyasî, leşkerî û polîtîkaya dijmin pêşxist û hemleyên dijber pêş dixistin. Di vî warî de, aqilê wî yê pratîkî û jêhatiyên wî yên analîtîk ên dîrokî pir xurt bûn. Di dersên ku dida, civînên ku lidar dixist û nîqaşên ku dikir de, her gav perspektîfek xurt pêşkêş dikir, hevrêyên xwe teşwîq dikir ku bi bandortir têbikoş in. Ew hem perwerdekar û hem jî bi dayîna perspektîfan rêberî dikir.

Hevrê Riza di şêwaza xwe ya rêveberiyê de jî dihişt ku kesên di rêveberiyê de bi kûrahî bifikirin û lêhûrbûnên xurt bikin. Ji bo têgihîştineke hevpar derkeve holê nêrîn digirt û parve dikir. Wî di çareserkirina nakokiyan û pirsgirêkan de nêzîkatiyên piralî nîşan dida, carinan hişk, carinan têgihîştî û carinan jî hînker. Carnan bi sebir û carnan jî bêsebir bû. Rêbazên wî bi hev ve girêdayî û piralî bûn, hem ji bo dane fêmkirinê û hem jî ji bo veguhertinê şêwazek wî ya xurt a rêveberiyê hebû. Rêbaza wî mirovan teşwîqê lêhûrbûn û têkoşînê dikir. Ji bo peydakirina aqilekî hevpar hewl dida. Bi rastî jî dihişt ku lêhûrbûnên piralî çêbibin. Asta wî ya perwerdehiyê jî ev encamê derdixist holê. Kûrahiyek felsefî, dîrokî, rewşenbîrî, teorîk û pratîk di xwe de ava kiribû. Ji ber vê yekê şêwaza wî piralî û kûr bûn.

Hevrê Riza carinan di demên ku nedihat hêvîkirin de bîranînên xwe parve dikir û atmosfer nermtir dikir. Gelek caran rexne an hişyariyên xwe bi zimanekî henekî dianî ser ziman. Nêzîkatiya wî ya ji bo têkiliyan ne mîna rêveberek, mîna hevrêyek bû. Ew li ser bingeha têkiliyên hevrêtî, hê zêdetir parvekirin û yekkirinê esas digirt.

EM DEYNDARÊ HEVRÊYÊN MÎNA WÎ NE

Hevrê Riza, kadroyek pêşeng ê salan bû û xwedî tecrûbeyek mezin a rêveberî bû. Mirovekî wisa bû ku di kesayetiya xwe de hêzên mamostetî, fermandarî û rêveberiyê dihewand. Di jiyana xwe de xwedî dîsîplînek xurt a xebatê bû, di aliyê leşkerî de jî wisa bû. Xwedî enerjiyek mezin bû, bi plan tevdigerî û rêxistinkirî bû. Min qet nedît ku hevrê Riza bi awayekî bêplan, belav û bêpêşbînî xebitiye. Şewazek wî ya rêveberî û xebatê hebû ku pir bidisîplîn bû, baş plan dikir û pêşiya xwe didît. Bi berdewamî alternatîf û çareseriyan li hemberî pirsgirêkan pêş dixist. Rê vedikir û nûjen bû. Her çend xebata bi wî re carinan zehmet bû jî, ez ji wî hînê gelek tiştan bûm. Perspektîfa wî ya siyasî, pêşbînî, qabiliyeta wî ya dîtina çareseriyan û dîsîplîn ji bo min bû ezmûnek xurt a hînbûnê.

Şehadeta hevrê Riza ji bo her kesî pir giran bû. Ew hevrêyekî Rêbertî bû û hewl dida ku Rêbertî fêm bike û bipratîk bike. Hevrê Riza tecrûbeya bi salan berhev kiribû û bi awayekî piralî, felsefî, îdeolojîk, dîrokî û rewşenbîrî pêş ketibû. Ew wekî pêşeng, rêber û hevrêyekî xwedî ezmûnek girîng bû. Windakirina wî hem ji bo têkoşîna gelê Kurd û hem jî ji bo têkoşîna şoreşgerî bi giştî windahiyek mezin bû. Ji bo min, mîna hemû hevalên min ên din, ew windahiyek mezin bû.

Ez xwe bextewar dibînim ku min bi hevrêyên wiha re hevrêtî kir û li kêleka wan têkoşîn meşand. Me bi hev re berpirsiyariyên rêxistin û şoreşê girtin ser milên xwe, ji destkeftiyên wê heta kêmahiyên wê me berpirsyarî girt û têkoşîn meşand. Me xwe perwerde kir û pêş xist. Ji ber vê yekê xwe bextewar dibînim.

Di şexsê hevrê Riza de em deyndarê hemû hevrêyên ku me hînê têkoşînê, şoreşê, Rêbertî û hevrêtî kirine. Berpirsiyariya me li hember bîranîn, ked û hînkirinên wan heye.

Ji niha û pê ve, armanca min ew e ku xwedî li ked, bîranîn û xebata netemam a hevrê Riza û hemû şehîdên me hiştine derkevim, armanca wan mezintir bikim û bigihînim encamê.

Ez hemû şehîdên şoreşê, di şexsê hevrê Riza de, bi hurmetî û minetdarî bi bîr tînim. Ez diyar dikim ku em ê têkoşînek bi biryardartir bidin da ku xewn û armancên wan bi serketinê tacîdar bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Piştî 32 salan hate berdan
Nûçeya Pişt re ‘Min Riza kir hevrêyê Kemal Pîr’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

MLKP/Kurdistan fermandarê HPG’ê Orhan Bîngol bi bîr anî

MLKP/Kurdistan fermandarên HPG û YJA Starê yên hefteyên dawî şehîd bûn bi bîr anî û…

Ji aliyê Stêrk TV

Gef li cerdevanên ku naxwazin tevlî êrîşên dagirkeriyê bibin dikin

Cerdevanên ku dihat xwestin bibin herêmên Zap, Avaşîn û Metîna û tevî êrîşê dagirkeriyê bikin…

Ji aliyê Stêrk TV

Boltan: Êrîş bi zanebûn hate kirin

Nûnerê Herêma Amedê ya DÎSK Basin-Îşê Hakkî Boltan, anî ziman ku êrîşa li dijî Nazim…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Navenda Hevgirtina Jinê ya Binevş li Geverê hat vekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ji bo Kurdên ku qeyda wan a nifûsê nîne, hevdîtinên hemwelatîbûnê destpê dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Doktorê ji Kongoyê vegeriya Fransayê bi vîrûsa Ebolayê bû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?