Şemî, 7 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Malbatan aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Zarokên min rêyeke birûmet meşiyan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Ev pêvajo ya me hemûyan e, divê em berpirsyarî bigirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta Alî Tekdag hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mazlûm Îçlî ev 10 sal bi neheqî tê rehîngirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Koma Berxwedan bang: Bila Nûdem Durak û girtiyên nexweş werin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YCK-KURD ji bo kongreya damezrandinê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Gelê Kurd dîroka xwe dinivîse

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sine şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê ji bo yekîtiya neteweyî û parastina statuya Herêma Kurdistanê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Şehîdên me nirxên me yên herî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bafil Talabanî: Ji hikûmetê vedikişin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinan li dijî êrîşên zayendî meşiyan: Xweparastinê berfireh bikin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li dijî tiryakê peyama têkoşînê dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê banga 25’ê Mijdarê: Bi hêza xwe û îradeya azad niha dema jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sêweregê starta 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora KCDP’yê ya meha Cotmehê: 20 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulten Kaya: Huner bi tevlîbûna li nava jiyanê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Roja Yekîtiya Gelan’ a li Rûsyayê rengîniya çanda Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Festîvala şano ya şehîd Arîn Şano neynika civakê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Ciwan albûma ‘Çiyayên Ronî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Rûspiyê qebîleya Tayî: Nameya Rêber Apo nameyeke aştî û mirovî bû
Rojava

Rûspiyê qebîleya Tayî: Nameya Rêber Apo nameyeke aştî û mirovî bû

Serokê Meclîsa Qebîleya Tayî Hesen Ferhan Ebdul Rehman El Tayî diyar kir ku eşîr û qebîleyên herêmê nameya Rêber Apo bi hezkirineke mezin pêşwazî kirin û got, nameya Rêber Apo nameyeke aştî û mirovî bû.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Îlon 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Endamê Desteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Serokê Meclîsa Qebîleya Tayî Hesen Ferhan Ebdul Rehman El Tayî ji ANF re qala nameya ku Rêber Apo ji bo eşîran şandibû kir û diyar kir ku di nameyê de hezkirin û aştî li pêş bû.

Hesen Ferhan Ebdul Rahman di destpêka axaftina xwe de got, “Nameya ku Rêber Apo ji qebîle û eşîrên Ereb re şandiye, berî ku siyasî ango ji bo danîna stratejiyekê be, nameyeke aştiyê û mirovahiyê bû. Rêber Apo di nameya xwe de têkiliya di navber Kurd û Ereban de anîbû ziman û tê de diyar kiribû ku ev têkiliya di navbera Kurd-Ereban de têkiliyeke dîrokî ye.”

Hesen Ferhan Ebdul Rahman di nav axaftina xwe de diyar kir name di demek pir hesas de hat û axaftina xwe domand, “Her kesî xwest di îstîkar û ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bilîze û tevlîhev bike. Di encama wê de jî gelek komployên siyasî li herêmê tên meşandin. Her kesên ku dixwaze van bûyeran pêk bînin dixwaze vê yekê bi rêya eşîran bike. Ji bo wê jî nameya Rêber Apo di demeke pir hesas de hat. Her wiha name bi awayekî pir vekirî û fêmker hatiye nivîsandin. Projeya neteweya demokratîk ku ji aliyê kesayetekî weke Rêber Apo ku layîqî birêvebirinê gelan e û karîbû dengê doza Kurdî bigihîne cîhanê, her wiha karîbû lihevkirinek di navber Kurd-Ereban û pêkhateyên herêmê de ava bike.”

Serokê qebîley Tayî Hesen Ferhan Ebdul Rahman anî ziman ku eşîr û qebîleyên herêmê bi hezkirineke mezin pêşwazî li nameya Rêber Apo kirin û wiha axaftina xwe domand, “Dema ku name gihîştin pêkhateyên Ereb û bi taybetî rûspiyên eşîr û qebîleyan me dît ku çawa eşîr û qebîleyên me nameya Rêber Apo bi hezkirineke mezin pêşwazî kirin û meraqek mezin hebû ku ka Rêber Apo çi ji wan re gotiye. Name li ser rûspiyên eşîr û qebîleyên herêmê hate belavkirin. Her wiha piştî ku name gihîştin ber destê eşîr û qebîleyên herêmê wan jî nêrînên xwe li ser nameyê parve kirin û diyar kirin ku ew jî destekê didin lihevkirin û yekîrêya gelan, da ku îstîqrar û ewlehiya ku Rêber Apo di nameya xwe de diyar kiriye pêk were.”

Di dewama axaftina xwe de Hesen eşkere kir wê têkiliya di navber Kurd û Erban de dewam bike û wiha got, “Ev têkiliya di navber Kurd-Ereban de têkiliyeke dîrokî ye, li ser esasê ku li hember welatê xwe berpirsiyarî rakirin e. Ji bo wê ev têkilî di navber her du gelan de wê dewam bike. Fîtneyên ku li herêmên din di navber eşîr û gelên herêmên Sûriyeyê de derketine weke Siwêda û Dêrazor û gelek herêmên din, gelek caran hewldanên wan li ser derxistina fîtneyan bi rêya ragihandin û medya dîjîtal ji bo eşîran çêdibe. Lê em li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rê li pêş fîtneyên bi vê awayî venakin û heta niha me tiştek bi vê awayî nedîtine.”

Di dawiya axaftina xwe de Endamê Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Serokê Qebîleya El Tayî Hesen Ferhan Ebul Rahman tekez kir ku nameya Rêber Apo rastiya wekheviyê dide diyarkirin û got, “Dema ku nameya Rêber Apo li ser eşîr û qebîleyên herêmê dihat belavkirin, min jî cihê xwe di komîteyê de girtibû. Her ku em derbasî meclîseke eşîr û qebîleyekê dibûn, me didît ku şêx bi tevî eşîr ango qebîleya xwe hemû pêşwaziya nameya Rêber Apo dikirin û hemû eşîr û qebîleyên diyar kirin ku xalên Rêber Apo di nameyê de diyar kiribûn divê teqez pêk werin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê TJA wê ji Amedê bimeşe Enqereyê
Nûçeya Pişt re Fîlozofa Emerîkî Goldstein piştgirî da banga Rêber Apo
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Komîsyon weke gava destpêkê ya şênber a dewletê dikare bê dîtin’

Alîkarê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Mahfûz Guleryuz diyar kir ku komîsyon li gel kêmasiyan…

Ji aliyê Stêrk TV

Îran: Eger pêkanînên DYE’yê bêne rakirin, em amade ne peymanê qebûl bikin

Şêwirmendê Lîderê Olî yê Îranê Alî Xamaney, Alî Şamkanî roja Çarşemê ji NBC Newsê re…

Ji aliyê Stêrk TV

DYE’yê têkildarî ger û geşta li 21 welatan hişyarî da

Ofîsa Karên Konsolosxaneyan a Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) têkildarî ger…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Ciwan Îbrahîm Rojava ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Mazlûm Ebdî serdana sersaxiya şehîd Ciwan Îbrahîm kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Xwendekarên Girkê û Rimêlanê ji bo Kurdî daketin qadan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Qamişloyê merasîma bîranînê ya ji bo Ciwan Ereb

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?