Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 2024’an de li cîhanê 673 milyon kes bi birçîtiyê re rû bi rû man. Ev hejmar li gorî sala 2022’yan 22 milyon hîn kêmtir e. Lê belê pêşketin li welatên xwedî dahatiya ketî, ji ber enflasyona bilind a fiyatên xurekê di bin gefê de ye. Di raporê de hate destnîşankirin ku ji bo tîmarbûna bi tendurist bikeve bin ewlehiyê, pêdivî bi piyasayên bi îstiqrar, bazara vekirî û koordînasyona polîtîkayê ya hîn xurttir heye.
LI LATÎN EMERÎKAYÊ KÊMBÛNA BIRÇÎTIYÊ DIDOME
Dîrektora Komara Domînîk, Kuba û Guatemala ya Fona Pêşketina Çandî ya Navneteweyî (IFAD) Isabel de la Peña got, li Latîn Emerîka û Karayipan (LAC) di 4 salên dawî de birçîtî bê navber kêm bûye. Rêjeya birçîtiyê ya li herêmê sala 2020’an ji sedî 6,1 bû, sala 2024’an jî bû sedî 5,1’an. Peña destnîşan kir ku pandemiyê rêjeyên birçîtiyê derxist lûtkeyê, îro rêjeya birçîtiyê ketiye bin astên beriya pandemiyê jî.
Bi vê yekê re li herêmê xeteriya xurekê bi temamî tune nebûye. Sala 2024’an li Latîn Emerîka û Karayipan 34 milyon kes, yanî ji sedî 5,1’ê nifûsê bi birçîtiyê re rû bi rû ma. Her wiha hejmara kesên ku li herêmê nekarîne diyeteke bi tendurist pêşwazî bikin, gihişt 182 milyonê. Jin ji mêran zêdetir rû bi rûyê xeteriya xurekê ne; ferq 5,3 pile ye.
LI EFRÎQAYÊ REWŞ GIRAN DIBE
Sala 2024’an hejmara kesên rû bi rûyê birçîtiyê li Efrîqayê 307 milyon, li Asyayê jî 323 milyon bû. Ev rêje li Efrîqayê dibe ji sedî 20,2’yê nifûsê, li Asyayê jî dibe ji sedî 6,7’ê nifûsê. Li qadên bejahiyê xeteriya xurekê li gorî herêmên bajarî hîn zêdetir e; li Efrîqayê ji sedî 28’ê nifûsa bejahî rû bi rûyê birçîtiyê ye, li bajaran ev rêje ji sedî 23 e.
Li gorî Peña yek ji gefên herî cidî ya herêmê, guhertina avhewayê ye.