Pêncşem, 30 Cotmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îmamoglû, Yanardag û Ozkan hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gor vê pêngava dîrokî divê gavên qanûnî werin pêşxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Dema em dibêjin yekîtiya neteweyî, ne tenê Kurdan qesta hemû gelan dikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 27’Ê COTMEHA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nisêbîn û Qoserê ji bo du şehîdan sersaxiyên girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê bi pileya 4.0 erd hejiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPG-NRÇ: Mîrateyeke têkoşînê ya tu caran neyê jibîrkirin, hiştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên ku kêliya dîrokî jiyan: Armanca me ya sereke azadiya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayan ji bo çareseriya demokratîk pêngaveke dîrokî avêt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîmenên bi dronê yên daxuyaniya dîrokî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlaya Azadiyê Nuda Arîn: Ji bo serketina pêvajoyê her kes divê seferber bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayê azadiyê Çeko Ayhan: Gava esasî azadiya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Malbata Cîhan Teha: Ji bo ku mamosteyan bêdeng bikin Cîhan qetil kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şehîd Bêrîtan li Eyn Îsayê bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: Me xeta berxwedanê ya Berîtanê heta roja îro anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-F’ê kampa jin û zarokan li dar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sema Kurdistan: Hevala Bêrîtan ji bo me xet û sozeke

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Enqereyê Navenda Çand, Huner û Wêjeyê ya Antoliyayê hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Rêya Azadiyê te Dayikên Kurdan- Jinên Kurd Vedibêjin’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurdî yên Viyana destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Pêşengeha Pirtûkan a Şehîd Herekol de ji Berhemên Jineolojiyê re eleqeyeke mezin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya 33’emîn li Dortmundê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîrate û berhemên 20 salan ên Şevbêrka Dengêbjan li ser Medya Dîjîtal e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Hevdîtina li Şamê bi dawî bû
Hikûmeta veguhêz deriyê Dêr Hafirê bombebaran kir
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî destpê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Çavkaniya hêza YPJ’ê paradîgmaya Rêbertî ye’
Rojane

‘Çavkaniya hêza YPJ’ê paradîgmaya Rêbertî ye’

Endama Fermandariya Giştî ya YPJ'ê Rohilat Efrîn destnîşan kir ku çavkaniya berxwedan û têkoşîna YPJ'ê paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Sibat 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn anî ziman ku dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê wateya dîlgirtina ziman, çand û nasnameyê û got, “Bi komployê sîstema qirkirinê hate kûrkirin.”

Endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Rohilat Efrîn ji ANF’ê re axivî. Rohilat Efrîn bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd 25 sal in bi rengekî fîzîkî dîlgirtî ye, lê belê felsefeya wî li cîhanê belav bûye û got, “Êrîşa li ser Rêber Apo êrîşa li dijî her kesên dilê xwe bi Rêber Apo re lê dide, felsefeya wî pejirandine, bi paradîgmaya Rêber Apo xwe bi rêxistin ikrine, yanî êrîşa li dijî nirxên mirovahiyê ye. Sîstemên kapîtalîst, dewletên hegemonîk li pêşiya jiyana gelan a bi deng, çand, ziman û rûmeta xwe dibin asteng. Ya ku li hemberî vê yekê têkoşiya felsefeya Rêber Apo bû.”

‘XWESTIN TÊKOŞÎNA NASNAMEYÊ ASTENG BIKIN’

Rohilat Efrîn anî ziman ku êrîş di heman demê de li hemberî daxwaza aştî û demokrasiyê ya gelê Kurd hate kirin û got, “Bi komploya navneteweyî re xwestin têkoşîna nasname, çand û ziman a gelan asteng bikin, sîstema qirkirinê hate kûrkirin. Komploya navneteweyî komployeke ji bo tunekirina zimanan, qirkirina çandan û înkarkirinê ye.”

‘ŞOREŞA ROJAVA XWE DISPÊRE FELSEFEYA WÎ’

Rohilat Efrîn bal kişand ser nerazîbûnên li hemberî komploya navneteweyî û bi dewamî got, “Her kes û hemû hêzên ku navê Rêber Apo bihîstin, di doza wî de têkoşiyan, serhildanên gel, qîrîna dayikan, yên bedena xwe dan ber agir li cîhanê bûn dengek. Dîlgirtina Rêber Apo weke dîlgirtina nasname, çand û ziman hate nirxandin. Şoreşa Rojava bi felsefeya Rêber Apo gihîşt vê astê. Eger îro em dikarin destketiyên xwe biparêzin, rêxistiniya xwe xurt bikin nabe ku ev yek ji ked û têkoşîna Rêber Apo ya li ser vê xakê cuda bê nirxandin. Têkoşîna 20 salan a Rêber Apo ya li Rojava, bi rêbazeke welê bû ku li ber sîstemê, li ber zilmê serî netewand, sîstem nirxand. Rêber Apo li Rojava hîmê şoreşeke gelekî xurt danî. Ji hestên xurt ên welatparêziyê heta bi birêxistinkirina tevgera jinê, hemû beşên civakê li gorî felsefeya Rêber Apo xwe nirxandin.”

‘YPJ BI PARADÎGMAYA RÊBERTÎ ŞER KIR Û MEZIN BÛ’

Rohilat Efrîn destnîşan kir ku YPJ bi paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd xwe bi rêxistin kir, mezin bû, şer kir û got, “YPJ’ê paradîgmaya Rêber Apo, azadiya wî û naskirina xwe, ji xwe re kir bingeh. Eger azadî nebe rêxistinî nabe, eger rêxistinî nebe jiyan nabe, eger jiyan nebe parastin nabe. Di vê çarçoveyê de YPJ’ê bi felsefeya Rêber Apo pîvanên têkoşîn û jiyanê ji xwe re diyar kir. YPJ di têkoşîna dijî dewleta Tirk û DAÎŞ’ê de çavkaniya xwe ya berxwedan û hêza têkoşînê paradîgmaya Rêber Apo ye. Li gel hemû êrîşan eger em îro dikarin destketiyên xwe biparêzin, ev yek pêwendiya xwe bi kûrbûna li ser paradîgmaya Rêber Apo heye.”

‘BI PARÊZNAMEYÊN XWE KOMPLO TÊK BIR’

Rohilat Efrîn bi dewamî bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, “Şert û mercên giran ên tecrîdê ji ber tirsa hêzên hegemonîk û dagirker a ji ber belavbûna gotineke bi tenê ya Rêber Apo ye.” Rohilat Efrîn got, “Ragirtina Rêber Apo bi salan li zindana Îmraliyê, astengkirina hevdîtina bi parêzer û malbata wî re, ji ber tirsa ji hêza paradîgmaya wî ye. Lewma di şexsê Rêber Apo de zêdeyî 40 milyon mirov, ziman, çand û nasnameya gelekî tê tecrîdkirin.”

‘GEL DAXWAZA AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ DIKE’

Endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn girîngiya pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ destnîşan kir û diyar kir ku gel bi dengekî bilind daxwaza azadî û demokrasiyê dike û got, “Jin pêşengiyê ji vê yekê re dikin. Jin di şexsê Rêber Apo de gihîştin azadiya xwe, rizgariya xwe dîtin. Ji meşan heta bi berxwedana li zindanan û grevên birçîbûnê, ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo têkoşîneke bêeman tê meşandin. Ne tenê gelê Kurd, her kesên ku di bin zext, zilm û dagirkeriyê de ne, her eksên ku xwe di nava têkoşîna Rêber Apo de dibînin, xwedî li Rêber Apo derketin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HESEKÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Hatîmogûllari: Desthilatê li Licikê mohra xwe li bin cînayetê daye
Nûçeya Pişt re Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serlêdan hate kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cenazeyê şehîdê QSD’ê Murad Qenber hate veşartin

Ji bo şervanê QSD’ê Murad Qenber ê 17’ê Tîrmehê şehîd bû, li goristana şehîdan a…

Ji aliyê Stêrk TV

Afirîner û ragirê çanda Apoyî

Cih tê guhertin, lê armanc mayinde ye. Jiyana koçberiyê ya Riza Altûn ku bi koçberiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Rapora YRA’yê: Sala 2024’an li Sûriyeyê 8 rojnamevan hatin kuştin

YRA’yê rapora binpêkirinên li dijî rojnamevanan a salane ya 2024’an weşand. Li gorî raporê li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Îmamoglû, Yanardag û Ozkan hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li gor vê pêngava dîrokî divê gavên qanûnî werin pêşxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Destîna Kobanê: YAT ji bo parastina xaka Sûriyeyê amade ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Dema em dibêjin yekîtiya neteweyî, ne tenê Kurdan qesta hemû gelan dikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?