Duşem, 16 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Pinar Sakik Tekîn: Girtiyên nexweş bi zanabûn ber bi mirinê ve tên hiştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Sînorkirina nafaqeyê xizaniya jinan kûr dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kurdistan û Tirkiyeyê protestoyên 15’ê Sibatê: Bila azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya 15’ê Sibatê li Stenbolê hat protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya DEM Partî wê sibe biçe Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Ev êş a me hemûyan e: Ji bo aştiyê divê her kes destê xwe bixe bin kevir’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li seranserê Serhedê komploya navneteweyî hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê meşa li dijî komployê: Ger niyeta we ta çareseriyê hebe, berê xwe bidin Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîlê protestoya 15’ê Sibatê: Kilîda çarseriyê Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Xweser a Şengalê: Çareseriya mayînde ji azadiya Rêber Apo derbas dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê em bi hemû hêza xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî têbikoşin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinan Ragihand ku Tora Berxwedana Gerdûnî Ava Kirine

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bogotayê konferansa jinan ber bi dawiyê ve diçe: Deklarasyon tê pêşkêşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Berxwedana jinan komplo vale derxist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê rewşa xizaniyê ya jinan: Gihîştina tendurustî, xurek û mafên bingehîn tune ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa jinan di roja 3’an de ye: PAJK’ê banga têkoşîna hevpar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Jinan a PYD’ê têkildarî Komploya Navneteweyî civîn li dar xist

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava strana ‘Cenga Netewî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Estetîka Berxwedanê: Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Wêrek’ li ser dikê ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Xelkê Kantona Firatê: Êdî dem hatiye ku em Rêberê xwe azad bikin
Rojava

Xelkê Kantona Firatê: Êdî dem hatiye ku em Rêberê xwe azad bikin

Şêniyên Kantona Firatê li ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo gotin ku êdî dem hatiye ku em Rêberê xwe azad bikin û anîn ziman ku banga Rêber Apo ji hemû pirsgirêkan re dibe rêya çareseriyê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Bi ragihandina Manîfestoya Duyemîn a Banga Aştî û Civaka Demokratîk re li Rojhilata Navîn guhertinên bingehîn pêk hatin. Gelên Kantona Firatê têkildarî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo ya ku ji hemû pirsgirêkan re çarerseriyê tîne ji ANF`ê re axivîn.

Dayika bi navê Fatme Îsmaîl got ku Rêber Apo cîhan ji binî ve guhert û bi fikrên xwe jiyaneke nû ji bo wan afirandiye û got: “Rêber Apo bi manîfesto û parêznameyên xwe, guhertineke bingehîn pêk anî. Ji destpêkê heta roja me ya îroyîn li hemberî dewletên desthilatdar ên ku li ser bazirganiyê xwe bi rê ve dibin, komkujiyan pêk tînin, dîrok nivîsand. Fikra Rêber Apo ji bo wekhevî, azadî, edaletê û ji bo tevahiya jinan e. Dihêle ku jin bibe pêşeng û bi taybetî jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên çeka xwe hildane û şer dikin, êdî xwe dane îspatkirin. Ez bang li hemû dayikan dikim ku êdî rabin ser piyan.”

‘BI RIHÊ JINA AZAD EM Ê RÊBERÊ XWE AZAD BIKIN’

Fatme Îsmaîl anî ziman ku fikra Rêber Apo weke ku mirov ji nû ve ji dayik bibe ye û wiha berdewam kir: “Bi saya Rêber Apo em li vir in. Ger ne Rêberê me bûya em ê tune bibûna. Rêber Apo hebûna me misoger kir. Ma ne mirin carek e, ez bang li dayikan dikim ku em biherikin ber bi Îmraliyê ve û Rêberê xwe azad bikin. Em ê bi rihê dayikê û bi rihê jina azad, bigihîjin serkeftinê.”

‘DIVÊ JINÊN SÛRIYEYÊ XWE AZAD BIKIN’

Hevseroka Meclîsa Bajarê Eyn Îsayê Ezîze Hesen jî axivî û diyar kir ku bi saya Rêber Apo jinên Ereb bûne pêşeng û got: “Vaye ez li vir im. Ez jî weke jineke Ereb bi saya Rêberê xwe li vir im. Bi fikra Rêber Apo jina Ereb rabû û ew jin bû lehî û ber bi civakê ve herikî. Jina Ereb kor bû û bêdeng bû, niha em bi saya Rêberê xwe rabûn. Rêber Apo bi vê manîfestoyê re guhertineke bingehîn pêk anî. Niha bi sedan jin li hemû qadên civakî cih girtiye. Weke jineke Ereb di her saziyê de cih digirim. Berê em di nava qurzîkekê de bûn, dengê jinên Ereb jî tune bû. Niha ew jin bi deng bûye, derdikeve, diaxive û pêş dikeve. Niha her jineke Sûriyeyê divê rabe ser piyan, divê em kesayeta xwe azad bikin û em bikaribin civaka xwe ji bi fikra Rêber Apo azad bikin.”

‘DIVÊ HER KES DI XWE DE GUHERTINÊ PÊK BÎNE’

Mamosteyê Ziman û Wêjeya Kurdî Egîd Nasiro jî anî ziman ku divê êdî her kes xwe di guhertina mutleq de derbas bikin, da ku bigihîjin azadiyê û ev yek anîn ziman: “Gelek mijarên girîng hene ku di nava xwe de çareseriya duh, îro û sibe ye. Ew çareserî ye. Niha dema ku kar dibe, divê her kes di nava lêgerînê de be. Niha gelek kes nikarin di xwe de guhertinan pêk bînin. Êdî Rêber Apo nexşerê daniye pêşiya me. Divê êdî ew kesê ku bikaribe wê guhertinê pêk bîne, pêşî di xwe de guhertinekê pêk bîne, da ku bikaribe vê guhertinê pêk bîne û xwedî li keda Rêber Apo ya bi salan derkeve.”

‘BANGA RÊBER APO RIHÊ DEMÊ YE’ 

Egîd Nasiro da xuyakirin ku projeya ku niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimeşe dibe îlham û got: “Di sîstema ku dewlet bi rê ve dibe de, komkujî û qetilkirin pêk tên. Niha ew berê xwe didin projeya me, ew jî dibe xizmeta projeya me. Herikîna wê projeyê berdewam e, da ku li derdora xwe bandoreke gelekî mezin pêk bîne. Her tişt bi zelalî hatiye gotin, rastî hatiye jiyîn. Heta zarokên biçûk jî dikare fêm bike ku di her mînakekê de wateya jiyaneke çawa hatiye dayîn. Dîrokî ye, felsefî ye û heta di hemû beşê de hatiye nivîsandin, ew bi xwe rihê demê ye.”

‘BÊYÎ JINAN ÊDÎ CIVAK NAMEŞE’

Hevseroka Fakulteya Zanista Civakî Narîn Temo got ku Rêber Apo her tim rola jinan dike rola esasî û destnîşan kir ku îro jî jin di her warê jiyanê de rola xwe dilîze û got: “Rêber Apo êdî rola jinan tekez kiriye ku bêyî jinan êdî civak nameşe. Em dema behsa Aştî û Civaka Demokratîk dikin jî dîsa rola jin li pêş e. Civaka demokratîk a ku em dibêjin, girêdanbûna wê bi jinê re ye û ji hev qut nabe. Jin civak e, jin demokratîk û esas e. Ne tenê nîviya civakê ye civak bi xwe ye. Ji dîrokê heta roja me ya îroyîn, çawa jin birêvebirina civakê re mijûl dibû, îro dîsa careke din civakê bi rê ve dibe. Îro projeya Rêber Apo ne tenê ji bo jinên Kurd e, ji bo tevahî jinên cîhanê ye.”

‘ÊDÎ JIYANA KOMUNAL ESAS E’

Hevşaredara Eyn Îsayê Sene El Elî jî axivî û diyar kir ku jina azad xwedî li fikra Rêber Apo derdikeve û got: “Rêber Apo tevahiya pêkhateyan diparêze. Ew guhertina ku pêk tê, tevahî neteweyan di nava xwe de dihewîne. Ji tevahî neteweyên ku di nava Rêveberiya Xweser de cihê xwe digirin, jê re dibe pêşeng. Niha dema em dibêjin jina azad, ew e ku xwedî li fikra Rêber Apo derdikeve. Jina Ereb jî êdî bi wê yekê radibe. Êdî me di nava xwe de dawî li kapîtalîzmê aniye. Êdî jiyana komunal, jiyana azad û jiyana wekhev esas e. Bi vê manîfestoyê re jin dibe rêveber, pêşeng û mamosteya civakê.”

Hevserokê Têkiliyên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Loqman Jaro jî destnîşan kir ku bi saya Rêber Apo şoreş ji gelek qonaxan derbas bû û wiha domand: “Rêber Apo dibêje yên ku şer kirine ew dikarin aştiyê pêk bînin. Vaye me gelek salên dûr û dirêj şer kiriye, divê aştî pêk were. Dema aştî jî pêk were, guhertin pêk tê. Niha jî gelekî girîngiya manîfestoyê heye, ev doz bi aştiyê êdî tê çareserkirin û êdî dest bi avakirina civaka aştî bikin. Divê dewleta Tirk jî di xwe de guhertinan pêk bîne, da ku em êdî dawî li şer bînin û civaka aştî misoger bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOBANÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Dêrazorê 9 çete hatin girtin
Nûçeya Pişt re Li Endonezyayê dibistana Îslamî hilweşiya: 59 kes winda ne
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DFG: Tevî zextan jî em ê di rojnamevaniya aştiyê de israr bikin

DFG’ê “Rapora binpêkirina mafên rojnamevanan a meha Cotmehê” aşkere kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Gerîla li Avaşîn, Zap û Metînayê li dagirkeran dan

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Avaşîn, Zap û Metînayê li artêşa Tirk a dagirker xistin.…

Ji aliyê Stêrk TV

Spanya ji bo ku dewleta Fîlîstînê were naskirin, li piştgiriyê digere

Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez hewl dide welatên Ewropayê li dora fikrê naskirina dewleta Fîlîstînê kom…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Gelê Kobanê: Çawa ku komploya yekemîn hatibe vala derxitin, dê ev jî were vala derxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Mazlûm Ebdî: Me karî dengê xwe bigihînin ker kesî, ji bo peymanan mîsogeriya navnetweyî dixwazin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Gel li dijî hewldanên têkbirina ewlehiya Rojava amade ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Îlham Ehmed: Entegrasyoneke rast a li Sûriyeyê bandor li welatên cînar jî bike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?