În, 10 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Çelîk ê ku berdana wî hatibû taloqkirin, hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    30 û 33 sal şûn da hatin berdan: Berxwedan jiyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Projeya JES’ê ya bandorê li gundên Gimgimê bike çû ber destê dadgeriyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê ji bo meşa Gemlîkê bang hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê berê yê Pirsûsê Ercan hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Kongreya yekemîn a Partiya Ciwan a Êzidî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Partiya Ciwanên Êzidî’ li Şengalê ava bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê berê yê Pirsusê Nahsan Ercan koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevkê PJAK’ê: Têkoşîna Kurdan wê di nava her şert û mercî de dewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Agiriyê 13 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR’ê li dijî darvekirinên li Îranê banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Adarê de 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta 3 şervanên xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyona Encamnameyê ya Konferansa “Aştî Bê Me Nabe” hate eşkere kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG’ê rapora meha Adarê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gundê Elpelûr ê Kobanê 4’ê Nîsan hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara duyemîn a Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Meşvanên jin: Guh bidin pêşniyara Birêz Ocalan a ji bo siyaseta muzakere û demokrasiyê
Jin

Meşvanên jin: Guh bidin pêşniyara Birêz Ocalan a ji bo siyaseta muzakere û demokrasiyê

Meşvanên "Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" li Enqereyê daxuyaniyek dan çapemeniyê û daxwaza azadiya Rêber Apo kirin. Her wiha bang li hêzên siyasî kir ku guh bidin pêşniyara Rêber Apo ya ji bo siyaseta muzakereyê

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Meşa jinan a bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma “Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin” di 1’ê Cotmehê de li Amedê destpê kir, di roja 7’emîn de li Enqereyê dewam kir. Nêzî 250 jinên meşvan ji 7 bajaran derbas bûn û xwe gihandin Enqereyê. Jin serê sibehê li Guvenpark a li Kizilay a Enqereyê li hev kom bûn. Jinan xwestin ji vê derê ber bi Meclîsê ve bimeşin, lê belê li bendên polîsan rast hatin.

Ji ber ku destûr ji meşê re nehate dayin, jinan li Guvenparkê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di dema daxuyaniyê de dirûşmên “Azadî, Azadî, Azadiya Rêbertî”, “Mafê hêviyê mafê gelan e”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî têkoşîna jinan” û “Jin, Jiyan, Azadî, azad bike Rêbertî” hatin qîrîn.

Destpêkê Nalîn Gezgor axivî û spasiya wan jinan kir ku li Enqereyê ew pêşwazî kirin. Nalîn Gezgor diyar kir ku weke jinên bi hêvî û azadiyê ji Amedê bi rê ketin ew li paytexta Tirkiyeyê ne û got, “Heta ku Birêz Abdullah Ocalan azad bibe meşa me wê dewam bike.”

PEYAMA OCALAN LI ENQEREYÊ HATE XWENDIN

Piştre peyama ku Rêber Apo ji jinên meşvan re şand hate xwendin û bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin. Aktîvîsta TJA’yê Sabahat Tûncel piştre axivî û anîz iman ku wan 1’ê Cotmehê dest bi meşê kirin, ji bajarên qedîm ên Kurdan derbas bûn û got, “Em bi daxwaza edaletê ya gelê Kurd bi rê ketin. Em baş zanin bê giraniya pirsgirêka Kurd çi ye. Ji ber vê yekê jî daxwaza aştiyê ji bo me mecbûriyeteke.” Sabahat Tûncel got, “Li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe, em di bin zexta sîstema serweriya mêr de ne. Lewma li ku dibe bila bibe bi gotina ‘Jin, Jiyan, Azadî’ em piştevaniya jinan mezin dikin. Em bi hesreta aştiyê bi rê ketin. Li her cihê ku em jê derbas bûn me daxwaza aştiyê anîn ziman. Daxwaz bi tenê têrê nake. Ji ber vê yekê em hatin Enqereyê.”

‘WERIN EM AŞTIYÊ PÊKAN BIKIN’

Sabahat Tûncel destnîşan kir ku gelê Kurd li gel zext û zordariya lê hate kirin jî di aştiyê de israra dike û got, “Em ê daxwazan weke dosyayekê bi navê TJA’yê pêşkêş bikin. Em ê destnîşan bikin bê ji bo aştiyê divê çi bêne kirin. Ji ber ku aştî wezîfeya ne tenê wezîfeya desthilatdariyê ye, wezîfeya hemû partiyên siyasî ye. Lewma em bang li hemû partiyên siyasî dikin; werin em bi hev re aştiyê pêkan bikin. Garantiya aştiyê valakirina girtîgehan e. Ji ber vê jî beriya her tiştî Girtîgeha Îmraliyê vala bikin, divê Birêz Ocalan azad bibe. Birêz Ocalan got, ‘Azadiya civakê azadiya min e’. Pênaseya azadiyê ya Birêz Ocalan bi wate ye. Li gel ku 27 sal in tecrîdkirî ye azadiya xwe nade pêş. Azadiya gel dide pêş. Em vê yekê baş fêhm dikin û dibêjin, azadiya Birêz Ocalan azadiya gel e, azadiya jinan e.”

‘DIVÊ PÊŞNIYARA OCALAN BI CIH BÊ ANÎN’

Sabahat Tûncel ragihand ku ji bo avakirina aştiyê divê her kes bi erk û wezîfeya xwe rabe, bal kişand ser peyama Rêber Apo ya ji bo jinan û got, “Demokrasiya muzakereyê çi ye? Ne serweriya wê hêzê ye ku di hilbijartinê de dengê herî zêde bi dest xistiye. Li Tirkiye û Kurdistanê pêşîvekirina li her kesî ya ji bo tevlîbûna li siyaseta demokratîk e. Bi polîtîkaya înkar û îmhayê ev mesele çareser nabe. Lewma em pêşniyarê li hemû aliyan dikin ku pêşniyara siyaseta muzakereyê û demokratîk a Birêz Ocalan bi cih bînin.”

‘DIVÊ GAVÊN HIQÛQÎ Û SIYASÎ BÊNE AVÊTIN’

Sabahat Tûncel diyar kir ku yekane gava ku dewletê heta niha avêtiye avakirina komîsyonê li meclîsê ye, lê belê guhertinên qanûnî yên divê bêne kirin hîn nehatine kirin. Sabahat Tûncel got, “Em li bendê ne ku ji bo çek bi temamî ji holê bêne rakirin gavên hiqûqî û siyasî bêne avêtin. Ev têkoşîn wê ji bo jinan bi vî rengî neqede. Em ê meşa xwe dewam bikin. Em bi hêviyê dimeşin. Em ber bi azadiyê ve dimeşin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Di nava mehekê de li Herêma Kurdistanê 4 jin hatin qetilkirin
Nûçeya Pişt re Jin bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ ketin hundirê Meclîsê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Berxwedana li ijî desteserkirina vînê didomin: Em ê bi têkoşînê bi ser bikevin

Li gelek bajaran berxwedan li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê ji aliyê faşîzma AKP-MHP’ê ve berdewam…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Em ê bi ruhê Şerê Gel ê Şoreşgerî tevbigerin’

Rêveberiya Hêza Parastina Civakê Edlê Bekir anî ziman ku ew sînoran nas nakin û got,…

Ji aliyê Stêrk TV

TBB’ê bertek nîşanî pêşnûmaya qanûnê ya “Sîxûrtiya bandorkirinê’” da

TBB’ê derbarê pêşnûmeya qanûnê “Sîxûrtiya bandorkirinê’” de ku desthilatê anîbû rojevê daxuyanî da û diyar…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Çelîk ê ku berdana wî hatibû taloqkirin, hat berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

30 û 33 sal şûn da hatin berdan: Berxwedan jiyan e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Mazlum Ebdî li Kobanê bi partiyên Kurd re hevdîtin kir

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?