Namzeta Hevşaredara Bajarê Mezin a Stenbolê ya DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş piştî namzetiya xwe, yekemîn daxuyaniya xwe ji ANF’ê re da.
Meral Daniş Beştaş got, “Li gorî daxwaz û pêşniyarên Lijneya Rêveberiya me ya Navendî teklîfek hat kirin. Ev berpirsyarî û barekî giran e, lê em ê li ser navê gelê xwe vî karî hildin ser milê xwe.”
Meral Daniş Beştaş diyar kir ku Stenbol jî bajarekî kurdan e û got, “Stenbol jî bajarekî kurdan e. Li welêt hejmara herî zêde kurd lê dijîn. Di her gavê da meriv bi kurdekî re rûbirû dimîne. Her wiha bajarê Elewiyan û gelên Behra Reş. Bajarekî ku gelek kes tê de hene. Her wiha hejmarake zêde ya Elewiyan heye. Stenbol bajarekî wisa ye ku hemû beşên civakê hembêz dike.”
HEKE EM LI STENBOLÊ BI SER BIKEVIN EM DIKARIN LI WELAT BI SER BIKEVIN
Meral Daniş Beştaş bal kişand ser propagandaya “dabeşkirina dengan” û wiha got: “Em dengan parçe nakin, em ê dengên xwe distînin. Berovajî vê yekê dixwazin dengên me parçe bikin! Yên dengên me dixwazin vê propagandayê dikin. Em partiya sêyemîn a Tirkiyeyê ne û beşdarî hilbijartinê dibin. Li her derê doza me avakirina demokrasiya ku her kes tê de wekhev û bi hev re bijî. Em ji bo welatekî ku pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe têdikoşin. Tu neyta me nîne ku em alîgiriya partiyeke din bikin an jî partiyeke din winda bike. Em ji bo serketinê derketin rê.
Em talibê dengê hemû Stenboliyan in. Ji ber ku serkeftineke ku li Stenbolê hatiye bidestxistin wê li hemû welat belav bibe û jiyana wekhev û bi hev re ji bo her kesî bê avakirin. Em ne ji bo ku dengê kesî bistînin û ne jî ji bo kesî asteng bikin derketin. Fikara me heye ku em bi ser bikevin û gel qezenc bikin.
Em dixwazin Stenbol ji aliyê kesên ku li Stenbolê dijîn ve bê birêvebirin.”