Şemî, 10 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rojnamevan Mustafa Balci  Şaban Sevînç hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê komplo hate protestokirin: Azadiya Birêz Ocalan nayê paşxistin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya Ciwanên Enternasyonalîst ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re serlêdan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê bi hezaran kes meşiyan: Divê statuya Rêber Apo were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê komplo hat şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li  Çewlîgê berteka li dijî GES’ê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan daxuyaniya 9’ê Cotmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya 9’ê Cotmehê li Mexmûrê bi meşeke girseyî hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Halît Oral li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    DBP: ‘Azadiya Rêber Ocalan pêwîstiyeke dîrokî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên HPG û YJA Starê: Komplo bi têkoşînê hate pûçkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Di sala 29’an a komployê de em têkoşînê bilind bikin û Rêber Apo azad bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    MKG: Meha Îlonê jî zext li rojnamevanên jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ya li Rojhilata Navîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tehrîka neheq ji bo sûcdaran vediguhere mekanîzmayeke parastinê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Ji dema Gurbetellî heta îro têkoşîna rojnamegerên jinên Kurd didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bi xurtî bilêv bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Biryara AYM’ê dikare bibe sedem ku dema jin cihê bû, xwe hîn bêhtir bêçare bibîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêdiviyeke jêveneger e’
Rojane

‘Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêdiviyeke jêveneger e’

Endamê DEM Partiyê Cengîz Çîçek di çalakiya protestokirina komployê de axivî û bal kişand ser paradîgmaya ku Abdullah Ocalan ava kiriye û got, "Birêz Ocalan, 27 sal in di hucreyeke tenê de fikra Komara Demokratîk ava kiriye."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê bi boneya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo li ber avahiya DEM Partî ya Fatihê daxuyanî da. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn. Di pankartên “Serokê xwe azad bikin komployê têk bibin”, “Ji komployê re na, ji birêz Ocalan re azadî” û dovîzên “Bê Serok aştî nabe”, “Berxwedana gel komployê pûç dike”, Bê serok aştî şaştî ye” û “Ji sermuzakerevan birêz Ocalan re azadî” hatin vekirin.

Di daxuyaniyê de dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo”, “Mafê hêviyê gerdûnî ye”, “Ciwan fedaiyên Apo ne”, “Jin Jiyan azadi”, “Jin jiyan azad, azad bike Rêberti” û “Li çiyayan negere, Apoyî li her derê ne” hatin berzkirin. Girseyê di çalakiyê de posterê Rêber Apo vekir.

Girseya ku hewl da ber bi Parka Saraçhaneyê ve bimeşe, ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin. Di çalakiya ku gengeşî derket de ji ber dahfdayîna polîsan welatî birîndar bûn.

ZEMÎNA WEKHEV Û DEMOKRATÎK

Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar bertek nîşanî astengkirina polîsan da û got, “Em bi tecrîda li ser sermuzakerevan Birêz Ocalan re rû bi rû ne û ji ber vê yekê em li vir in. Birêz Ocalan 27 sal in di bin tecrîdê de ye. Heta tecrîd were rakirin û azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan were misogerkirin em ê têbikoşin. Ger ‘mafê hêviyê’ yê bi Birêz Ocalan bê naskirin û komîsyon pê re hevdîtinê bike, wê demê em ê bibêjin ku pêvajoyek çareseriyê heye. Em ji bo zemînek wekhev û demokratîk têdikoşin.”

BAL KIŞAND SER TÊKOŞÎNÊ

Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê û endamê Komîsyona Meclisê Cengîz Çîçek diyar kir ku komplo ne tenê li dijî Rêber Apo pêk hat. Çîçek anî ziman ku aştiya rastîn bi rêzgirtina ji bo jiyan û nasnameyê dest pê bike û got, “Ev 27 sal in armanca me ya sereke ew e ku ev welat nebe welatê olîgarş û talankeran. Ev welat wê ji bo kesên ku piştgiriyê didin demokratan, wê bibe bibe welatekî demokratîk a Kurdan, Elewiyan û jinan. Birêz Ocalan, 27 sal in di hucreyeke tenê de fikra Komara Demokratîk ava kiriye. Tenê dijminên gel û yên ku mêtingerî kirine sedema hebûna xwe ji vê fikrê ditirsin. Ev bend ji bo sermayedaran e, ji bo kesên ku desthilatdarî dixwaze wan biparêze ye. Ger ev bend werin derbaskirin, wê demokratîkbûn çêbibe û komplo jixwe têk çûye. Her wiha divê komîsyon Birêz Ocalan guhdar bike. Cûdahiya me ji wan ev e ku em zimanê heqîqetê diparêzin. Wê fikra Komara Demokratîk a Birêz Ocalan pêk were. Di vê serdema ku banga rêbertiya damezrîner tê kirin de, tirsa ji dirûşmeyên ji bo Birêz Ocalan û danîna bendan israra çaresernekirinê ye. Aştiya mayînde bi têkoşîna demokratîk pêkan e. Werin em azadiyên gel misoger bikin. Ev rê bi rûmet e û ji bo azadiyê. Heta ku pêvajo bi encam bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Daxuyaniya Tirkî ji hêla Rêvebera DEM Partiyê ya Stenbolê Gîzem Kuzuluk û ya Kurdî jî ji aliyê Rêveberê DEM Partiyê yê Stenbolê Ercan Saglam ve hate xwendin.

Ercan Saglam diyar kir ku  ev komplo, operasyoneke navneteweyî bû ku li dijî îradeya azadiyê ya gelê Kurd, li dijî ramaneke ku dikaribû di Rojhilata Navîn de bibe pêşengê veguherîna demokratîk, hatibû plankirin. Saglam anî ziman ku raman û paradîgmaya ku Rêber Apo pêş xistiye ji bo jiyana wekhev û azad e. Saglam bi bîr xist ku tevî şertên giran ên tecrîdê yên ku 26 sal in li Îmraliyê didomin, berxwedana Rêber Apo armanca komployê pûç kiriye û got, “Kevneşopiya berxwedanê ya li ser vê axê, her carê ev tarîtiye parçe kiriye. Derketina birêz Ocalan a li ser qada dîrokê, mohra ‘em hene’ ya gelê ku zincîrên înkarê lê hatibûn danîn e. Qonaxa dîrokî ya ku gelê Kurd bi têkoşîna xwe ya azadiyê ya 52 salan gihîştiye, êdî demeke wisa afirandiye ku tu hêz nikare bibêje ‘Kurd tune ne.’ Îro îradeya gelê me, ramana wî û rêxistinbûna wî, nîşana herî berbiçav a vê rastiyê ye.”

KAMPANYAYA AZADIYÊ YA GERDÛNÎ

Saglam destnîşan kir ku azadiya fizîkî ya Rêber Apo ji bo pêşeroja demokratîk a gelê Kurd û hemû civaka Tirkiyeyê, pêdiviyeke jêveneger e û wiha domand: “Di Cotmeha 2025’an de, Kampanyaya Azadiyê ya Gerdûnî ku sala duyemîn tijî dike, bi armanca misogerkirina azadiya fizîkî ya birêz Ocalan, belavkirina tarîtiya ku komployê afirandiye û gihandina gelên Rojhilata Navîn ber bi asoyê aştiyê ve, mezin dibe. Em jî weke parçeyek ji vê kampanyaya dîrokî, di biryardariya mezinkirina têkoşîna gelê Kurd û hemû hêzên demokrasiyê de ne. Hewldanên modernîteya kapîtalîst ên ji bo vemirandina agirê azadiyê yê ku birêz Ocalan pêxistibû, pûç derketin; berevajî vê, ev agir roj bi roj zêdetir geş bûye û îro bûye meşaleyek ku rêya azadiyê ya gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn ronî dike.

Niha erkê ku dikeve ser milê me ew e ku em vê meşaleyê dest bi dest bigerînin, li çar aliyên cîhanê belav bikin û rêya azadiya birêz Ocalan vekin. Azadiya birêz Ocalan, ji bo aştiya gelan û paşeroja demokratîk gaveke herî berbiçav e. Dema ku em li dijî komployê dengê xwe bilind dikin, bila em dengê azadî û aştiyê jî bi hev re mezin bikin.” 

Piştî daxuyaniyê, dorpêça polîsan demek dirêj berdewam kir. Li ser bidawîbûna dorpêça polîsan, girse belav bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Qedexeya firînê ya li ser Balafirgeha Silêmaniyê hat rakirin
Nûçeya Pişt re ROJEVA 10’Ê COTMEHA 2025’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Mexmûrê Nobeta Azadiyê dewam dike

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya Nobeta Azadiyê ya li dijî tecrîda girankirî ya Îmraliyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Di Konferansa Parlamenterên Jinên Kurd de banga ji bo wergirtina ‘biryarên radîkal’

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a girtî, peyamek ji Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd a 1'emîn…

Ji aliyê Stêrk TV

Jinên Tolhildêr: Berxwedana me li her kolanek Geverê belav bû

Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr ragihand ku li dijî dagirkeriya li Colemêrgê berxwedana wan li her kolana…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Rojnamevan Mustafa Balci  Şaban Sevînç hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Stenbolê komplo hate protestokirin: Azadiya Birêz Ocalan nayê paşxistin!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Şandeya Ciwanên Enternasyonalîst ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re serlêdan kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Amedê bi hezaran kes meşiyan: Divê statuya Rêber Apo were diyarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?