Konseya Giştî ya KBDH’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku divê li dijî sîstema talan û rantê ya ku piştî erdheja 6’ê Sibatê derketiye holê, têkoşîna jiyana wekhevîxwaz û azadîparêz bê mezinkirin.
NE ERDHEJ, KAPÎTALÎZM DIKUJE
Daxuyanî wiha ye: “Di ser erdheja 6’ê Sibatê ya ku navenda wê Mereş bû, tam salek derbas bû. Di vê salê de êşên gelên kedkar, jin û zarok mîna roja destpêkê jan dide. Burokrasiya dewletê ya ku planê xwe li gorî rewşên awarte pêk nayîne, avahiyên bêewle li ser xetên erdhejî avakirin, hişt ku asta karesetê mezintir bike. Alîkariya bi rêya AFAD û Heyva Sor bidin aliyek, hîn bêhtir ji bo bazirganan, feraseta rantê, piştguhkirin û burokrasiyê rê hatin vekirin û ev yek bû sedem ku hê bêhtir mirov bên kuştin.
Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê û dewleta bûrjûva ya Tirk ku di nava sala dawî de ji bo herêmên erdhejê ti tiştek nekiriye, îro li herêmên erdhejê şov dikin û ji bo hilbijartinê razemenî dikin. Li ser êşa mirovan rantê dikin.
Di nava salekê de dewleta burjuva ya Tirk a faşîst li şûna ku bajar û qadên jiyanê li dijî erdhejê amade bike, bi milyaran dolar ji bo şer xerc kir. Bloka faşîst a AKP-MHP’ê, di hilbijartinên 2023’yan de soz dabûn mexdûrên erdhejê ku ji wan re xanî çêkin. Xeyal firotin bi sed hezaran mexdûrên erdhejê. Îro piştî salekê bi milyonan mirov mehkûmî jiyana di konan û konteyniran de ne. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ku bi şîrketên xwe yên înşaetê pesnê xwe li cîhanê dide, li Efrîna dagirkirî avahiyên mêtingeriyê ava dike, lê li herêmên erdhejê bi merasîmên avêtina bingeha avahiyan, gel dixapînin.
Hêj bermahiyên erdhejê li erdê bûn, bi SÎHA û ÎHA’yan pesna xwe didan. Dewleta Tirk a faşîst, îxracata pîşesaziya çekan a ji bo sala 2023’yan weke 5,5 mîlyar dolarî radigihîne û pesnê xwe dide ku îxracata wê ya çekan di cîhanê de di rêza 10’an de ye.
Êrîşên dagirkeriyê ya li Kurdistanê her ku diçe berfirehtir dibe. Li dijî gelên li Rojava û gerîlayên li Başûrê Kurdistanê bombe dibarîne. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst a ku li Rojava komkujiyan dike, hemû saziyên xizmetê yên li binê erdê û ser erdê dike hedef. Li Tirkiyeyê, li bakurê Kurdistanê dengên kesên ku têkoşîna azadiya siyasî didin, bi terora dewletê tên tepisandin.
EM JI BÎR NAKIN, EM HESABÊ DIXWAZIN!
Bi hezaran mirovên me di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan ku aqûbeta gelek ji wan nediyar e, hesabê wê nehatiye xwestin. Encax bi hesab xwestinê re, mirov dikare êşa van windahiyan hinek be jî sivik bike. Divê bê zanîn ku heta ev pergal hildiweşe, wê têkoşîna me berdewam bike. Em ê teqez hesabê jin û ciwanên ku rastî şîdeta dewletê ya mêr tên û xeyalên wan ên siberojê di nava xizaniyê de tên windakirin bixwazin. Bi têkoşîna bi hev re, mezinkirina hevgirtina jinan em ê hêviyê ji nû ve ava bikin û faşîzmê hilweşînin.
Em bûyerên ku pêk hatine ji bîr nekin. Bi avakirina rêxistinbûnên xwe yên xweser re em hevgirtina civakî û hevgirtina jinê mezin bikin û li dijî faşîzm û serdestiya mêr, îsyanên jinan û zayendên bindest mezin bikin. Ji bo hilweşandina vê sîstema talan û rantê û ji bo jiyaneke wekhevîxwaz û azadîparêz em têkoşîna xwe mezin bikin û têbikoşin. Ji bo hilweşandina sîstema kapîtalîst a bi serdestiya mêr; Em têkoşîna avakirina cîhaneke azad a bê çîn, kedxwarî û cihêkariya zayendî mezin bikin û li ser vê esasê amadekariya 8’ê Adarê bikin.”