Heyeta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed jî di nav de bûn, di 7’ê Cotmehê de li Şamê di çarçoveya Peymana 10’ê Adarê de bi heyeta Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê re civiya. Di civînê de mijarên entegrasyonê û vegera bi ewle ya Kurdên ji cih û warên xwe bûne hatin gotûbêjkirin. Mazlûm Ebdî di 10’ê Cotmehê de, di axaftina 10’emîn salvegera damezrandina QSD’ê de, bang li koçberên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kir ku ji bo vegerê dest bi amadekariyan bikin.
Dr. Hasan Kiliç derbarê geşedanên li Sûriyeyê de ji ANF’ê re axivî û pêvajoya veguherînê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, mijarên entegrasyonê û vegera bi ewle ya penaberan nirxand.
TECRUBEYA ROJAVA SYKES PICOT BETAL KIR
Kiliç bal kişand ser wê yekê ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê dînamîkên navxweyî û zextên derve ve di çi pêvajoyê re derbas dibe û got: “Tecrûbeya Rojava, wekî ku li seranserê cîhanê heqê wê tê dayîn, di sedsala 21’an de wekî tecrûbeyeke xweser û taybet tê tomarkirin. Li gel dorpêç û astengiyên mezin, bi hêza cewherî ya civakê ev model rojekê jî bê domandin, serkeftineke mezin e. Ji ber vê yekê, her carê dayîna mafê keda mezin a heta îro hatiye dayîn, berpirsiyariyeke etîk-polîtîk e. Wekî din, bi tecrûbeya Rojava re pratîkên jiyana hevpar ku ev ax ji Sykes Picot ve jê hatibû biyanîkirin, careke din zindî dibin.
Normal e ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, wekî her avahiyeke rêveberiyê, hem ji dînamîkên navxweyî hem jî ji zextên derve bandor bibe. Ya esasî li vir, rêbaza çareserkirina pirsgirêkan e. Wekî her avahiyeke ku dixwaze pirsgirêkên ji ber zextên navxweyî an jî derve bi piştgiriya civakê çareser bike, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî heta îro bi awayekî serketî hebûna xwe domand. Helbet ev nayê wê wateyê ku ew ê bi problemên nû re rû bi rû nemînin. Di encamê de, alternatîfeke modernîteya kapîtalîst tê jiyîn û ev yek ji bo hêzên emperyalîst gefeke îdeolojîk-polîtîk e. Jiyana, wekhevîxwaz û azadîxwaz a di modela Rojava de, realîteyeke antî-kapîtalîst hildigire û ji bo pergalê gefeke xwezayî ye. Ji vî alî ve, em dikarin pêşbînî bikin ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê di serdema nû de bêtir bi zextên kapîtalîst ên hegemonîk ên bi eksena îdeolojîk-polîtîk re rû bi rû bimîne.”
LI ROJHILATA NAVÎN JANÊN ZAYÎNA PERGALAKE NÛ TÊN KIŞANDIN
Hasan Kiliç bal kişand ser pêvajoya entegrasyonê ya ku QSD bi Hikûmeta Demkî ya li Şamê re dimeşîne û wiha domand: “Peymana 10’ê Adarê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê re îmze kir, vîna siyasî ya ji bo entegrasyona demokratîk nîşan dide. Ji ber vê yekê, li vir ji gaveke dîplomatîk a taktîkî zêdetir, sekneke stratejîk heye.”
Kiliç diyar kir ku divê ev nêzîkatiya stratejîk a pêvajoya entegrasyona demokratîk ji veguherînên cîhanî û herêmî cuda neyê dîtin û ev nirxandin kir: “Paradîgmaya serweriyê diguhere. Piştî serdema mîrîtiyên feodal, derbasî serdema împaratoriyê bû, û ji serdema împaratoriyê jî derbasî serdema netewe-dewletê bû. Demeke dirêj e forma serweriya netewe-dewletê jî hildiweşe. Êdî forma serweriya netewe-dewletê cihê xwe ji formeke nû ya serweriyê re; ango ji paradîgmayeke nû re dihêle. Heger mirov bibêje, ‘janek zayînê’ tê kişandin.”
RÊVEBERIYA XWESER DIKARE LI ROJHILATA NAVÎN BIBE KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK Û BIBE MÎNAK
Kiliç axaftina xwe wiha domand: “Pêkanîna entegrasyona demokratîk li Sûriye û Rojhilata Navîn, dikare di lêgerîna formên nû yên serweriyê yên navenda wan Rojhilata Navîn e de modelekê derxe holê. Tecrûbeya ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk aniye, ji vî alî ve di cihekî girîng de radiweste. Ji bo tevahiya Sûriyeyê, avakirina Sûriyeyeke yekpar a li ser bingeha ne-navendîparêziyê, dikare deriyên komara demokratîk veke û ji bo tevahiya herêmê bibe mînak. Her parêzgeh dikare ne-navendîparêziya xwe pêk bîne û di navbera xwe de tifaqên herêmî ava bike. Bi vî rengî, hem civak li hemberî neyîniyên ku navendîparêzî derdixe holê tê parastin, hem jî li hemberî destwerdanên derve aştiyeke navxweyî ya li ser eksena neteweya demokratîk pêk tê. Bi belavbûna vê pergalê li Rojhilata Navîn, modela Konfederal a Demokratîk a Rojhilata Navîn dikare bikeve meriyetê û li ser bingeha modelê bibe mînakeke cîhanî.”
‘BERIYA VEGERÊ DIVÊ HÊZÊN PARAMÎLÎTER BÊN TUNEKIRIN’
Kiliç destnîşan kir ku ji bo koçberên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi ewle vegerin, divê hêzên paramîlîter bên tunekirin û got: “Bi qasî ku em dizanin, vegera Kurdan li ser axa ku lê dijîn, yek ji mijarên muzakereyê yên di navbera Hikûmeta Demkî û Rêveberiya Xweser de ye. Astengiya herî girîng a li pêşiya vegera Kurdan, hebûna pêkhateyên paramîlîter ên bi navê OSO (Artêşa Azad a Sûriyeyê) ye. Ev pêkhate, piranî avahiyên çete ne ku bi Sûriyeyê re di nav têkiliyeke dîrokî û civakî de nîn in û ne diyar e ka bi hikûmeta navendî ve girêdayî ne an na. Hebûna van pêkhateyan, li welatekî ku otorîteya navendî û ewlehiya hiqûqî lê nîn e, ji bo mirovên sivîl xetereya herî mezin e. Ev cure çete jixwe tam di şert û mercên wiha de ku garantiyên hiqûqî nîn in, hebûna xwe didomînin. Ji ber vê yekê, ji bo vegerê divê pêşî ev pêkhateyên paramîlîter bên tunekirin. Piştî vê yekê, pêdiviyên siyasî, civakî, aborî û psîkolojîk ên vegerê dikarin bên pêkanîn.”