Dayikên Şemiyê cara 985’an li Qada Galatasarayê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên li girtîgehê hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û failê wan bên darizandin kom bûn. Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Mehmet Nezîr Dûman pirsîn. Di çalakiyê de ku Dayikên Şemiyê, nûnerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV) jî amade bûn, pankartên wêneyên kesên di binçavan de hatin windakirin hatin hilgirtin.
Nûnerê TÎHV’ê yê Stenbolê Ûmît Efe, bi xwendina daxuyaniya çapemeniyê diyar kir ku divê dem ji bo veşartina sûc neyê bikaranîn. Ûmît xîtabî meqamên edlî kir û got, “Hemû biryarên qanûnê yên di dosyaya Mehmet Nezîr Dûman de hatine girtin, rakin. Bi lêkolîn û lêpirsîneke bi bandor ve rastiyê eşkere bikin û edaletê misoger bikin.”
Di çalakiyê de nameya hevjîna Dûman ê li Elmanyayê dijî, hat xwendin. Piştî nameyê Ûmît, diyar kir ku ew ê dev ji daxwaza edaletê ya Mehmet Nezîr Dûman û hemû windayan bernedin û bi bîr xist ku divê dewlet di çarçoveya hiqûqa gerdûnî de tevbigere.
Çalakî piştî qurnefîl li Qada Galatasarayê hatin hiştin, bi dawî bû.