Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê nêzîkatiya xwe ya komunê bi taybetî di salên 1990’î de dest bi nirxandinê kir û mînakên xwe yên destpêkê danî holê. Em nikarin bibêjin ku heta salên 1990’î mejiyê komun nebû, lê belê ji aliyê pratîkî ve kombûyîn, gelbûyîna tevgerê di van salan de pêk hat.
Li gorî mejiyê Partî/Eniyê ku stratejiya dema destpêkê ya tevgerê bû, rêxistiniyeke eniyê ava bû. Lê belê tecrûbeyên di pratîkê de rû dan, nîşan dan ku rêxistiniya eniyê ji ya tê texmînkirin bêhtir dikare bê kirin.
Lewma ji destpêka salên 90’î û pê ve bi rêxistinbûyîna komun û meclîsê mijarên ku ev rêxistinî dikare tevkariyeke çawa li têkoşînê bike kete rojevê. Di hin materyalan de ku salên 1990’î ji aliyê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ve hatin weşandin, avahiyên komun û meclîsan, şêweyê wan û pêwîstiya bi rêxistiniyeke bi vî rengî ya li Kurdistanê dihate vegotin.
Tevger bi xwe tevgereke komunê bû, lê belê komunbûyîna li qadên têkoşînê, yanî hewldana pratîkkirina nêrîna komunê ya tevgerê li girtîgehan destpê kir. Tevgera ku bi hezaran girtiyên xwe hebû, li hemû girtîgehan weke gaveke hevparebûnê berê xwe da rêxistiniya komunê. Ji ber ku li girtîgehan ne tenê kadro yan jî şervanên PKK’ê hebûn, her wiha milîs û welatparêzên Kurd jî hebûn.
Ji ber vê yekê tevger li derveyî pîvanên xwe yên navxweyî, li gorî şert û mercên xweser ên girtîgehan komun ava kir, kevneşopiya çareseriya li cih da destpêkirin.
KOMUN A LI NAVA TEVGERA AZADIYÊ YA KURDISTANÊ PÊNASEYÊN GIŞTÎ RED DIKE
Pênaseya komunê ya li nava Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê berevajî pênaseyên din xwedî rêveberiyeke cuda ye. Li vê derê komun ji avaniyeke li gorî pîvanên rêveberiya giştî wêdetir, li gorî şert û mercên xwe yên xweser û nêzîkatiya stratejîk a tevgerê biryar werdigirt.
Ev tespîta Rêber Apo nîşan dide ku tevger girîngiyeke çawa dide feraseta komunê:
“Çawak ku konfederalîzma demokratîk û xweseriya demokratîk sazîbûn û rêxistinbûna jiyana polîtîk a neteweya demokratîk e; federasyona yekîtiyên aboriyê yên komunal jî sazîbûn û rêxistinbûna jiyana aboriyê ye. Federasyona Yekîtiyên Aboriyê yên Komunal di asta herêmî, neteweyî û xwecihî de bingeha aboriyê ya Yekîtiya Neteweyan a Demokratîk a Rojhilata Navîn e.”
Tecrûbeyên komunê yên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ji girtîgehan destpê kirin û li her qada gel belav bûn. Ber bi dawiya salên 1990’î Meclîsên Gel û Komun li gel kêmasiyên xwe jî hema bibêje li her herêma Kurdistanê kêrhatî bûn. Bi taybetî tecrûbeyên Meclîsên Gel ên li Bakurê Kurdistanê ku şer lê gelekî giran bû, kir ku gel bi xurtî tevlî nava têkoşînê bibe.
Di salên 1990’î de yek ji gavên komunbûyîn û têkilîdanîna bi gel re pêvajoyên şîn û merasîmên cenazeyan ên gerîlayên şehîd bû. Rêxistiniyên Xwecihî yên PKK’ê dema şîn û merasîmên cenazeyan ên ji bo hurmeta li baweriyên olî bi rêxistin kirin ku heta wê rojê rêxistinên sosyalîst û şoreşger ev yek ji nedîtî ve dihatin. Di vê demê de bi rengekî welê tevgeriya ku daxwazên gel li ber çavan digirt. Bi merasîmên girseyî cenaze hatin veşartin û bêhurmetî li baweriya gel nehate kirin.
Tişta ku em dixwazin di vê mînakê de vebêjin ew e ku rê û rêbazên birêxistinbûna pêvajoya ERNK’ê ye ku pratîka komunê ya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ye.
LI GIRTÎGEHAN TECRÛBEYÊN KOMUNÊ
Di nava Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê de tecrûbeyên destpêkê yên komunê ber bi dawiya salên 1980’î li girtîgehan derkete holê. Berê çanda hevparebûnê derketibe holê jî bi temamî komunbûyînek pêk nehatibû. Lê belê ber bi dawiya salên 1980’î Tevgera Azadiyê li girtîgehan berê xwe da avaniya komunbûyînê.
Piştî êrişên giran ên dewletê ne tenê kadroyê PKK’ê her wiha gelek Kurdên sempatîzan û welatparêz jî hatin girtin. Sîstema komunê ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên li girtîgehan ava bû, piştî demekê bû nîşaneya gaveke rast a Tevgera Azadiyê. Bi saya sîstema komunê ku li girtîgehan ava bû û kadro û welatparêz bi hev re di nav de bûn, êrîşên dewletê yên li ser girtîgehan, karên sîxurkirinê û vegerandina ji têkoşînê kêm kir. Bi vî rengî fikrê berxwedanê xwe parast.
Bi saya komunên li girtîgena ku li ser pîvanên Tevgera Azadiyê ava bûn, îro jî îrade û sekna Tevgera Azadiyê ya Kurdsitanê sîstema xwe dewam dike.
LI KURDISTANÊ YEKEMÎN CERIBANDINA KOMUNÊ YA MEZIN: ERNK
Eniya Rizgariya Neteweyî ya Kurdistanê (ERNK) ku sala 1985’an di Newrozê de ava bû, rêxistineke ku li gorî mejiyê partî-eniyê ku stratejiya dema destpêkê ya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ye, ava bû.
ERNK ji roja ava bû heta bi sala 2000’î dema fesixkirinê, pirsgirêkên rojane yên gel jî di nav de ji gelek pirsgirêkan re bû bersiv; jiyana çandî, civakî û aborî ya gel li gorî nêzîkatiya îdeolojîk a tevgerê jinûve bi rêxistin kir û navê xwe bi tîpên zêrîn li Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nivîsand.
Taybetmendiya herî girîng a ku ERNK’ê ji rêxistinên din ên Kurdistanî cuda dikir ew bû ku pirsgirêkên gel bi gel re nîqaş dikir, çareserî û jiyana nû bi gel re bi rêxistin dikir. Lewma ERNK yekemîn ceribandina mezin a Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bû ku li tevahiya welêt pêk anî.
ERNK weke rêxistiniya komunê ya gelekî ku parçe bûye û mînaka xwe li devereke din a cîhanê nîne 15 salan hebûna xwe dewam kir. Di sala 2000’î de piştî ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê îdeolojiya xwe guhert, xwe fesix kir û derbasî rêxistiniyeke nû bû.
Pêvajoya ERNK’ê di nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de demeke nû û şêweyekî nû yê rêxistinîbû ku hate ceribandin. Tevgera Azadiyê ku dest bi têkoşîna çekdarî kiribû û bi berxwedana xwe, xwe ispat kiribû di vê demê de dît ku tenê bi çekê û rêxistiniyeke îdeolojîk nikare bigihêje armanca xwe. Di vê demê de tespît kir ku yekbûna bi gel re, xwedîderketina gel sparteyeke girîng e.
Ji ber vê yekê jî Tevgera Azadiyê dema ku kete nava gel wê bi rêya ERNK’ê gotinên xwe, hêviya xwe ya ji bo rizgariyê vebigota. ERNK’ê bi rêya komun û meclîsên gel ên li Kurdistanê nîşan da ku azadbûyîn pêkan e.
Rewşa ku di nava salên 1990’î de Rêber Apo bi gotina ‘Vejîn temam bû, dor hatiye rizgariyê’ bi esasî ev bû. Rabûna ser xwe ya gelekî ku bi heft qatî ketibû binê erdê, bi rêxistinbûyîna rast û di cih de dibû; ev jî di dema ERNK’ê de hate kirin.
ERNK NE TENÊ RÊXISTINIYEKE MILÎS BÛ, GAVA HERÎ MEZIN A GELBÛYÎNÊ BÛ
Dema em bên ser pratîka ERNK’ê; ERNK ji avaniyeke ku tenê milîsan bi rêxistin dike yan jî ji qada leşkerî re leşkeran dişîne wêdetir, rêxistinbûneke welê bû ku çareser ji pirsgirêkên gel re didît û meseleyên rojane çareser dikir. Li Kurdistanê, Tirkiyeyê û her devera cîhanê gelê Kurd ji bo her pirsgirêka ku nikarîbû çareser bike serî li ERNK’ê dida û alîkarî ji ERNK’ê yanî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê dixwest. ERNK bi çareserkirina pirsgirêkan û jinûve birêxistinkirina jiyana rojane ya gel bû tecrûbeya komunê ya destpêkê ya mezin a Kurdistanê û gelê Kurd.
ERNK’ê bi hezaran doz çareser kir; di jiyana rojane de lihevanîna cîranan jî di nav de çareserî diafirand, jiyana herî guncaw ji gel re vedigot, gel di her qonaxê de agahdar dikir û tevlî pêvajoyên biryardanê dikir. ERNK’ê bi saya vê pratîkê di nava gelê Kurd de bû cihê hurmeteke mezin.
Pratîka ERNK’ê bandoreke welê li jiyana rojane ya gelê Kurd kir ku îro hîn jî bi hezaran Kurd hene ku jiyana xwe li ser tiştên wê demê hîn bûne bi rêxistin dikin.
ERNK li gel kêmasî û şaşitiyên xwe weke tecrûbeya destpêkê ya komunê ya li Kurdistanê derbasî nava dîrokê bû. Di vê demê de gelê Kurd nirên xwe nas kir; li hemberî polîtîkayên tinebûnê ku sîstemê ferz dikir weke pratîka bêîteatiya sivîl xwedî li çanda xwe derket. Gel feraseta jiyahna nû ya Tevgera Azadiyê qebûl kir û ev yek di jiyana xwe ya rojane de derbasî pratîkê kir.
Di salên 1990’î de ku ERNK herî zêde wê demê xurt bû, gelê Kurd ji her alî ve hebûna we dît û xwedî li nasnameya xwe derket.
Her wiha weke rêxistiniya komunê Enstîtuya Kurd ava bû, Navenda Çanda Mezopotamyayê hate vekirin, li derveyî welat MED TV dest bi weşanê kir. Pêvajoya MED TV bi tena serê xwe li hemberî êrîşan weke pêvajoyeke berxwedana komunbûyînê ye.
Dewletê bi israr hewl da pêşî li temaşekirina qenalê bigire; Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê jî bi rêya rêxistiniyên xwecihî kir ku qenal li tevahiya Kurdistanê bê temaşekirin, her wiha li gelek deveran ji bo temaşekirina li qenalê piştgirî ji kirîna anten-peykê re da, çû malan û qenal eyar kir. Ji ber vê yekê jî gelek kes hatin girtin û bi salan li girtîgehê hatin ragirtin.
Eger îro li her devera cîhanê bi Kurdî axaftin tê kirin, hunera Kurd li her devera cîhanê tê kirin û bi kincên neteweyî yên Kurd kevneşopî tê naskirin, ev yek bi saya ERNK’ê ye ku di sala 1985’an de hate ragihandin û 15 salan jiyaneke nû hînî gelê Kurd kir û bû komuna mezin a destpêkê ya Kurdistanê.
Ev pratîk radixe pêş çavan ku ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê rêxistiniya komunê û fikrê wê ji nişka ve derneketiye holê. Her wiha nîşaneya şênber a wê yekê ye ku li Kurdistanê dema nêzîkatiyeke rast bê nîşandan wê serketinên mezin bêne bidestxistin.
					
							
			
                                
                             
