Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, li Meclisê bi koordînatorên partiyên siyasî yên di Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê de cih digirin re civiya.
Di civînê de Serokwekîlê Koma AKP’ê Abdulhamit Gul, Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyigit, Serokwekîlê CHP’ê Murat Emîr, Serokwekîlê Koma Yenî Yolê Bulent Kaya û Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Fetî Yildiz amade bûn.
Piştî civînê, biryar hat girtin ku civîna ku dihat payîn sibê bi rojeva Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê serdana Rêber Apo bike bê lidarxistin, were taloqkirin.
Hate hînbûn ku ji ber Wezîrê Karên Hundirîn Alî Yerlîkaya ji ber bernameya xwe ya derveyî welat nikare beşdar bibe, hatiye taloqkirin.

