Li gorî daxuyaniya Pentagon, di êrîşa roja Pêncşemê de 3 mêran jiyana xwe ji dest dan. Ji meha Îlonê ve hejmara kesên ku di operasyonên hewayî ya bi navê têkoşîna li dijî tiryakê tê meşandin de mirine, gihişt 70’an.
DYE’yê ragihand ku di mehên dawî de li Karîbîk û Pasîfîkê li gelek keştiyan xist û 18 keştî îmha kirine. Lê belê tê diyarkirin ku nehatiye îspatkirin ka eleqeya kesên hedef tên girtin bi tiryakê re heye yan na. Pisporan ev êrîş weke “înfaza bêdaraz” pênase kirin.
Wezîrê Parastinê Pete Hegseth têkildarî êrîşê daxuyanî da û kesên mirî weke “narko-terorîst” pênase kir û got, “Eger hûn qeçaxçitiya tiryakê bidomînin, em ê we bikujin.”
Washington kartelên tiryakê yên li Latîn Emerîkayê weke “rêxistina terorê” îlan kir û îdîa dike ku li dijî van koman “şerê çekdarî” dimeşîne.
Di çarçoveya operasyonê de, DYE’yê li Karîbîkê 6 keştiyên şer û li Porto Rîko’yê balafirên şer ên F-35 bi cih kir. Her wiha keştiya balafirê ya DYE’yê ya di cîhanê de herî mezin, hate şandina herêmê.
Serokê Dewleta Venezuela Nîcolas Maduro jî ev operasyonên DYE’yê weke “ferzkirina guhertina rejîmê û hewldana bi dest xistina çavkaniyên petrolê yên Venezuelayê” pênase dike.
Li aliyê din, îdîayên ku dibêjin ‘piraniya kesên di êrîşan de mirine sivîlên ku karê masîvantiyê dikin in’, zêde dibe. Komîserê Bilind ê Mafê Mirovan a NY’ê Volker Turk di dawiya cotmehê de banga rawestandina operasyonan li DYE’yê kiribû û “lêpirsîneke serbixwe û zelal” daxwaz kiribû.

