Tirkiye bi banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê re kete nava pêvajoyeke nû. Bi vê pêvajoyê re hem Rêber Apo hem jî Tevgera Îdeolojîk a Kurdistanê ji aliyê îdeolojîk ve gotin û têgehên nû xistin rojevê.
Di vê demê de yek ji têgehên herî zêde hatin nîqaşkirin qanûnên entegrasyona demokratîk bûn, ku Rêber Apo ji bo destpêkirina dema nû weke şert pêşkêşî dewleta Tirk kir. Ji bo vê sîstema ku her kes nêrînên xwe tînin ziman û Rêber Apo wê rast dibîne, rexneya herî giran a hate kirin ew bû ku wê Tevgera Azadiyê ya Kurd tasfiye bike.
Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê her têgehê ji wateyên têne zanîn û jiberkirî wêdetir bi kar tînin. Şaş e ku di peyvnasiya Tevgera Azadiyê de her têgeh di çarçoveya wê cîhanê de bêne nirxandin ku sîstem li me ferz dike.
Tevgera ku bi îdîa û armanca jiyaneke nû destpê kir, ev yek ne tenê weke gotinekê yan jî amûrek ji bo bandora li girseyan nedîtiye; li şûna wê ji bo avakirina jiyana nû ya bi rengekî bitunî têkoşiya ye.
Yek ji hêmanên herî girîng ên vê têkoşînê jî têgeh in û wateya têgehan e. Mirovên ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û Rêber Apo dişopînin zanin ku di nava vê dîsîplîna îdeolojîk de têgeh çiqasî girîng in.
Têgeh xetên têkoşînê diyar dike, dikin ku em zelal bibin û we li hemberî êrişên dijber (dijmin-dij bi şoreşgeriyê û hwd.) diparêze. Têkoşîna ku ji aliyê îdeolojîk ve zelal nîne, ti carî nikare bigihêje encamê
SÎSTEMEKE FIKRÎ YA DAÎMÎ
Rêber Apo ku di sîstema xwe ya fikrî de timî daîmî ye, di dîroka têkoşîna îdeolojîk de weke têgeh bi kar neanî be jî bi salan e di çarçoveya pênaseya entegrasyona demokratîk de daxuyanî dida. Bi taybetî di analîz û hevpeyvînên xwe de yên piştî salên 1990’î bi israr qala jiyana hevpar û hevkariyê dikir. Rêber Apo herî dawî bi rengekî şênber têgeha entegrasyona demokratîk weke gava destpêkê ya formula jiyaneke bi hev re anî ser ziman.
Beriya ku em dest bi nirxandina mijara entegrasyona demokratîk bikin, divê mirov bala xwe bidin ser fikrê neteweya demokratîk ku beriya niha ji aliyê Rêber Apo ve hate teorîzekirin û îro bêhtir hate dîtin ku nêzîkatiyeke rast e.
Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê pênaseya neteweya demokratîk bi vî rengî dike: “Neteweya demokratîk nasnameyan bi têgehên hişk û nediyar nanirxîne, bi avaniya xwe ya herm tevlîbûna wekkhev a hemû nasnameyên şex, kom, zayend, çînî, olî û etnîkî ya her beşên civakê ji xwe re dike esas.
Neteweya Demokratîk ji xwe re dike esas ku hemû cihêrengiyên li nava civakê xwe bi rengekî azad îfade û birêxistin bike. Girêdana şex û civakê ya li dewletê red dike; destnîşan dike ku dewlet tenê di karên giştî yên mecbûrî de divê rolê bilîze. Ji xwe re dike esas ku pirsgirêkên civakî ne bi avaniya dewletê lê bi rêxistiniya civakê çareser bike.
Neteweya Demokratîk ne tenê xwe dispêre hiqûqê; pîvana wijdan û exlaqê ya civakê ji xwe re dike esas. Bi pêkanîna demokrasiyê ya yekser ji xwe re dike esas ku civak xwe bispêre komun, meclîs, kooperatîf û akademiyan û bi vî rengî bibe îrade.”
Rêber Apo di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de ku tê wateya manîfestoya sosyalîzma hemdem a nû dema ku dibêje, “Entegrasyon yekîtiya civaka demokratîk a bi netewe dewletê re ye” qala vê yekê dike.
Gava destpêkê ya afirandina neteweyek demokratîk ew e ku her beşa civakê bigihêje hev, cihêrengiya wan weke dewlemendiyê bê dîtin, bibin dînamîkên pêşketinê û bi vê hevparebûnê re jiyaneke azad bê avakirin.
Ji bo di nava sîstema heyî ya netewe dewletê de civak ji fikrê sosyalîst ê serdema nû re bê amadekirin û tevlî têkoşîna ji bo jiyana wekhev û azad bê kirin Rêber Apo dibêje entegrasyon nebe nabe.
Li gorî Rêber Apo entegrasyona demokratîk nayê wê wateyê ku komek ji endamên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bê Tirkiyeyê û tevlî jiyana modernîteya kapîtalîst bibe. Ev yek nabe! Her gavek qonaxek ji pêşveçûna ber bi armancê ve ye. Yanî di sîstema fikrî ya Rêber Apo de her gotin û her têgeh a beriya xwe temam dike û kêmasiyên wê ji holê radike.
Neteweya demokratîk, civaka demokratîk û analîzên li ser şaristaniya demokratîk divê ji entegrasyona demokratîk, komun û sosyalîzma neteweya demokratîk cuda neyê dîtin.
Lêgerîna li dewleta bêyî sosyalîzmê ku di salên 1990’î de destpê kir, îro bûye bernameyekê û gihîştiye wê hêzê ku gavên vê yekê biavêje.
GAVA DESTPÊKÊ YA BER BI JIYANA NÛ VE: ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK
Ya ku di vê de tê vegotin, pîvanên ji rêzê yên jiyana bi hev re û gavên divê bêne avêtin e. Di vir de Rêber Apo têgeha entegrasyona demokratîk weke gava destpêkê ya avakirina jiyana bi hev re bi kar tîne.
Piştî ku têgeha entegrasyonê ji aliyê Rêber Apo ve hate bikaranîn nîqaşan destpê kirin û di van nîqaşan de bêyî ku tecrûbeyên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, pêvajo û kapasîteya îdeolojîk a Rêber Apo bê fêhmkirin êriş hatin kirin, hewl hate dayin ku bê reşkirin û bi taybetî jî têgehên tasfiyekariyê gelekî hatin bikaranîn.
Halbûkî wateya gotinê ya tê zanîn a entegrasyonê bi xwe jî ji tasfiyeyê wêdetir tê wateya hevparebûnê. Entegrasyon tê wateya, ‘Karê ku pêkhate, sîstem û pêvajoyên cuda tîne gel hev û wan di nava ahengiyê de dixebitîne’. Yan jî têgeha entegrekirinê bi pênaseya Rêber Apo re ji vê jî wêdetir xwedî wateyekê ye. Di nava vê têkoşînê de ti têgeh û pênase bi rengê ku heta wê rojê hatine bikaranîn nayê bikaranîn. Têgeh her tim hatin pêşvebirin, kêmasiyên wan ji holê hatin rakirin û li gorî vê erdnîgariyê hatin bikaranîn.
Beriya ku têgeha entegrasyonê bê nirxandin ku di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de qala wê hate kirin, girîng e mirov hinekî li rabirdûyê vegerin û bala xwe bidin ser gotinên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û Rêber Apo yên li ser jiyana bi hev re.
Her şîrove û rexneya bêyî zanîna dîrokê wê vala bin. Bi pênaseya Rêber Apo: ‘Dîrok di roja me de, em jî di destpêka dîrokê de veşartî ne’.
Lewma têgehên ku Rêber Apo di daxuyaniyên xwe de bi kar tîne ji têgehên têne zanîn gelekî wêdetir in. Yek ji van jî ku herî zêde nîqaş li ser tê kirin têgeha entegrasyona demokratîk e.

