Serokê Dewleta Ûkraynayê Volodimir Zelenski sihara Yekşemê gihişte Yewnanistanê. Li gorî daxuyaniya berdevkê wî, Zelenski wê piştre têkildarî mijarên parastin û enerjiyê biçe Fransa û Spanyayê.
Zelenski li ser medyaya dîjîtal daxuyanî da û got, “Ji bo tedarîka gazê ya ji Ûkraynayê re, me bi Yewnanistanê re peymanek îmze kir.”

