Yekşem, 18 Gulan 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bîranînên ji bo Kaytan û Altûn dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Ji bo hevrê Fûat fikrê hevpar girîng bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKP’ê sersaxî ji netewe û tevgera Kurd re xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersimê ji bo Kaytan û Altûn merasîmeke bi heybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbol û Enqereyê ji bo girtiyên nexweş çalakî hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya Dayikên Şemiyê: Daxwazên ji bo aştiyê divê bên pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Tedawiya Zeyneb Celaliyan tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya DEM Partiyê bi waliyê Silêmanî Heval Ebûbekir re dicive

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê şehîdên şoreşê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Altûn û Kaytan li Amedê merasîma bîranînê ya girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Wanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sayyîgît: Bi navê aştiyê rûpelekî nû vebû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hevseroka Giştî ya DBP’ê serdana Şanaz Îbrahîm Ehmed kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    1’emîn Kongreya NADA’yê di roja 3’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya NADA’yê: Jin ji bo aştî û demokrasiyê li qadan ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya Jinê ya NADA li Silêmaniyeyê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya NADA bi panelan dewam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê kongreya NADA tê lidar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Parîsê 4’emîn Festîvala Çandî ya Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê: Yekîtiya gelê Kurd bi ziman dest pê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parîs ji 4’emîn Festîvala Çanda Kurdî re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya ji bo Lêkolîn û Zanistî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Barcelonayê 7’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmarên nû yên kovarên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Welatparêz derketin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • MÊRDÎN
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Nobetên Edaletê: Ger tecrîd bê şikandin wê civak azad bibe
Rojane

Nobetên Edaletê: Ger tecrîd bê şikandin wê civak azad bibe

Nobeta Edaletê ya li dijî tecrîdê hatiye destpêkirin berdewam dike û peyama; “Eger tecrîda Îmraliyê bê şikandin wê civak azad bibe û demokrasî were Kurdistanê û Tirkiyeyê."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Sibat 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Nobeta Edaletê di çarçoveya kampanya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re “çareserî li gelek bajaran dewam dike. 
AMED
Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li Amedê hat destpêkirin di roja 61’an de berdewam dike. Hevserokên DBP’ê yên Amedê, rêveberên bajar û navçeyan û gelek welatî beşdarî çalakiya nobetê ya li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya navçeya Rezanê bûn.

Hevserokê DBP’ê yê Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz got, “Tecrîda ku li ser Birêz Abdullah Ocalan tê meşandin divê demildest bê rakirin.”

Hevseroka DBP’ê ya Amedê Sultan Yaray jî got, “Heta ku ev tecrîd bê şikandin û Abdullah Ocalan azad bibe, wê Nobeta Edaletê û ‘Meşa Azadiyê’ bidomin.”
ÊLIH
Nobeta Edaletê ya ku li Êlihê bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) hatibû destpêkirin di roja xwe ya 3’yemîn de didome. Çalakiya nobetê ya li avahiya DBP’ê didome, ji aliyê nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên bajêr ve hat ziyaretkirin. Di serdanê de Hevserokê Şaxa ÎHD’ê Ahmet Şiray axivî û xwest piştgiriyû bidin nobeta dayikên aştiya birûmet.

Şiray da zanîn ku ji bo dawî li polîtîkayên zext û zilma li ser girtiyan bê anîn, divê têkoşîn bê mezinkirin û banga xurtkirina hevgirtinê kir.
MÊRDÎN
Dayikên Aştiyê yên Dêrikê û xizmên girtiyan, îro Nobeda Edaletê ya li avahiya DBP’ê ya Mêrdînê didome, dewr girtin. Nobeta Edaletê ji aliyê gelek kesan ve hat ziyaretkirin, dayikan û ziyaretvanan bi hev re stran gotin û helbest xwendin. Dengbêj Hacer jî li Nobeda Edaletê kilamên xwe yên li ser azadiya Abdullah Ocalan stirî.
rêveberên MED’ê Federasyona Komeleyên Piştevaniya bi Malbatên Girtî Û Hikûmxwaran re (MED-TUHADFED) ên Amedê jî Nobeta Edaletê ziyaret kirin. Li ser navê heyetê rêveberê MED-TUHADFED’ê Orhan Işik axivî. Işik bal kişand ser Meşa Azadiyê û got, “Ev meş di heman demê de xwedî girîngiyeke manewî ye. Ji cihê ku Birêz Ocalan di sala 1976’an de dest bi meşa şoreşgerî kir, dest pê kir. Hem bi vê manewî û hem jî bi armanca ku germahî û daxwazên gel ji raya giştî re ragihînin. Ev meş dewam dike. Em dişopînin, em dibînin ku xwedî li ruhê berxwedana salên 90’î tê derketin. Em careke din bejna xwe li ber têkoşîna we ditewînin. Em têkoşîna ku ji niha û pê ve em ê çawa vê berxwedanê hîn mezintir bikin, didin.”
WAN
Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku ji aliyê xizmên girtiyan û TUHAY-DER’ê ve li avahiya DBP’ê hatiye destpêkirin di roja 61’emîn de berdewam dike. Çalakî ji aliyê rêveberên rêxistina navçeya Artemêtanê, namzetên Hevşaredariyê û gelek welatî ve hat ziyaretkirin.
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Zekiye Kaya girtiyên ku li girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kirine silav kir û got, “Heta ku pergala tecrîda li ser Birêz Ocalan hatiye pêşxistin neyê rakirin, ne tecrîda li ser girtîgehan û ne jî tecrîda li ser civakê wê ranebe. Ger ev tecrîd bê rakirin wê civak azad bibe. Weke dayikên aştiyê em mirinê naxwazin, em alîgirê aştiyê ne. Banga me ji CPT û Wezareta Edaletê re ev e; herin birêz Ocalan bibînin, hevdîtinê bikin. Niha dema pêngava aştiyê ye. Her wiha em hevrêyên xwe yên ‘Meşa Azadiyê’ silav dikin. Em hêvî dikin ku heta 15’ê Sibatê ev neheqî ji holê rabe û aştî û edalet pêk were. Divê her kes xwedî li aştiyê derkeve û bibe dengê van berxwedêran. Êdî dema ku Ocalan bê nav me hatiye. Bijî berxwedana zindanan.”

Li ser navê TUHAY-DER’ê Çetîn Uyar jî axivî û got, “Meşa azadiyê, nobeta edaletê û berxwedana zindanan ji bo aştî û edaletê pêngaveke mezin e. Li dijî tecrîdê divê em hêzeke mezin nîşan bidin. Ev gavên bingehîn wê pêşî azadiya Birêz Ocalan û pişt re jî azadiya gelê Kurd bi xwe re bîne. Pêwîste her kes piştgiriyê bide van çalakiyan. Îro bi hezaran hevalên me wê li Amarayê bi ‘Meşa Azadiyê’ dawî li çalakiya xwe bînin. Pêwîste em hemû li her kolanê, taxê û qada jiyanê vê çalakiyê bilind bikin.”
EDENE
Nobeta Edaletê ya ku ji aliyê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (AATUHAY-DER) a Akdenîz Edeneyê ve hatiye destpêkirin di roja 62’an de berdewam dike. Tevî Dayikên Aştiyê, endamên Meclîsa Ciwanên Edeneyê yên Partiya DEM’ê jî çûn serdana nobedê.

Dayika Aştiyê Sevîl Bahadir diyar kir ku tecrîd ne tenê li Îmraliyê li ser tevahiya civakê tê meşandin. Sevîl Bahadir destnîşan kir ku ji bo mirov nemirin divê tavilê Abdullah Ocalan azad bibe û banga têkoşînê li hemû pêkhateyên civakê kir.
MÊRSÎN
Nobeta Edaletê ya ku li Mêrsînê ji aliyê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) ve hatibû destpêkirin îro li avahiya komeleyê berdewam kir. Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê û rêveberên wê, namzetên Hevşaredariya Akdenîzê ya DEM Partiyê Nuray Arslan û Hoşyar Sariyildiz û gelek kes tevlî çalakiya îro bûn.

Yek ji Dayikên Aştiyê ku Nobeda Edaletê didomîne Emîne Eren jî diyar kir ku ji bo demokrasî û aştiyê li Tirkiye û Kurdistanê pêk were divê tecrîda li ser Abdullah Ocalan bi dawî bibe û azadiya fîzîkî bê misogerkirin.

Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrsînê Reşat Aşan diyar kir ku polîtîkayên şer ên li welat wê bi dawî bibin û yekane muxatabê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd Abdullah Ocalan e. Aşan bal kişand ser pêvajoya ku di navbera salên 2013 û 2015’an de ji aliyê Abdullah Ocalan û dewletê ve hatiye meşandin û got, “Em hemû atmosfera siyasî û civakî ya wê serdemê dizanin. Divê em ji her kesî re vebêjin ka çiqas girîng e dawî li tecrîdê bê anîn. Ger were bîra we, li hemû Kurdistan û Tirkiyeyê ‘pêvajoya çareseriyê’ hat qebûlkirin û xwedî lê derketin. Divê em ji her kesî re diyar bikin ku ger tecrîd bê şikandin dê pirsgirêkên li tevahiya Rojhilata Navîn bi taybet li Tirkiyeyê çareser bibin.”

Beşdarên çalakiyê piştre çûn serdana Abdullazîz Ozdemîr ku piştî 31 salan ji Girtîgeha Tarsûsê hat berdan. Dayikên Aştiyê û bi dehan kes ji avahiya komeleyê heta ber mala Ozdemîr meşiyan.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KCK’ê têkildarî plana nû ya dagirkeriyê hişyarî da
Nûçeya Pişt re Şehîd Viyan Soran li Silêmaniyê li ser gora xwe hate bîranîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Stenbolê 3 şaredarên CHP’yî hatin binçavkirin

Li Stenbolê Şaredarên CHP'yî yên Bajarê Mezin ê Stenbolê, navçeyên Beylîkduzu û Şîşliyê bi hinceta…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 21’Ê NÎSANA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Xwediyê xelata Nobelê Yûnûs wê serkêşiyê ji hikumeta demkî ya Bangladeşê re bike

Serokkomariya Bangladeşê roja Çarşemê ragihand ku xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Mûhammed Yûnûs wê serokatiyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Bîranînên ji bo Kaytan û Altûn dewam dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Karasû: Ji bo hevrê Fûat fikrê hevpar girîng bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

MKP’ê sersaxî ji netewe û tevgera Kurd re xwest

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Dersimê ji bo Kaytan û Altûn merasîmeke bi heybet

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?