Piştî hevdîtina bi Mesûd Barzanî re, Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya.
Serokatiya Herêma Kurdistanê têkildarî hevdîtinê daxuyaniyek weşand û tê de wiha hate gotin; “Di hevdînê de li ser pirsgirêka Kurd û rewşa pêkhateyên din yên li Sûriyeyê nîqaş hatin kirin. Her wiha têkîldarî hevdîtinên QSD’ê yên bi Şamê re, gefên terorê û şerê li dijî DAÎŞ’ê hate axaftin.”
Her wisa di daxuyaniyê de hate gotin ku, Nêçîrvan Barzani tekezî li ser pêwîstiya yekîtiya di navbera partiyên Kurd de û çareserkirina pirsgirêkên wan bi rêya diyalog û têgihîştinê kir, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyeyê werin parastin.
Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hate gotin ku Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî spasiya xwe ji bo piştgiriya Nêçîrvan Barzaniyê ya ji bo mafên gelê Kurd li Sûriyeyê û hewldanên wî yên ji bo çareserkirina pirsgirêkên bi Şamê re anî ziman.

