Festivala Filman a Navneteweyî ya Rojava di 13’ê Mijdarê 2025’an li bajarê Qamişloyê hate destpêkirin. Kesên ji netew, welat, ol û derdorên cuda beşdarî festîvalê bûn. Festîval bû nimûneyeke komkirina civak û neteweyan.
Di vê festîvalê de gelek mêvan, derhêner, çêkerên fîlaman û kesayetên ji derveyî Rojavayê Kurdistan, yên ji Bakur û Başûrê Kurdistanê û cîhanê jî hebûn. Yek ji wan jî derhênerê belgefîlman Bernd Schuch ê Elman bû. Bernd Schuch ANF têkildarî hestên xwe, tecrubeyên xwe û derbasbûna xwe ya Rojavayê Kurdistanê ji ANF’ê re axivî.
Derhênerê belgefîlman Bernd Schuch di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser festîvalê û evyek anîn ziman: ‘’Ev cara yekem e ku ez derbasî Rojava dibim, ez li hemberî rêxistibûyîna civaka Rojava û xebat û festîvala ku li vir tê lidarxistin matmayî mame. Ji ber ku festîvaleke bi vî rengî xebatek mezin û berfireh hewce dike. Her bi saya vê festîvalê min pir tiştên nû dîtin. Ji ber ku ez bi xwe jî di nav festîvala fîlmên belgekirî de cih digirim û ji bo amadekariya wê li Hamburgê xebatan bi rê ve dibim û rojane ez li vir tiştên nû dibînim û hîn dibim.’’
Derhêner Bernd Schuch di berdewamîya axaftina xwe de qala fîlmên ku hatin nişandan kir û wiha domand: ‘’Min nêzîkî 7 fîlm temaşe kirin, fikirên wan hemûyan ji hev cûda ne, hinek ji wan bi awayê dosyayên çepemeniyê hatine amadekirin. Lê belê hinek fîlm hene ku pir bala min kişandin. Di warê xweşikbûn û rêzkirina fikrên wan filman de, ku ew jî dike ku meraqa min zêdetir bibe ku ez hîn zêdetir fîlman temaşe bikim û ji wan hînî tiştên nû bibim. Di nava hemû fîlmên ku min temaşe kirin de rêbazên tekoşînê hebûn. Her wiha girêdana di navbera dîroka nêz û dema niha de, rewşên şerî hebûn.’’
Bernd Schuch piştre anî ziman ku bi dikare bi rêya fîlmên bi vî awayî dozên civakî bidin pêş û got: ‘’Bi hêvî me ku di pêşerojê de fîlm jî bibin rêbazek ku civak bi rêya wan pirsgirêkên xwe çareser bike. Lê belê di van demên dawîn de, di hemû fîlman de bi awayekî teqez rengê pevçûnê heye ku ew jî rastîya me ya îro wisa ye. Ji bo vê jî hêvîya min ew e ku ji bo gelê li vê herêmê aşîtî û azadî pêk werin û ev civak ji hemû aliyan ve pêş bikeve.’’

