În, 21 Sermawez 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bolton: Ne bawer im ku Erdogan çareseriyê dixwaze

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 21’Ê MIJDARA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê hemû partî jî bi awayekî erênî nêz bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    AKP’ê beriya rojeva ‘serdana Îmraliyê’ civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûnerê Taybet ê NY’yê yê ji bo Iraq’ê serdana lîderê YNK’ê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê endama komîsyonê ya ku biçe Îmraliyê diyar kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aslan: EMEP ji bo serketina pêvajoyê dixebite

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rêber Apo rê nîşanî têkoşîna jinê dide’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agahî ji jîngehparêz Elî yê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû binçavkirin, nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zeyneb Celaliyan sê hefte ne nayê dermankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêçîrvan Barzanî: Mafên gelê Kurd divê li Sûriyeyê werin parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Barzanî: Divê mafên gelê Kurd neyên binpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Azadî û mafê jiyanê yê jinê di asteke metirsîdar de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Sedema bêdengiya civakê ya li pêşberî kuştina jinê, feraseteke veşartî ya qebûlkirinê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Jin û civaka rêxistinkirî rêya gihiştina azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amûdê, Şam û Helebê çalakiyên 25’ê Mijdarê: Bêyî jinan aştiya mayînde pêk nayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiyên 25’ê Mijdarê: Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mêr daketin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di gulistana Rêbertî de em ji bo azadiya jin û civakan dixebitin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Schuch: Li pêşberî karên li Rojava matmayî mam

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahiya ‘Jiyana azad û civaka demokratîk’ dest pê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja 5ˊan a Mîhrîcana Fîlman fîlmê ‘Yol’ hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di festîvalê de nasname û bîra dîtbarî hatin gotûbêjkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê 30 salan Huseyîn Ozsoy berhemên xwe da naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlman a Rojava ya 5’emîn bi nîşandana fîlmê ‘Heval Birako’ destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > HPG NRÇ’ê şehîdên sala 2020’an bi rêzdarî bi bîr anî
Kurdistan

HPG NRÇ’ê şehîdên sala 2020’an bi rêzdarî bi bîr anî

HPG NRÇ’ê 6 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Em soz didin ku em ê têkoşîna bi rûmet a hevrêyên xwe yên şehîd bidomînin û armanca wan teqez bigihînin serketinê.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 47 dq.
Parvekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şehîdên sala 2020’an ev tişt diyar kir:

“Em hevrêyên xwe Hebûn Mîrkan, Bêrîtan Alan, Axîn Xabûr, Sadiq Kobanê, Nûrhak Zagros û Azad Gever ên ku li qadên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê di sala 2020’an de şehîd bûne, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

Hevrêyên me Hebûn, Bêrîtan, Axîn, Sadiq, Nûrhak û Azad ên ku her yek ji wan wekî zarokên hêja yên ku bi kedeke mezin ji aliyê malbatên me yên welatparêz ên bi rûmet ve hatine mezinkirin, tevlî têkoşîna azadiyê bûn. Her yek ji wan di destpêka jiyana xwe ya herî xweş de ji bajarekî cuda yê Kurdistanê derketin rê û bûn gerîlayên azadiyê. Bîrdoziya Apoyî ji dil bawer kirin û ji bo ku doza hebûn û azadiya gelê me bigihînin serketinê bêyî hesab têkoşiyan. Ji bo vê armancê xwe ji dayîna kedê û şerê fedayî yê li seranserê Kurdistanê dûr negirtin. Hevrêyên me yên ku xwedî dilên paqij, hestên bilind, baweriyeke xurt û îradeyeke ku têknaçe bûn, wekî şoreşgerên jêhatî yên xwedî exlaqên mirovî yên bilind, têkoşîna ku PKK û PAJK’ê pêşengiya wê dikirin bilind kirin. Hevrêyên me yên dilêr, ewladên hêja yên gelê me û milîtanên Apoyî ên fedayî, bi sekin, pratîk, beşdarbûn û têkoşîna xwe ya fedayî navên xwe di dîrokê de nivîsandin.

Em şehîdên xwe yên leheng ên ku bi fedayî ber bi azadiyê ve meşiyan bi rêzdarî û hezkirin bi bîr tînin. Em di serî de ji malbatên hêja û gelê welatparêz ê Kurdistanê sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku em ê têkoşîna bi rûmet a hevrêyên xwe yên şehîd bidomînin û armanca wan teqez bigihînin serketinê.

Agahiyên nasnameya hevrêyên me yên ku gihîştine şehadetê wiha ne:

 

Nasnav: Hebûn Mîrkan
Nav û paşnav: Naîme Serdar
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Navê dayik û bav: Meryem – Sabrî
Dîrok û cihê şehadetê: 11’ê Çileya 2020’an / Garê

Hebûn Mîrkan – Naîme Serdar

Nasnav: Bêrîtan Alan
Nav û paşnav: Neslîhan Akgul
Cihê jidayikbûnê: Wan
Navê dayik û bav: Şerbet – Sabrî
Dîrok û cihê şehadetê: 11’ê Çileya 2020’an / Garê

Bêrîtan Alan – Neslîhan Akgul

Nasnav: Axîn Xabûr
Nav û paşnav: Henan Îso
Cihê jidayikbûnê: Heleb
Navê dayik û bav: Lûsîn – Faîk
Dîrok û cihê şehadetê: 11’ê Çileya 2020’an / Garê

Axîn Xabûr – Henan Îso

Nasnav: Sadiq Kobanê
Nav û paşnav: Ferhat Balî
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Navê dayik û bav: Semîra – Mahmûd
Dîrok û cihê şehadetê: 14’ê Tebexa 2020’an / Garê

Sadiq Kobanê – Ferhat Balî

Nasnav: Nûrhak Zagros
Nav û paşnav: Cesûr Gunduz
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dayik û bav: Xezal – Servet
Dîrok û cihê şehadetê: 13’yê Tebexa 2020’an / Garê

Nûrhak Zagros – Cesûr Gunduz

Nasnav: Azad Gever
Nav û paşnav: Cesûr Ahmed
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Navê dayik û bav: Asya – Ahmed
Dîrok û cihê şehadetê: 11’ê Tebexa 2020’an / Metîna

Azad Gever – Cesûr Ahmed

HEBÛN MÎRKAN

 

Hevrêya me Hebûn ji malbateke ji eşîra qedîm a Oremarê, li gundekî Geverê yê li binê çiyayên Cîloyê  ji dayik bû. Welatparêziya malbata wê û ji ber xwedîderketina li çand û nirxên Kurdî timî bi zextên dijmin re rû bi rû man û neçar ma ku koçî Geverê bike. Hevrê Hebûn ji ber vê yekê li Geverê bi çand û kevneşopiya xwe ve girêdayî mezin bû. Hevrêya me di temenê biçûk de rastiya dijmin bi zilm, girtin û komkujiyên li ser malbat û gel nas kir. Ji ber vê yekê, ti carî xwe aîdî pergala heyî nedît. Hevrê Hebûn, bi guhdarkirina çîrokên leheng ên gerîlayên ku ​​​​ji bo gelê me bi fedayî şer kirine re mezin bû û bi xizmê xwe yê nêzîk şehîd Egîd Civyan û gelek nasên din ên beşdarî nav refên gerîla bûne serbilind bû. Hevrêya me dizanibû ku ew ewlaqên herî hêja yên gelê me ne û her gav bi gerîla re bû. Hevrêya me Hebûn her çiqasî di ciwaniya xwe de ji rola jinê ya di civakê de haydar bû jî neçar ma ku bizewice û timî hesta azadiyê di dilê xwe de zindî hişt.

Hevrêya me piştî zewacî derfet dît ku hişmendiya serdestiya mêran zelaltir nas bike û fêm bike. Herêya me di hundirê xwe de li hemberî vê yekê bi bertek bû û dest bi lêgerîna rêyên têkoşîna li dijî wê kir. Hevrêya me ya zilm û zordariya civakî ya li ser jinan her roj bûhtir hîs dikir û gihîşt wê encamê ku jiyana di pergala heyî de bêwate ye. Hevrê Hebûn di wê zanebûnê de bû ku jiyan tenê bi qasî ku azad e watedar û hêja ye û fikirî ku azadî ne di rastiyên civakî yên ku ew tê de dijî û ne jî di pergala kapîtalîst a heyî de pêkan e. Hevrê Hebûn, gerîlayên jin ên ku ji bo azadiya gel û jinan li çiyayên Kurdistanê şer dikin ji xwe re mînak girt, bawer dikir ku azadiya rastîn û jiyanek bi rûmet tenê di nav refên gerîla de dikare were jiyîn. Hevrê Hebûn her çiqasî wê rastiya têkoşîn û Rêbertiyê bi kûrahî fêm nekiribû jî, bi baweriya xwe ya mezin û girêdana xwe ya bêdawî berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrê Hebûn ji bo zarokên xwe yên ku li dû xwe hiştibû pêşerojek çêtir, rast û xweşik biafirîne, di sala 2015’an de tevlî refên gerîla bû.

Hevrê Hebûn perwerdeya şervanên nû li herêma Qendîlê dît, bi nêzîkatiya mirovî û hevrêtiya gerîlayên ku yekem wan dît, pir bandor bû. Hevrê hebûn ji ber vê yekê, jiyana gerîla ji xwe re wekî cihekî ji nû ve zayîn û xweji nû ve biafirîne pênase kir. Hevrê hebûn bi van hest û lêhûrbûnê, bi awayekî çalak beşdarî jiyanê bû. Bi kesayetiya xwe ya gihîştî û têkoşer, zû fêrî jiyana çiya û gerîla bû û ji hevrêyên xwe re pêşengî kir. Bi perwerdeya îdeolojîk a ku wergirt, rêgezên jiyana azad fêr bû. Li ser bingeha dahûrandinên Rêbertiyê, derfet dît ku xwe, civaka ku jê hatiye, pergala kapîtalîst a giştî û nêzîkatiya wê ya li ser jinan bi kûrahî analîz bike. Hevrê Hebûn li dijî taybetmendiyên di xwe de dît û yên ne aîdê wê bûn dest bi têkoşînek bêhempa kir û her ku wê van taybetmendiyên ku wê ji jiyana azad dûr dixistin ji ser xwe avêt û hebêna xwe hîs kir. Hevrêya me beşdarbûna xwe ya hestyarî li ser bingehek îdeolojîktir ava dikir, roj bi roj asta hişmendiya xwe zêdetir kir. Ji ber vê yekê bêyî dudilî û bi durustî beşdarî jiyanê bû. Hevrê Hebûn di heman demê de li ser qada leşkerî jî lêhûrbûn bû, bi kesayetiya xwe ya dîsîplîn û baldarî gelek taktîkên gerîla fêr bû. Hevrêya me perwerdeya xwe bi serketî qedand û bi kesayeta xwe ya mutewazî, sade û fedakarî rêzdariya hemû hevrêyên xwe qezenc kir û bû mînak.

Hevrê Hebûn piştî ku perwerdeya xwe qedand, li herêma Qendîlê beşdarî xebatan bû û li wir di nava xebatên girîng de cih girt. Hevrêya me her roj bêhtir fêrî jiyana gerîla bû û êdî xwe ji çiya û gerîlayan cuda nedidît. Hevrêya me xwe bi tevahî jiyana xwe diyarî têkoşînê kir, bi dayina kedê û meşandina xebatan di pratîkê de nîşan da. Hevrêya me di her fersendê de mînetdariya xwe ji Rêber Apo û şehîdên me re dianî ziman û armanca xwe ya sereke layîqbûna wan destnîşan kir. Hevrêya me ji ber vê yekê timî xwe ji bo cihên herî zehmet ên têkoşînê pêşniyar dikir û ji bo bersiva êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bide dixwest ku biçe cihên ku şer lê dijwar e. Hevrê Hebûn di vê mijarê de israr dikir, bi sekin û kesayetiya xwe ya milîtan hevrêyên xwe îkna kir. Lê pêşî pêşniyara ku perwerdeya leşkerî û îdeolojîk bibîne hat kirin û derbasî Akademiya Jinên Azad a Şehîd Bêrîtan bû.

Hevrê Hebûn perwerdeya bi hevrêyên xwe yên jin re ji bo xwe wekî şansekê didît, armanca xwe wekî bilindkirina hişmendiya li dijî qirkirina jinan destnîşan kir. Hevrêya me di wê hişmendiyê de bû ku tenê bi vî awayî dikare bibe xwedî îrade û bi rêgezî nêzîkî vê yekê bû. Ji ber vê yekê, bi fedakariyek mezin beşdarî pêvajoya perwerdeyê bû. Hevrêya me ku di dizanî bû qalibên ku pergalê di kesayetiya wê de bi cih kirine tenê bi felsefeya azadiyê ya Rêber Apo dikare were şikandin û pêvajoyek kûr a lêhûrbûnê jiya. Di tevahiya perwerdeyê de timî xwe di lêpirsînê de derbas kir, bi dahûrandina taybetmendiyên kesayetiya xwe re pêşketinên girîng bi dest dixist. Hevrêya me bi beşdarbûn û helwesta xwe ya perwerdehiyê bû gerîlayek YJA Starê ya mînak û bi vê taybetmendiya xwe di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt.

Hevrê Hebûn di serdema ku êrîşên qirkirinê yên dijwar ên li dijî gelê me zêde bibûn de difikirî ku wek milîtanek jin divê erka xwe bi cih bîne û piştî perwerdehiyê xwest ku biçe herêmên ku şer lê dijwar e. Hevrêya me bi helwesta xwe ya milîtan, kesayetiya xwe ya gihîştî û mutewazî bawerî da hevrêyên xwe û ji ber pêdiviyan derbasî xebata di din Biryargeha Navendî ya YJA Starê de bû. Hevrêya me di ferqa erk û berpirsiyariya ku hilgirtiye de bû û ji bo serketinê bi hemû hêza xwe têkoşiya. Hevrêya me hemû ezmûnên xwe yên jiyanê bi hevrêyên xwe re parve kir û bi pêşketina hevrêyên xwe re eleqedar bû. Hevrêya me bi vî awayî erkên xwe yên hevrêtiyê bê kêmanî pêk anî. Hevrê Hebûn dixwest xwe di şêwaza fermandeya serdema nû de pêş bixe û bi vî rengî têkoşîna xwe berfireh bike û dizanibû ku ev yek bi fedakarî, fedayîtiya tam û hişmendiyeke bilind pêkan e. Hevrê Hebûn li ser vê bingehê lêhûrbûn bû û di kesayetiya xwe de guhertin afirand.

Hevrê Hebûn di 11’ê Çileya 2020’an de bi hevrê Axîn û Bêrîtan re tevlî karwanê şehîdan bû û mîrateyek têkoşînê ya watedar û dewlemend li pey xwe hişt. Em soz didin ku meşa Rêbertiyê Azad û Kurdistana Azad ku hevrê Hebûn di hesreta wê de bû, bi ser bixin.

BÊRÎTAN ALAN

 

Hevrê Bêrîtan bajarekî welatparêz ê Serhedê û navendeke girîng a têkoşîna me li Wanê ji dayik bû. Ew di malbateke qedîm û welatparêz a eşîra Alan de û di nava çanda civakî ya xurt de mezin bû. Hevrêya me Bêrîtan ji ber ku malbata wê di şert û mercên herî dijwar de nirxên Kurdewarî parast, girêdayî cewhera xwe mezin bû. Hevrêya me ji neçarî  dibistanên sîstemê xwend û li vir cara yekem bi rastiya dewleta Tirk re rû bi rû ma. Hevrêya me dema ku fêm kir ku polîtîkaya bingehîn a dewleta Tirk asîmîlekirina gelê Kurd û encamkirina projeya xwe ya qirkirinê ya sedsalî ye, li hember vê yekê hêrseke kûr hîs kir. Piştî dibistan qedand bi malbata xwe re di karên gund de xebitî û taybetmendiyên wê yên bi kedkar û fedakarî derketin pêş. Hevrê Bêrîtan ji ber vê yek, ew hem ji hêla malbatê û hem jî ji hêla civakê ve hate hezkirin. Hevrê Bêrîtan ji ber ku apê wê hevrê Mecîd Botan di salên 1990’î de tevlî refên gerîla bû, şehîd bû û bi çîrokên lehengiya şehîd mezin bû di temenê biçûk de têkoşîna me nas kir. Çîrokên derbarê apê wê hevrê Mecîd Botan de pir bandor li wê kirin û eleqeya wê ya kûr bi têkoşîna me re geştir kirin. Nakokiyên jiyanê yên di ciwaniya hevrêya me de her ku diçû xuyatir bûn û bi taybetî rewşa gelê me ya koletî û mêtingehê qebûl nekir. Hevrêya me, di zanebûna pêwîstiya têkoşîna li dijî vê yekê de bû û ji Şoreşa Azadiyê ya Rojava pir bandor bû. Hevrêya me ji berxwedana gelê me yê ji heft heta heftê salî çek hilgirtin hêz û moraleke mezin girt. Hevrê Bêrîtan ji şehadetan pir bandor bû û wekî jineke ciwan a Kurd bawer dikir ku divê bersivek ji van şehadetan re were dayîn. Hevrê Bêrîtan li ser vê bingehê kûr bû û vê yekê bi birayê xwe Kendal û Metîn Akgul re parve kir. Hevrêya me Bêrîtan bi vî awayî fêm kir ku hevrê Kendal jî li ser têkoşînê kûr dibe û fikirî ku têkoşîna herî bibandor dikare di nav refên gerîla de were meşandin. Hevrê Bêrîtan, bi birayê xwe hevrê Kendal Alan re heman tişt fikirîn û di sala 2014’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî refên gerîla bû.

Hevrê Bêrîtan li herêma Kato Jîrka bi gerîlayên ku xeyala wê ya zarokatiyê bûn re hatin gel hev û ji hevrêtiya germ û dilsoz a gerîla pir bandor bû. Hevrêya me ji i ber vê yekê di fêrbûna jiyan çiya û gerîla de zehmetî nekişand. Hevrê Bêrîtan a ku çend mehan li Bakurê Kurdistanê ma li ser pêşniyara hevrêyên xwe derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û perwerdeya xwe ya destpêkê li herêma Zapê dît. Ev perwerdehî jêhatîbûna wê ya îdeolojîk û leşkerî xurt kir û paşê beşdarî xebatên li herêma Zapê bû. Hevrêya me ya ku nêzîkî du salan li Zapê têkoşîn meşand, vê pêvajoyê ji bo perwerde û pêşkeftina xwe ya kesane bi kar anî. Hevrêya me ji ber vê yekê, di serî de perwerdeya îdeolojîk, girîngî da hemû perwerdeyan. Hevrêya me derfeta ku rastiya Rêber Apo çêtir fêm bike û nas bike dît, kûrbûna di îdeolojiya rizgariya jinan de û rizgariya jinan di şexsê xwe de bi cih bike ev yek ji bo xwe kir armanca sereke. Hevrêya me di vê wateyê de lêhûrbûnek kûr jiya û di pêşxistina taybetmendiyên milîtaniya Apoyî de serketî bû. Hevrê Bêrîtan di pêvajoya ku êrîşên dijmin li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dijwar bibûn de, di zanebûna girîngiya perwerdeya leşkerî de bû û ji bo xwe di taktîkên gerîla yên serdema nû de pêş bixe kete nava hewldaneke bêhempa. Hevrêya me bi keda dayî û fedakariya ji bo pêşxistina xwe û hevrêyên xwe kir, rêzdariya hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrêya me bi helwesta xwe ya di jiyanê de, dirustiya xwe bû gerîlayek YJA Starê ya mînak. Hevrêya me Bêrîtan bi zêdebûna êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser gelê me li Şengal, Mexmûr û Başûrê Kurdistanê re, ji bo hêz bide berxwedana gelê me yê  li wir, pêşniyar kir ku ew biçe van deveran. Hevrêya me bi eleqe û di helwesta xwe ya xebatên leşkerî de bawerî da hemû hevrêyên xwe û li ser vê bingehê berê xwe da herêmên Mexmûr û Kerkûkê û di çeperên berxwedanê de cih girt.

Hevrêya me Bêrîtan ku beşdarî berxwedana li wir bû, derfet dît ku hemû taktîkên ku bi awayekî teorîk dizanî, pêk bîne. Bi vî awayî hevrêya me ku tecrûbeyên girîng bi dest xist, di paqijkirina van herêman ji çeteyan de xwedî kedeke mezin bû. Hevrêya me ku demeke dirêj li van qadan kar kir, karî hemû berpirsyariyên xwe bi tevahî bi cih bîne. Dûv re, hevrêya me bi pêşniyara xwe careke din berê xwe da çiyayên ku bêriya wan dikir û beşdarî xebatên herêma Garê bû. Hevrêya me ji şehadeta birayê xwe, hevrê Kendal – Metîn Akgul di sala 2019’an de, gelek bandor bû û ev yek kir yek ji sedemên têkoşîna xwe. Ji ber vê yekê, pêşniyara hevrê Bêrîtan a derbasbûna qadên ku êrîşên artêşa Tirk lê herî dijwar bûn, ji aliyê hevrêyên wê ve nehat qebûlkirin. Her çend vê rewşê qebûl nekir jî, ji ber terbiya rêxistinî ya ku wergirtibû, pêşniyara hevrêyên xwe qebûl kir û beşdarî xebatên di navenda Fermandariya Giştî ya YJA Starê de bû.

Hevrê Bêrîtan fêm kir ku domandina bîranîna hevrê Şehîd Kendal bi mezinkirina têkoşîn û pêkanîna armancên wî pêk tê û li ser vê bingehê tevkarî kir. Hevrê Bêrîtan ku hem bi jiyan, hem bi kesayetî û hem jî bi dilsoziya xwe ya bi şehîdan re milîtaneke mînak bû, bi van taybetmendiyan rêzdariya hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrê Bêrîtan ku di 11’ê Çileya 2020’an de bi hevrêyên xwe Hebûn û Axîn re gihîşt şehadetê, mîrateyeke têkoşînê ku qet nayê jibîrkirin û wê rêberiya me bike, li dû xwe hişt. Em weke hevrêyên wê, di şexsê hevrê Bêrîtan de, careke din hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bibîr tînin.

AXÎN XABÛR

 

Hevrêya me Axîn, mîna endama malbateke welatparêz a ji eşîra Pîr a Şengalî, li Efrînê ji dayik bû. Ji ber vê taybetmendiya malbata wê, li ser bingeha çanda xwe ya kevnar hatiye perwerdekirin. Ji ber vê yekê karî bi koka xwe ve girêdayî bimîne. Nasîna malbata wê ya têkoşîna me ya azadiyê ji salên destpêkê ve û tevlîbûna apê wê, hevrê Şiyar Efrîn – Ali Îso, di nava refên gerîla de û şehadeta wî di sala 2008’an de li Botanê, bandoreke mezin li ser malbat û hevrê Axîn kir. Ji ber vê yekê, her tim karî bi nirxên azadiyê ve girêdayî bimîne. Her wiha, tevlîbûna gelek xizmên wê yên nêzîk li nava refên gerîla, girêdana hevrê Axîn hê zêdetir xurt kir û şopandina rêya van hevrêyan ji xwe re kir armanc. Şerê fedayî yê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li dijî dagirkerên ku sûcên qirkirinê li dijî gelê me dikin û parastina rûmeta gelê me, ji bo hevrê Axîn her tim çavkaniya hêz û moralê bû. Ji ber vê yekê, bi asta evînê ve girêdayî gerîla bû. Bi taybetî, parastina gelê me yê li Rojavayê ji aliyê gerîla ve ku ji gelek herêman, di serî de ji Amanosê hatin piştî pêkhatina Şoreşa Azadiyê ya Rojava û pêşketina êrîşên çeteyan, girêdan û evîna hevrê Axîn hê kûrtir kir. Hevrêya me ku bi pêvajoya Şoreşê re Rêbertiya me û têkoşîna me ji nêz ve nas kir, bi taybetî ji bo hînbûna rêgezên azadiya jinan, xwedî kedeke mezin bû. Hevrê Axîn ku bawer dikir ev tenê bi tevlîbûna refên têkoşînê pêkan e, dest bi lêgerînên di vê çarçoveyê de kir. Êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê li ser Şengalê, pêkanîna komkujiyan li dijî gelê me yê Êzidî û revandina bi hezaran jinan û firotina wan li bazaran, ji bo hevrê Axîn bû sedema têkoşînê. Hevrêya me ku difikirî şerkirina li dijî van çeteyên dijminê mirovahiyê, hem erka welatparêziyê ye û hem jî berpirsyariya parastina xwe weke jineke ciwan e, li ser vê bingehê biryar da. Hevrêya me ku difikirî ku ew ê herî bi bandor têkoşîna xwe bi tevlîbûna refên gerîla li çiyayên Kurdistanê bide, di sala 2015’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî refên gerîla bû.

 

Hevrêya me Axîn perwerdeya xwe ya yekem a di nav refên gerîla de li herêma Heftanînê dît û di demeke kurt de li gorî çiya û jiyana gerîla adapte bû. Hevrêya me ku ji dersên dîroka Kurdistanê û dîroka jinan bandor bû, anî ziman ku bi tiştên ku li vir fêr bûye, vegeriyaye koka xwe. Hevrê Axîn ku di van dersan de rewşa mêtingeriya ku gelê me tê de dijî, û bandorên vê li ser gelê me û mirovê Kurd bi kûrahî analîz kir, kesayetiya xwe jî li gorî vê yekê nirxand. Her wiha, hevrêya me ku di perwerdeyan de nêrîna têkiliyên civakî yên kevneşopî û sîstema kapîtalîst a li ser jinê analîz kir, dît ku di esasê xwe de herdu jî nikarin kolebûna jinê ji holê rakin. Hevrêya me ku bandorên vê li ser kesayetiya xwe jêpirsîn kir, ceribandinên girîng bidestxist. Li hemberî vê, hevrêya me ku li ser felsefeya azadiya jinan a Rêber Apo kûr bû, fêm kir ku tenê bi kûrbûna di felsefeya Rêber Apo de, dikare ji qirêjiya sîstemê paqij bibe. Bi vî awayî, hevrêya me ku kete nava şerekî dijwar bi xwe re, her ku ji bandorên sîstemê xilas bû, hîs kir ku hê bêtir azad dibe û vedigere koka xwe. Hevrêya me ku navê vê kir “Xwebûn”, her roj li ser van mijaran kûr bû. Her wiha, hevrê Axîn ku haya wê jê hebû ku ji bo pêkanîna erka xwe ya herî mezin a parastina jinan û gelê me, divê xwe ji aliyê leşkerî ve jêhatî bike, di vî warî de jî bi hewl û vîneke bêhempa ked da. Bi vî awayî, hevrêya me ku hem ji aliyê bîrdozî û hem jî ji aliyê leşkerî ve gerîlayeke YJA Starê ya jêhatî bû, karî perwerdeya xwe bi serketî biqedîne.

Piştî perwerdeyê, hevrêya me Axîn ku dîsa beşdarî xebatên herêma Heftanînê bû, nêzîkî du salan pratîk meşand. Hevrêya me ku di vê pêvajoyê de tecrûbeyên girîng di warê gerîlatiyê de bi dest xist, xwest bibe xwedî pratîkeke layiqî pêşengiya YJA Starê. Hevrêya me ku haja wê jê hebû ku ev tê wateya pêşengîkirin di jiyanê û şerê li dijî êrîşên dagirkeran de, bi sekna xwe ya milîtanî û kesayetiya xwe ya gihaştî ev pêk anî. Ji ber vê yekê, hevrê Axîn ku rêzdariya hevrêyên xwe qezenc kir, her carê xwesteka xwe ya şerkirina li dijî dijmin bi hevrêyên xwe re parve kir. Lêbelê, ji ber kêmasiya tecrûbeya leşkerî, pêşniyar lê hat kirin ku xwe hîn kûrtir perwerde bike. Bi vî awayî, hevrêya me ku xwest di taktîkên gerîla yên serdema nû de pispor bibe, beşdarî perwerdeyên di asta akademîk de bû. Hevrêya me ku di pêvajoya perwerdeyê de bi beşdariya xwe ya çalak, meraqa xwe, jîrahiya xwe û hewldana xwe ya bilind di demeke kurt de encamên girîng bi dest xist, karî perwerdeya xwe bi serketî biqedîne. Bi vî awayî, hevrê Axîn ku bû gerîlayeke YJA Starê ya profesyonel û milîtaneke PAJK’ê, bi baweriya ku da hevrêyên xwe, beşdarî xebatên di navenda Fermandariya Giştî ya YJA Starê de bû. Hevrêya me ku li vir jî ji perwerdekirina xwe paşve nema û li ser şer kûr bû, bi vê sekna xwe barê hevrêyên xwe sivik kir. Dûv re hevrêya me Axîn ku ji perwerdeyên cuda jî derbas bû, weke mîlîtaneke jina jêhatî di gelek xebatan de cih girt û hemû erk û berpirsyariyên xwe bi cih anî. Hevrê Axîn ku bi kesayetiya xwe ya xwezayî, pak, esasî û fedakar di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt, bi beşdariya xwe ya dilsoz û jidil bû milîtaneke jin a Apoyî ya mînak. Hevrêya me ku di 11’ê Çileya 2020’an de bi hevrêyên xwe Bêrîtan û Hebûn re gihîşt şehadetê, wê her dem di têkoşîna me de bijî û rêberiya me bike.

SADIQ KOBANÊ

 

Hevrêyê me Sadiq Kobanê, mîna endamê malbateke welatparêz, li Kobanê çavên xwe li jiyanê vekir. Bajarê Kobanê ku Rêber Apo li Rojavayê Kurdistanê gava xwe ya yekem avêt û tovên welatparêziyê reşand, mazûvaniya şînbûna van tovan kir. Hişmendî û hesta welatparêziya Apoyî ya şînbûyî veguherî kevneşopiyeke kokdar, gelê Kobanê bi sedan zarokên xwe fedayî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê kir. Di dawiyê de, di 19’ê Tîrmeha 2012’an de bi derketineke ku mohra xwe li dîroka Kurdistanê xist, bû bajarê ku Şoreşa Azadiyê ya Rojavayê Kurdistanê dest pê kir. Kevneşopiya welatparêziyê ya kevnar a li Kobanê û çanda ku Tevgera Apoyî afirand, bandoreke kûr li ser ciwanên Kobanê jî kir. Yek ji wan ciwanên ku hişmendî, hest û kesayetiya wî li ser vê bandorê çêbû, hevrê Sadiq bû. Tevlîbûna malbata hevrê Sadiq li PKK’ê, bi taybetî jî tevlîbûna pismamê wî, yek ji fermandarên efsanewî yên têkoşîna me ya gerîla, hevrê Sadiq Kobanê – Adil Muhammed di sala 1992’an de û şehadeta wî di sala 2012’an de, bandoreke mezin li hevrê Sadiq kir. Armancgirtina Kobanê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê yên bi piştgiriya dewleta Tirk ve di sala 2014’an de û rûbirûbûna êrîşên derveyî mirovahiyê, gelê me yê welatparêz ê Kobanê bi komkujiyê re rû bi rû hişt. Gelê Kobanê bi derbasbûna Sûrûcê, ku xizmên wan ên nêzîk bi sînorên çêkirî ji hev hatibûn veqetandin, hewl da xwe ji vê êrîşa qirkirinê biparêze. Hevrê Sadiq jî neçar ma ku bi malbata xwe re derbasî Pirsûsê bibe. Piştî ku malbata xwe gihande cihekî ewle, berxwedana lehengî ya ku milîtanên fedayî yên Apoyî bi wêrekiyeke bilind pêş xistin, Serketina dîrokî ya Kobanê ku Şivan Gever, Gelhat Gabar û Arîn Mîrkanan pêşengî lê kirin, hevrê Sadiq ber bi biryara ku divê êdî bibe rêwiyê vê rêyê û ji bo gelê xwe şer bike, bir. Li ser vê bingehê, hevrê Sadiq di sala 2015’an de li herêma Tendurekê ya Serhedê ya Bakûrê Kurdistanê tevlî refên gerîla bû.

Navê pismamê xwe, hevrê Şehîd Sadiq, girt û sond xwar ku li ser şopa wî bimeşe, çekê wî hilde, têkoşîna wî bidomîne û armancên wî bi ser bixîne. Piştî tevlîbûna refên gerîla, hevrê Sadiq derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, perwerdeya şervanên nû li Metîna dît û li vir dest bi pratîkê kir. Sinca xurt ê ku ji malbata xwe wergirtibû, çanda kûr a welatparêziyê ya Kobanê û nasîna wî ya ji nêz ve ya Tevgera Apoyî, rê da ku hevrê Sadiq zû bi jiyana PKK’ê re adapte bibe. Hevrê Sadiq, ku ciwanekî biwîjdan, zana û jîr bû ku diwanzdeh sal xwendibû, zû pêşketin bi dest xist. Dema ku di sala 2015’an de êrîşên berfireh ên dewleta Tirk a dagirker pêş ketin, di warê parastina xwe li hemberî van êrîşan, pêşxistina rêbazên têkoşînê yên bi bandor û bersivdana serdemê de gihîşt asteke girîng. Ji sala 2015’an heta 2018’an li Metîna xebatên pratîkî meşand. Vê pêvajoya li Metîna, rê da ku hevrê Sadiq di her warî de pêş bikeve, tecrûbe û zanîn bi dest bixe. Sekna hevrê Sadiq a dilnizm, beşdariya wî ya karker, fedakariya wî, weke hevrê her tim bi dilnizmî tevgera wî û bi serkeftî qedandina her karê ku dest lê dida û bawerî dida derdora xwe, ew ji bo erkên girîngtir amade kir. Li ser vê bingehê, di sala 2018’an de derbasî xebatên girêdayî Fermandariya Giştî ya Navendî bû û erkeke girîng girt ser milên xwe. Di pêvajoyeke ku dijmin bi taybetî bi saloxî û teknîkê êrîşên cidî li dijî Fermandariya Giştî ya gerîla pêş dixist, hevrê Sadiq bi wêrekî, fedakarî û jîrahiya pratîkî karî xebatên ku girtibû ser milên xwe, bi serketî biqedîne. Hevrê Sadiq bi sekna xwe, tevkariya xwe û hevrêtiya xwe ya di vê pêvajoyê de rêza hemû hevrêyên xwe qezenc kir.

Hevrê Sadiq ku di sala 2019’an de careke din derbasî Metîna bû, vê carê weke fermendar vegeriya Metîna ku mîna gerîlayekî nû ku hatiyê. Bi zanabûna ku berpirsyariyên têkoşînê yên zor li pêşiya wî ne, bêyî dudilî berpirsyariyên girîng girt ser milên xwe. Bêyî ku şev û roj nas bike, bi fedakariyeke mezin hewl da van berpirsyariyan bi cih bîne. Bêyî ku hîç dudilî bibe, her dem bi lez çû alîkariya hemû hevrêyên xwe û hewl da erka hevrêtiyê bi cih bîne. Di amadekirina binesaziya berxwedana dîrokî ya ku di salên paşîn de li Metîna pêş ket, xwedî ked û roleke girîng bû.

Hevrêyê me Sadiq, dema ku li Metîna ji bo hevrêyên xwe di erkê de bû, di encama êrîşa dijmin a di 14’ê Tebaxa 2020’an de gihîşt şehadetê. Hevrê Sadiq Kobanê ku bêhesab li ser şopa şehîdan meşiya û hemû hebûna xwe ji doza azadiya gelê Kurd re bexşand, bi fedakariya xwe bû yek ji wan lehengan ku navê xwe li dîroka têkoşînê nivîsand. Sekna hevrê Sadiq delîlê wê yekê ye ku têkoşîna şehîdan bê navber e, bîranîna tu şehîdekî me li erdê namîne û bi jiyandina xurt, tê nemir kirin. Têkoşîna Sadiqan, zarokên mêrxas ên gelê Kobanê, wê bê guman bi ser bikeve. Li ser vê bingehê, em sersaxiyê ji malbata hêja ya hevrê Sadiq û gelê me yê welatparêz ê Kobanê re dixwazin û soza xwe ya dilsoziya bi şehîdan û serketinê ducare dikin.

NÛRHAK ZAGROS

 

Hevrêyê me Nûrhak Zagros, li gundekî navçeya Silopyayê ya Şirnexê ku li çiyayê pîroz ê Cûdî dinêre, ji dayik bû. Hevrê Nûrhak ku bi nihêrîna esaleta Çiyayê Cûdî mezin bû, weke hemû Botaniyan, weke mirovekî esilzade û çiyayî karakter girt. Welatparêziya malbata wî, karaktera civaka sincî-siyasî ya xurt a gelê me yê Botan û çanda welatparêziyê, cîhana hest û ramanên hevrê Nûrhak teşe kir. Aliyê bêwate û bêarmanc ê jiyana sîstemê ya di nava sînorên dewleta Tirk de û ku bandorên modernîteya kapîtalîst li ser hebûn, haydar bû. Vê rewşê rê da ku hevrêyê me Nûrhak lêgerîna şoreşgerî pêş bixe. Xwest ku jiyanê bi wate û li ser bingeha armancekê bijî. Li ser vê bingehê, berê xwe da bîrdozî û paradîgmaya Rêber Apo. Dema ku vekoland, xwend û PKK nas kir, wate û armanca jiyana xwe dît. Hevrêyê me Nûrhak ku bi coş û kelecan xwest tevlî PKK’ê bibe, du caran ji aliyê dijmin ve hate girtin û asteng kirin. Lêbelê, wê bi rengekî rê û rêbazên xwe dît û di dawiyê de bi ser ket û di sala 2015’an de tevlî refên gerîla bû.

Hevrêyê me Nûrhak, ji bo xwe esas girt ku bibe şoreşgerekî ku xwe bi kedê diafirîne. Ji ber ku baş dizanî, heta ku mirov xwe li ser bingeheke rast ava neke û kesayetiya xwe rêxistinî neke, tu sûda wê ji gelê xwe re çênabe. Bi dûrketina ji mirovên asayî yên di sîstemê de, bi kirina kesayetiya xwe ya bi xûypakî û pirreng, karî xwe bigihîne kesayetiyeke şoreşger a xurt. Bi perwerdekirina xwe li ser bingeha îdeolojiya Apoyî, ji sekna her hevrêyekî xwe di jiyanê de tiştek fêr bû û xwe pêş xist. Hevrêyê me Nûrhak ne xwedî gelek zanînên teorîk bû, lê mîlîtanekî bi bawerî û têgihîştî bû ku tiştên ku dizanî bi bawerî pêk dianî. Bi kesayetiya xwe ya têgihîştî, fedayîyek ku gotin, raman û pratîka wî yek bû, rola xwe di jiyanê de lîst.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser termên şehîdên me û heqaretkirina wan, bi awayekî nemirovane û hemû nirxên sincî binpê kiribû, hêrsa hevrêyê me Nûrhak zêdetir kir. Heqareta dijmin a li termên me ji xwe re kir sedema tolhildana herî mezin. Li ser vê bingehê, biryar da ku ji bo tolhildaneke mezin ji dijmin hilde, derbasî Hêzên Taybet bibe û bibe fedayî. Bi sekna xwe ya dilnizm û rêzdar, di rêwîtiya fedayîtiyê de karî bibe şopdara şehîdan. Çanda rêxistinê bi awayê herî paqij û pak li ser kesayetiya xwe bicîh kir û di navenda Hêzên Taybet de erk girt ser milên xwe. Hevrêyê me Nûrhak ku hêrsa wî ya li dijî dijmin mezin bû, haya wî ji giraniya barê dîrokî yê li ser milên wî hebû. Ji xwe ra esas girt ku mîna Zîlanan bimeşe û zanîbû ku ew leşker e û hêviya doza azadiya gelê Kurd e, û li gorî vê têkoşîn kir. Bi fermandarê me yê fedayî yê ku mohra xwe li dîroka serdema nêz xist, hevrê Şehîd Mordem Çewlîk – Bulut Kîşîn re û di bin fermandariya wî de gelek xebat meşand. Hevrêyê me Nûrhak her tim weke alîkarekê ku hevrê Mordem temam dikir, bi awayê herî baş pêk dianî û dikarî xebatên kolektîv bi ser bixîne. Ji bo hevrêyê me Nûrhak, armanca herî mezin fêmkirin û pêkanîna Rêber Apo bû. Baş dizanî ku rêya ku diçe vê armancê, ji hevrêtiya rast û milîtaniya rast a li ser xeta PKK’ê derbas dibe. Di vî warî de, li hemberî şaşî û kêmasiyan xwedî helwest, rexneker bû û şoreşgerekî mêrxas bû ku hewl dida rastiyê serdest bike.

Hevrêyê me Nûrhak, milîtanekî fedayî yê Apoyî û fermandarekî bijarte bû, di encama êrîşa dijmin a di 13’ê Tebaxa 2020’an de dema li ser erka xwe bû li Herêmên Parastinê yên Medyayê gihîşt şehadetê. Em zarokê mêrxas ê gelê Botan, milîtanê fedayî yê Apoyî û şoreşgerê hêja hevrê Nûrhak bi rêzdarî bi bîr tînin û di şexsê wî de, em careke din soza dilsoziya bi şehîdan û serkeftinê dubare dikin.

AZAD GEVER

 

Hevrêyê me Azad, li bajarê berxwedanê Kobanê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Ji ber ku malbata wî xwedî li nirxên civakî yên gelê me derket û dil da têkoşîna me ya azadiyê, bi koka xwe ve girêdayî mezin bû. Ji ber ku malbat û derdora wî ji salên 2000’î şûn ve xwedî li Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê derket û dil da wê, gelek hevrêyên wî ji malbat û xizmên wî tevlî bûn û şehîd ketin, û wî ji zarokatiya xwe ve têkoşîna me ya azadiyê nas kir. Ji ber vê yekê, hevrêyê me ku sempatiyeke mezin ji gerîla re hebû, ji zarokatiya xwe ve xeyala tevlîbûna refên gerîla dikir. Dema ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava pêş ket, hevrêyê me di serdema destpêkê ya ciwaniya xwe de bû û ji wê pêvajoyê şûn ve dest bi beşdarbûna têkoşînê kir. Hevrêyê me ku di destpêkê de di xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz de cih girt, demeke dirêj di vê xebatê de çalakî meşand. Di rêxistinkirina gelek ciwanan û tevlîbûna wan di refên berxwedanê de ked da. Felsefeya azadiyê ya Apoyî ya ku fêr bû, ji hevalên xwe re veguhezand û hişmendiya wan jî pêş xist. Li ser şehadeta gelek hevrêyên xwe di êrîşên ku bi armanca tasfiyekirina Şoreşa Azadiyê ya Rojava pêş ketin, hevrê Azad jî bi awayekî çalak cihê xwe di refên berxwedanê de girt. Hevrêyê me ku bi perwerdeyên îdeolojîk û leşkerî yên ku wergirt di demeke kurt de tecrûbeyên girîng bi dest xist, ji sala 2016’an û pê ve ku êrîşên çeteyan zêde bûn, derbasî eniyên ku şer lê dijwar bû kir. Hevrê Azad ku di gelek çalakiyan de cih girt, bi wêrekiya xwe karî bawerî bide hevrêyên xwe. Hevrêyê me ku fedakarî û afirandina bi kedê kiribû şêwazeke jiyanê, ev yek ne tenê di her kêliya jiyanê de, di kêliyên herî germ ên şer de jî nîşan da. Hevrê Azad ku beşdarî pêngava Minbicê bû, ku li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şerekî vînê yê mezin hate kirin, li wir ji serî û lingê xwe bi giranî birîndar bû. Hevrêyê me bi saya vîna Apoyî ya xurt a ku xwedî lê derket, di demeke kurt de birînên xwe derman kir û vegeriya çeperên şer. Vê carê hêrsa xwe ya li dijî dijmin hê zêdetir mezin kir, birîndarbûna xwe kir sedema mezinkirina têkoşîna xwe. Di sala 2018’an de di êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê de şehadeta birayê wî Sefkan – Ahmed Ahmed, hêrsa hevrê Azad a li dijî dijmin hê zêdetir mezin kir. Bi taybetî hevrêyê me yê ku xwest hêrsa xwe ya li dijî dewleta Tirk di qada pratîkî de nîşan bide, dizanî ku ew ê herî baş vê yekê li çiyayên Kurdistanê pêk bîne. Li ser vê bingehê, hevrê Azad berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî refên gerîla bû.

Dema ku gihîşt çiyayên Kurdistanê, hevrê Azad ji têkiliyên hevrêtiyê û jiyana komunal a gerîla bandor bû û poşman bû ku çima zûtir nehatiye çiyayên Kurdistanê. Lêbelê, hevrêyê me ku di demeke kurt de li jiyanê adapte bû, bi beşdariya xwe ya çalak û nîqaşên ku bi hevrêyên xwe re meşand, bi afirandina taybetmendiyên mîlîtaniya Apoyî di xwe de, dema ku winda kiribû telafî kir. Hevrêyê me ku ezmûnên leşkerî yên ku li Rojava bi dest xistibû, bi taktîkên şerê gerîla re kire yek, ji bo beşdarbûna xebatên pratîkî bi israr bû. Hevrê Azad ku bi sekna xwe bawerî dida hevrêyên xwe, li ser vê bingehê derbasî herêma Heftanînê bû. Li vir bi xwestek û coşeke mezin beşdarî xebatên pratîkî bû û xwest hemû erk û berpirsyariyên li ser xwe bi cih bîne. Hevrêyê me ku bi destpêkirina êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a dagirker a li ser herêma Heftanînê kete nava pêvajoyeke şer a dijwar, bi tecrûbeya xwe karî barê hevrêyên xwe sivik bike. Hevrêyê me ku bi hevrêyên me yên fedayî Şehîd Bargiran Ergendî, Şehîd Hêjar Zozan, Şehîd Rustem Serêkaniyê û bi dehan hevrêyên din re li dijî êrîşên dijmin bersiv da, karî derbên giran li dijmin bixe. Bi taybetî, di serketina taktîka ku tîmên gerîla yên livîner ango gerok li ser bingeha erdnîgariyê pêş xistin, xwedî ked û hewldaneke mezin bû. Hevrêyê me ku hemû hûrgiliyên hunerê şerê gerîla di nava şer de fêr bû û pêk anî, bi wêrekiya xwe ya ku hîç destûr neda dijmin, ji bo hemû hevrêyên xwe bû jêderka hêz û moralê. Hevrêyê me di proseya şer de ji pişt û lingê xwe birîndar bû, tevî vê jî tiştek ji hewl û biryardariya xwe ya têkoşînê winda nekir. Mîna li Rojava, ev yek jî kir sedema mezinkirina têkoşîna xwe.

Piştî pratîka xwe ya serketî ya li Heftanînê, hevrê Azad derbasî herêma Metîna bû û heman tempoya têkoşînê li vir jî domand. Hevrêyê me ku ji pratîka şer a li Heftanînê dersên girîng derxist, û bi van ezmûnên ku li kozikên şer ên ku lê bû pêk anî û hevrêyên xwe ji bo rewşeke şer a pêkan amade kir. Hevrê Azad ku ji bilî kedkarî û fedakariya xwe, bi kesayetiya xwe ya dilnizm, gihaştî, dilsoz û jidil jî bandor li ser hevrêyên xwe kir, karî bibe mîlîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrêyê me Azad ku di 11’ê Tebaxa 2020’an de di encama êrîşeke dijmin de dema li ser erka xwe bû gihîşt şehadetê, mîrateyeke têkoşînê ya dewlemend li dû xwe hişt. Em weke hevrêyên wî, soz didin ku têkoşîna ku hevrê Azad ji me re hişt, em ê bê guman bigihînin serketinê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Tundiya li dijî jinê zêde dibe: Divê em nasnameya zilamtiyê biguherînin
Nûçeya Pişt re Bolton: Ne bawer im ku Erdogan çareseriyê dixwaze
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Komisyonê bi yekdengî pêşnûmeyê qebûl kir

Piştî pêşnûmaya 12 alî ya di komisyona li meclisê de hat pêşkêşkirin, pêşnûma bi yekdengî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Silêmaniyeyê greva birçîbûnê: 3 mamoste rakirin nexweşxaneyê

Li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Silêmaniyeyê, berxwedana mamoste û karmendan a ji bo…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê Tobias Tunkel bi fermandarên QSD û YPJ’ê re hevdîtin kir

Birêveberê Rojhilata Navîn ê Wezareta Karên Derve ya Elmanya Tobias Tunkel di civîna li gel…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aslan: EMEP ji bo serketina pêvajoyê dixebite

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Rêber Apo rê nîşanî têkoşîna jinê dide’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Agahî ji jîngehparêz Elî yê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû binçavkirin, nayê girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Zeyneb Celaliyan sê hefte ne nayê dermankirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?