Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê bi piraniya dengan, biryara hevdîtina bi Rêber Apo re da.
DEM Partiyê duh daxuyandibû ku ger hevdîtin bê kirin wê di şandeyê de Seroka Koma Meclisê Gulistan Kiliç Koçyîgît cih bigire. Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Fetî Yildiz jî beriya civîna komîsyonê gotibû ew ê jî di şandeyê de cih bigire.
AKP’ê ragihand ku Cîgirê Serokê Giştî yê partiyê Huseyîn Yaman biçe Îmraliyê.

