Şemî, 10 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li dijî çalakiya rêxistinên ciwanan provokasyona faşîst û êrîşa polîsan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnameya Ozgur Polîtîka ji navnîşana ozgurpolitika.news di weşanê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji 90 saziyên Kurdistanî daxuyanî: Êrişên li Helebê ji bo Kurdan meseleyeke neteweyî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Heya ku berpirsên Komkujiya Parîsê neyên eşkerekirin em ê têkoşîna xwe bidomînin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê wê daxwaza hevdîtina bi Erdogan re bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Gotina aştiyê divê bi pratîka li qadê bê nirxandin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Barzanî bi nûnerê DYA û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ranyayê çalakiya piştevaniyê ji bo Helebê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê êrîşên li ser Helebê hatin protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berpirsyarê Têkoşîna li dijî Terorê yê YNK’ê: Kurd destaneke din dinivîsînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alimên olî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Kurdistanê ji bo Helebê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzer Malterre: Dema darazê işaret bi MÎT’ê kir dosya weke sira dewletê hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Leyla Şaylemez a li Parîsê hat qetilkirin, li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ji Başûrê Kurdistanê şehîdên Komkujiya Parîsê bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di sala 2025’an de herî kêm 294 jin hatin kuştin û 297 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkoşîna hevala Sara jiyaneke azad afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên jinan ên li Herêma Kurdistanê: Îradeya gel ji her cûre zextan xurtir e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Kurd ên li Rûsyayê piştgirî dan berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helîm Yûsiv: Nivîs ji bo min weke oksîjenê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabîlê sînemaya dîrokî Ariana, ji bo navendek kirîn û firotinê hate hilweşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Li Çerxerêya Şîhan nuqteyek çeteya hedef hat girtin: Gelek çete hatin kuştin
Di êrîşa li ser Dêr Hafirê de 6 sivîl hatin qetilkirin
Çeteyên dewleta Tirk êrîşî depoyên genimê dikin
Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê hat kirin: Zarokek hat qetilkirin
Çeteyan welatiyek revand
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Parêzer Salernî: Perspektîfa çareseriyê ya Ocalan tevkariyê li hiqûqa navneteweyî dike
Rojane

Parêzer Salernî: Perspektîfa çareseriyê ya Ocalan tevkariyê li hiqûqa navneteweyî dike

Parêzer Arturo Salernî destnîşan kir ku perspektîfa çareseriyê ya Rêber Apo pêşkêş dike, di heman demê de tevkariyê hiqûqa navneteweyî jî dike û got, "Divê mafê hêviyê, ku mafekî zagonî ye, bê sepandin. Azadiya wî, rêya aştî û demokrasiyê vedike."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Yek ji kesên ku li dijî nemafî û bêhiqûqiyên li ser Rêber Apo ku zêdeyî 26 sal in di şert û mercên tecrîdeke giran de li Girtîgeha Girava Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê girtin, li qada navneteweyî têkoşînê dide, Parêzerê Îtalî Arturo Salernî ye. Parêzerê Îtalî yê Rêber Apo, Salernî, pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd didome û biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya derbarê mafê hêviyê de ji ANF’ê re nirxand.

‘LI GEL ŞERT Û MERCÊN GIRAN JÎ HÊZA AKTORBÛYÎNA BINGEHÎN PARAST’

Parêzer Arturo Salernî bi bîr xist ku ji ber rola Rêber Apo ya wekî Rêberê Gelê Kurd, bi biryara Dadgeha Romayê li Îtalyayê mafê penaberiya siyasî heye û wiha got: “Tevî vê biryarê, Serok Ocalan zêdeyî 26 salan di şert û mercên giran de girtî ye. Ocalan hîn jî di şert û mercên ne mirovî de girtî ye. Şert û mercên wî, bi destwerdana Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) hinekî hatin nermkirin. Tevî van hemû şert û mercên giran jî, rola Serok Ocalan hîn jî di destnîşankirina çarçoveyeke ku dikare ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê were danûstandin, di cihekî navendî de ye.

Di vê tabloyê de, rola diyarker a Ocalan a ji bo bidawîkirina çalakiyên çekdarî yên PKK’ê û îşaretên wê yên ji bo bêçekkirina gerîla û her wiha pêwîstiya vekirina diyalogek ji bo çareseriyeke siyasî li Tirkiyeyê cih digirin. Helwesta Ocalan a ji bo diyalogê, ne tenê Tirkiyeyê, lê tevahiya Rojhilata Navîn, bi taybetî jî welatên ku Kurd lê dijîn, di nav xwe de dihewîne.”

‘SERKEFTINA PÊVAJOYÊ JI BO BERJEWENDIYA HER KESÎ YE’

Parêzer Arturo Salernî anî ziman ku li hemberî gavên ku Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurd avêtine, bersiva Hikûmeta Tirk hîn nehatiye eşkerekirin û wiha got: “Gelo wekî ku em bi rastî dixwazin, wê ev pêvajo bibe sedema destnîşankirina rêyek ber bi maseya muzakereyan, aştiyê û asoyeke demokratîk a nû ve, an jî her tişt wê wekî xwe bidome? Em hîn jî nikarin vê yekê bi zelalî bibînin.

Daxuyaniyên siyasî yên girîng û watedar ji aliyê Tirkiyeyê ve hene, lê hîn gaveke berbiçav, heta destpêkî jî, li ser vê pêvajoyê tune. Ez difikirim ku ev pêvajo ne tenê ji bo berjewendiya Kurd û civaka Tirk e, lê ji bo berjewendiya her kesê ku di vê senaryoyê de dijî ye. Wekî welatê Deryaya Spî, Îtalya jî di nav vê senaryoyê de ye.”

‘DIVÊ ÇARÇOVEYA MUZAKEREYÊ BI AWAYEKÎ FERMÎ BÊ DESTNÎŞANKIRIN’

Parêzer Selernî anî ziman ku ji bo serkeftina pêvajoyê, divê êdî dewleta Tirk gavan biavêje, û wiha berdewam kir: “Êdî berî her tiştî divê çarçoveyeke muzakereyê bi awayekî fermî bê destnîşankirin, yanî divê maseyek rastîn a muzakereyê bê avakirin ku alî werin cem hev, guh bidin nêrînên hev û bi ruhekî avaker li çareseriyê bigerin. Tevî ku bi mehan e vîn û kiryarên berbiçav ên aliyê Kurd derketine holê jî, dewleta Tirk hîn ev çarçoveya zagonî ava nekiriye.

‘DIVÊ EM JI BO AZADIYA OCALAN ZEXTÊ BIKIN’

Heger helwesta dewleta Tirk bi vî rengî berdewam bike, ez bawer dikim ku divê em dostên gelê Kurd ên li Ewropayê dijîn, li ser hikûmetên xwe zextê bikin da ku dewleta Tirk gav biavêje. Bi vî awayî, bila hikûmetên Ewropî û yên welatên Deryaya Spî jî zexteke bibandor li ser Tirkiyeyê bikin da ku pêvajoya aştiyê nesekine, li vir asê nemîne û paşde neçe. Divê em hemû raya giştî ya demokratîk û hikûmetan bînin tevgerê; ji ber ku çareserkirina pirsgirêka Kurd ji bo berjewendiya her kesî ye. Û ji bo gihîştina çareseriyê, divê pêvajoya muzakereyan berdewam bike; ji bo berdewamiya muzakereyan jî, divê Abdullah Ocalan, ku îro nûnerê sereke yê gelê Kurd e, azad bibe û wekî rêberekî siyasî were naskirin. Ocalan hîn jî di şert û mercên ku nayên qebûlkirin de li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin.

Ji ber vê yekê, pêwîst e hemû zext werin kirin da ku Tirkiye, Ocalan bigihîne şert û mercên ku bi rastî dikare di maseya muzakereyê de cih bigire. Bi vî awayî maseya muzakereyê ku hemû alî û di serî de Hikûmeta Tirk bi ruhekî erênî tevlî bibin, were damezrandin û rêyek ji bo aştî û demokrasiyê were peyda kirin.”

‘DIVÊ MAFÊ HÊVIYÊ BÊ SEPANDIN’

Parêzer Arturo Salernî her wiha bal kişand ser biryara Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya derbarê Mafê Hêviyê de, û got: “Cezayê muebetê yê ku bêyî tu perspektîfê hatiye dayîn, bi Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, ku Tirkiye alîgirê wê ye, û ji ber vê yekê bi biryarên organên dadwerî yên Konseya Ewropayê re li dijî hev e û dikeve nava nakokiyê. Ji ber vê yekê, sepandina mafê hêviyê, yanî pêşxistina perspektîfek ji bo derketina Ocalan ji cezayê muebetê, bi rastî hêmanek bingehîn û pêwîst e ji bo destpêkirina pêvajoya diyalogê û ku alî bi niyeta baş li ser masê rûnin û li çareseriyê bigerin.

Girtina Abdullah Ocalan wekî dîlekî heta hetayê, bêgûman tu xêra wê ji bo muzakereyên siyasî û demokratîk dest pê bike û pêş bikeve, tune ye.”

‘PERSPEKTÎFA OCALAN TEVKARİYÊ HIQÛQA NAVNETEWEYÎ DIKE’

Parêzer Arturo Selarnî anî ziman ku perspektîfa Rêber Apo ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêşkêş dike, di heman demê de bi hiqûqa navneteweyî re lihevhatî ye û tevkariya wê jî dike û bal kişand ser van xalan: “Yek ji prensîbên bingehîn ên hiqûqa navneteweyî, mafê çarenûsa gelan e. Çareseriya ku Serok Ocalan teşwîq dike, ne şikandina sînorên heyî an jî avaniyên dewletê yên heyî ye; berovajî, ew lêgerîna çareseriyeke di nava dewletan de ye. Li Tirkiyeyê hebûneke Kurd a ji aliyê hejmarê ve pir girîng heye û di warê daxwazên çandî de, berî daxwazên siyasî, hebûneke xurt heye.

Ji ber vê yekê, ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve, çareseriya ku îro tê hêvîkirin ku li Tirkiyeyê derkeve holê, ne tenê li gorî prensîbên hiqûqa navneteweyî ya heyî ye, di heman demê de wê tevkariyê pêşveçûna wan a erênî jî bike. Ji ber ku ev çareseriya ku Ocalan pêşkêş dike û di hin derdorên hikûmetê yên Tirkiyeyê de bertek dibîne, modeleke çareseriyê ya xweser pêşbînî dike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Zeytên Efrînê yên tên dizîn bi navê ‘malên Tirkan’ tên firotin
Nûçeya Pişt re Gerîla Şoreş: Jiyana efsûnî bû nasîbê min jî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Fransayê pêşnûmeya têkoşîna li dijî nijadperestî û dijsemîtîzmê hat amadekirin

Pêşnûme qanûna têkoşîna li dijî nijadperestiyê ku roja Çarşemê 6’ê Adarê li Parlamentoya Fransayê dest…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 29’Ê TEBAXA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Endresen: Tecrîd mînakek ji zexta li ser gelê Kurd e

Parêzerê Norwêcî Bent Endresen anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê li dijî qanûnê ye û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Şêxmeqsûdê erebeyek doçka li ser hat rûxandin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li derdora Şêxmeqsûdê pevçûnên dijwar diqewimin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Di êrîşa Dêr Hafirê de zarokek û sivîlek hat qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Rêveberiya Xweser: Piştgirî bidin berxwedana rewa ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?