Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 4 şervanên xwe ku li cih û demên cuda şehîd bûne, aşkera kirin.
Di daxuyaniya QSD’ê de hat gotin: “Em bi serbilindî û bi germî şehadeta 4 hevalên xwe yên qehreman ku di demên berê de piştî têkoşîneke bilehengî li dijî terorîzm û dagirkeriyê şehîd bûn, bi bîr tînin. Wan mîrateyeke têkoşînê li pey xwe hişt ku em pê serbilind in.”
QSD’ê diyar kir: “Rêya hevalên me Arjîn, Berçem, Emîn û Serdem û qurbaniyên ku wan di dema têkoşîna xwe ya dirêj de dê bibe, bingeha berdewama têkoşîn û berxwedana me ne.”
QSD’ê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza berdewamkirina berxwedan û têkoşînê da.
Agahiyên derbarê nasnameya şehîdan bi vî rengî ne:
Navê Kod: Arjîn Botan
Navê Rastîn: Derya Çağlar
Navê Dayikê: Talya
Navê Bav: Şemsedîn
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa (qezaya leşkerî), 22 Çile 2024
*
Navê Kod: Berçem Amed
Navê Rast: Aysun Arslan
Navê Dayikê: Aydan
Navê Bav: Mihemet
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa (qezaya leşkerî) 22 Çile 2024
*
Navê Kod: Emîn Gabar
Navê Rast: Mustafa Elî
Navê Dayikê: Dunya
Navê Bav: Nûrî
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn – Cindrêsê, 8 Adar 2018.
*
Navê Kod: Serdem Çiya
Navê Rastîn: Mihemed Şêxo
Navê Dayikê: Selwa
Navê Bav: Ehmed
Cihê Jidayikbûnê: Şam
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn – Şêx Şiyê – Gundê Sinara, 27 Sibat 2018.

