Duşem, 13 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Zeynep Cansiz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li DEM Partiyê pêvajoya civînê ya 5 rojî bi dawî bû.

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîteya Dîplomasiyê ya Hevbeş bi rojeva yekîtiya neteweyî li hev civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûsya û Ûkranya hevdu sûcdar dikin: Agirbest bi hezaran car hatine binpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber êrîşa li ber Balyozxaneya Îsraîlê: 9 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK’ê Nizar Amêdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana Ramazan Kiran ê ku piştî 33 salan hat berdan, kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Şengalê pirtûkxaneyeke nû li Şengalê vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolektîfa Saza Êzî xwe ji Çarşema Serê Nîsanê re amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ûweyş Ocalan li ser gora xwe ya li Amarayê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştar Dayika Uveyş bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê aqûbeta 3 jinên hatine binçavkirin, ne diyar e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Evrîm Alataş hate bîranîn: Em ê mîrateya wê ji bîr nekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bernê ji bo Yenar Mihemed bîranîn hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Enqere û Stenbolê 3 jin bi çekê hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê li dijî darvekirinên li Îranê banga lezgîn kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Adarê de 29 jin û 2 zarok hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Galaya fîlmê “Azadî wê bi ser bikeve” li Londonê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Çalakiyên 25’ê Mijdarê: Li dijî hişmendiya serdest em têkoşînê mezin bikin!
Jin

Çalakiyên 25’ê Mijdarê: Li dijî hişmendiya serdest em têkoşînê mezin bikin!

Di çalakiyên 25’ê Mijdarê yên li 4 navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bajarê Helebê de peyama, “Li dijî hişmendiya serdest em têkoşînê mezin bikin û wekheviyê pêk bînin” hat dayîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Mijdar 2025 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Li Heleb, Qamişlo, Kobanê, Reqa û Hesekê bi munasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî li dijî Tundiya li ser Jinan meşên girseyî hatin lidar xistin. Di çalakiyên ku bi pêşengiya Platfoma Çalakiyên Hevbeş a Rêxistin û Tevgerên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatin organîzekirin de bi hezaran jin û mêr, peyamên bilindkirina têkoşînê dan.

HELEB

Bi pêşengiya nûnerên tevgerên jinan ên Helebê, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê meşek lidar xist.

Meş ji pêşiya Hola Civînan a 8’ê Adarê ya li taxa Şêxmeqsûdê dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêber Apo, alên Kongra Star û wêneyên şehîdên azadiyê hatin hildan, her wiha dirûşmên “Bêdengiyê bişikîne, teslîm nebe”, “Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî xwe biparêze”, “Pergala dewletê jinan qetil dike” û “Na ji tundiya li ser jinan re.. Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.

Meş li herêma Cebanat veguherî mîtîngê û deqeyekê rêz hat girtin. Endama Koordînasyona Kongra Star a Helebê Rîhana Elo axivî û diyar kir ku têkoşîna ji bo azadiya jinan di serdema nûjen de ji aliyê xwişkên Merîbal ve hat destpêkirin û li Kurdistanê bi pêşengiya şehîdên azadiyê, dewam kir.

Rîhana Elo, destnîşan kir ku civakên ku jin tê de ne azad bin, ew civak ne azad e. Her wiha binpêkirnên pergalên dewletê yên li dijî jinan, bi taybetî biryarên tund ên rejîma Îranê yên li ser jinên çalakvan şermezar kirin û siyasetên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê ya dûrxistina jinan jî rexne kirin.

Ji rêveberên Yekitiya Jinên Ciwan Şems Elîeldîn jî got jinên bi ramanên Rêber Apo bawer in dê li hemberî siyasetên pergalên baviksalar û hêzên kapîtalîst ên ku jinan asteng dikin û rola di civakê de tune dihesibînin, bisekinin.

Mîtîng bi berzkirina dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

QAMIŞLO

Meş li Çerxerêya Frina Sîna dest pê kir. Bi sedan jin û mêr ji Qamişlo, Tirbespiyê, Amûdê, Til Koçer, Çilaxa, Dêrik û Girkê Legê û Til Hemîsê tevlî meşê bûn.

Di meşê de pankartên bi nivîsên “Jin jiyan e, jiyanê nekujin”, “Bi hev re e dawî li tundiya li dijî jinan bînin”, “Bedena me çeka me li dijî tundiyê ye”, “Em hene..em xwediyên têkoşînê ne” hatin vekirin û bênavber dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Na ji tundiya li dijî jinan” hatin berzkirin.

Meş heta pêşiya Stadyûma Heysem Kiço dom kir û deqeyekê rêz hat girtin.

Berdevka Kongra Star Rihan Loqo, axivî û  diyar kir ku 25’ê Mijdarê roja biryardariya avakirina hevjiyaneke azad e.

Rîhan Loqo, di axaftina xwe de şehîdên azadiyê bi bîr anîn û soza domandina têkoşîna li hemberî feraseta baviksalar da.

Her wiha destnîşan kir ku berxwedan û têkoşîna jinan kevirê bingehîn ê bidestxistina mafên xwe ye.

Hevseroka Meclîsa Rêveber a Kantona Cizirê Viviyan Beho, jî destnîşan kir ku parastina jinan erk û berpirsyariyeke civakî ye.

Viviyan Beho, bal kişand ser têkoşîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi bîr xist ku jinên herêmê civakê bi rêve dibin û afrînerên guherînê ne.

Viviyan Beho, anî ziman ku têkoşîna li dijî jinan ne dirûşmeke ji rêzê ye, lê belê ji bo avakirina civakeke ewle, bi rûmet ku jin tê de bi azadî di hemû qadan de cihê xwe bigire, erkekî rojane ye.

Di dawiyê de Koma Şehîd Yusra ya Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan şanoyeke li ser têkoşîna jinan a li hemberî tundiyê pêşkêş kir.

KOBANÊ

Kogra Star a kantona Firatê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan meşek lidar xist.

Di meşê de wêneyên Rêber Apo û alên Kongra Star û yên Rêxistina Sara hatin hildan û dirûşmên “Jin Jiyan Azadî”, “Berxwedan jiyan e”, “Bê Serok jiyan nabe” hatin berz kirin.

Meşê ji Qada Şehîd Egîd dest pê kir û heta Qada Jina Azad a Kobanê dewam kir. Li vir ji bo şehîdên şoreşê deqeyek rêz hat girtin, dûre endama Koordînasyona Kongra Star a bajarê Şêranê Nadiya Hiso, axivî û wiha got: “Ev roj roja berxwedan û têkoşînê ye. Komkujiya li hemberî jinan, komkujiya li dijî civakê ye. Hişmendiya desthilatdar, ew zîhniyeta ku dixwaze mafên mirovan ji cîhanê rake, yekser êrîşî jinan dike. Jin dixwazin jiyaneke aram û wekhev ava bikin. Jinan bi têkoşîn û berxwedana xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin kir û bi hemû hêza xwe dijmin têk bir û ji hişmendiya desthilatdar re got na.”

Meş bi dirûşmên “Jin Jiyan Azadî”, “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

REQA

Li bajarê Reqayê jî bi beşdariya gireseyek mezin a jinên ji kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê meşek girseyî hat lidar xistin. Meşa ku endamên saziyên sivîl, leşkerî, rêxistinên jinan, nûnerên Rêveberiya Xweser tevlî bûn ji Çerxerêya Panorama ya bajarê Reqayê dest pê kir û li Qada Jina Azad dewam kir.

Li Qada Jina Azad deqeyekê rêz hat girtin. Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Xod El Îsa, axivî û anî ziman ku ev roj xaleke girîng di têkoşîna jinên Sûriyeyî de ye.

Xod El Îsa, bal kişand ser binpêkrinên ku li dijî jinan têne kir û got: “Mafê her jinekê heye ku bi ewle û bi rûmet bijî.” Xod El Îsa, şervanên YPJ’ê û QSD’ê silav kirin û behsa rola wan a parastina jinan û herêmê kir.

Xod El Îsa, diyar kir ku ger rêz li maf û azadiyên jinan were girtin, dê Sûriye bibe welatekî ji bo her kesî bi ewle.

Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Edalet Umer, jî axivî û li dijî tundiyê banga mezinkirina têkoşînê kir.

Çalakî bi berzkirina dirûşmên “Na ji tundiya li dijî jinan re” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

HESEKÊ

Li bajarê Hesekê jî bi pêşengiya Kongra Star meşeke girseyî bi dirûşma “Em bi hev re li dijî tundiyê civakeke demokratîk û komînal ava bikin” hat lidar xistin.

Bi sedan jinên ji Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir, Hol, Şedadê, Mergeda, koçberên kampên Serêkaniyê û Waşûkanî û koçberên ji bajarên Efrînê beşdarî meşê bûn.

Meşê li Çerxerêya Merşo ya taxa Til Hecer ber bi Qada Aştiyê ve dest pê kir. Di meşê de dirûşmên şermezarkirina tundiya li ser jinan hatin berzkirin û pankartên “Na ji tundiyê re”, “Erê ji jiyanê re”, “Dûrxistina jinan ji qada siyasetê bi xwe tundî ye” û “Jiyana komînal nimûneya bidawîkirina tundiyê ye” hatin vekirin.

Meş li Qada Aştiyê rawestiya û deqeyekê rêz hat girtin. Li vir endama Koordînasyona Kongra Star Gulîstan Gulo, tevahî jinên têkoşer silav kir û got: “Hîna li pêşiya me têkoşîneke dirêj heye.”

Gulistan Gulo, bal kişand ser zêdebûna tundiya li dijî jinên Sûriyeyî û got: “Li Sûriyeyê ji dema ku HTŞ’ê bû desthilat tundiya li ser jinan zêdetir bûye. Me hêvî dikir ku hêviyên me bi cih werin, lê em têghiştin em li pêşberî siyaseteke li dijî mafên jinan e.”

Gulistan Gulo, bal kişand ser ezmûna li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatî bidest xistin û wiha pê de çû: “Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşeng in. Ev jî bi saya Rêber Abdullah Ocalan pêk hatiye ku rê li pêşiya me vekiriye. Em dev ji vê rêyê bernadin. Em ê qebûl nekin ku careke din mafên me werin çewisandin.”

Hevseroka Meclîsa PYD’ê ya bajarê Hesekê Zehra Elî, jî anî ziman ku tundiya li dijî jinan sûcek li dijî jinan û mirovahiyê ye. Zehra Elî got ku divê hesab ji kesên bêrêziyê li rûmeta jinan û rola wan di civakê de dikin, bê pirsîn.

Çalakî bi berzkirina dirûşmên “Jin Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Hûms û Hamayê çalakî
Nûçeya Pişt re QSD: Hevrêyê me Gabar şehîd bû
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Şêxmeqsûdê li dijî malbatên Kurd şelandina bi çek zêde bû

Li taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê, li dijî malbatên Kurd şelandina bi çek zêde bû.…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 1’Ê ÇILEYA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cihanê

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê şervanê YPG’ê Akîf Bagok veşartin

Welatiyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê YPG’ê Akif Bagok li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan, veşartin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

KCK’ê Nizar Amêdî pîroz kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Piştî dîlgirtina çar mehan: Ez jineke Kurd im û şervan im

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Înkara 64 salan: Kurd garantiya destûrî dixwazin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Perûyê gel li ser sindoqan e: Di 10 salan de serokê 9’emîn tê hilbijartin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?