PKK di sedsala dawîn de ji bo gelê Kurd destkeftiyên dîrokî ava kir û di merheleyên herî zehmet de barê giran hilda ser milê xwe. ji ber vê sedemê salvegera avabûna PKK ji bo tevahî gelê Kurd û bi taybetî jî ji bo gerîlayên azadiya Kurdistanê di gelek aliyan de xwedî wateyên gelekî cûdatir e. Merhaleya îro li ser vî hîmî hate avêtin, niha bi keda Rêbertî tê meşandin.
Gerîlayên HPG û YJA STAR’ê Denîz Qehreman, Rojhilat Qehreman, Berfîn Êrîş û Agir Amanos di derbarê salvegera 48’emîn a PKK’ê de ji ajansa me re nêrînên xwe anîn ziman. Gerîlayan diyar kirin ku azadiya Rêber Apo ji bo wan armanca sereke ye û ev roj bi saya Rêber Apo bi wate dibe. Gerîlayan bi yek dengî diyar kirin ku îsal wan cara yekemîn dîmenê Rêber Apo dîtin û ew ê heta ku Rêber Apo azad bikin têbikoşin.
GERÎLA DENÎZ QEHREMAN: PKK BÛ NASNAMEYA KURDÊN AZAD
Gerîlaya YJA-STAR’ê Denîz Qehreman wiha axivî: ‘‘Di serî de salvegera partiya me li Rêber Apo, li hemû hevalên şehîd ku di vê şoreşê de canê xwe feda kirine, gelê me yê welatparêz û dayîkên şehîdan pîroz dikim. Heta em gihîştin vê rojê têkoşîneke pir mezin hate meşandin, berdêlên pir giran hatin dayîn. Serokatî Kurdên mirî ji nû ve zindî kir, ji ber wê dema ku dibêje, ‘Min ji darekî hişk û zuha wisa ava kir ku dîsa şîn bibe û zindî bibe’, bi rastî jî bi avabûna tevgerê gelê Kurd jî wisa bû. Bi taybet weke jin ketina ferqa xwe û hebûna xwe, di nava partiyê de me xwe nas kir, em bûn xwedî nasnama û em dikarin bêjin ku em jin in. Em xwe pir bi şans jî dibînin ku cihê xwe di nava vê tevgerê de digirin. Di şexsê heval Sara de, me jina azad nas kir. Îro jî em li ser şopa hevala Sara dimeşin û ji xwe re hêz digrin. Bi hezaran hevalên me yên pêşeng ku navê wan di dîrokê de hatine neqişkirin hene, em şopdarên wan in. Mînakên herî dawî jî heval Asya û heval Rojger bûn ku temsîla hevjiyana azad kirin. Em bikaribin li pey wan bin û ser şopa wan bimeşin. 27’ê Mijdara îsal cudatirî salên derbasbûyî ye, ji ber ku me îsal dengê Rêbertî bihîst, banga Rêber Apo ya dîrokî hate kirin, ji ber wê jî pêşwazîkirina vê rojê ji bo me pir cuda ye. Her hevalek bi moralê xwe tevlî vê rojê dibe, çoşekî mezin di me de daye avakirin. Ev nirxên ku 48 salan hatiye avakirin, em weke jin hewl bidin xwedî lê derkevin û layiqî ked û têkoşîna bi dehan salan bibin.’’
GERÎLA ROJHILAT QEHREMAN: TEVGERA AZADIYÊ BÛ TEMSÎLA GELÊN BINDEST
Gerîlayê HPG’ê Rojhilat Qehreman jî hestên xwe ji bo salvegera PKK wiha anî ziman: ‘‘Em di serî de salvegera patiya me li Rêber Apo pîroz dikin, li tevahî şehîdên şoreşê, li gelê me yê welatparêz hemûyan pîroz dikin. Di şexsê heval Kemal, heval Sara û heval Heqî de em hevalên xwe yên ku vê dawiyê hatin îlankirin; heval Sofî, heval Fuad, heval Koçero û heval Riza bibîr tînin û li wan pîroz dikin. 27’ê Mijdarê ji bo me rojekî pir pîroze, ji ber ku Rêber Apo di sala 1978’an de ji bo bîranîna heval Heqî ev partî ava kir, heta niha jî ev hereket li ser lingê xwe maye. Tabî gihandina heta roja îro ne hêsan bû, me pir berdêlên giran jî dan. Ruxmî îxanetên ku hatin pêşxistin jî ev tevger her çû mezin bû. Fikir û felsefeya Rêber Apo wisa mezin bû ku li hember her tiştî bû bersiveke xurt, bi berxwedaniya hevalên şehîd ev hereket xwe li ser lingan girt û heta roja îro hat. Em îsal 27’ê Mijdarê bi bangawaziya Rêber Apo pîroz dikin, bi rastî jî ev sal ji bo me saleke pir cuda bû, ji ber ku me dîmenê Rêber Apo piştî 27 salan cara ewil dît. Perspektîfên Rêbertî hişt ku em xwe xurt bikin û rast lêhûrbûn bikin, kêmaniyên xwe derbaz bikin û gavên pir mezin jî biavêjin. Tabî ev tenê têra me nake, dibe me dîmen dît lê heta em azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe misoger nekin, em tu carî tawîz nadin. Em ê her hewil bidin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşîn bikin.”
GERÎLA BERFÎN ÊRÎŞ: HÊSTÊN MIN JI BO AZADIYÊ PIR MEZIN E
Gerîlaya YJA-STAR’ê Berfîn Êrîş jî ev tişt anî ziman: ‘‘Hestên min ji bo avabûna partiya me pir cuda ye, bi keda ku hatiye dayîn têkoşîneke bê hempa hatiye meşandin. Bi sekna hevalên şehîd, bi keda Rêber Apo heta roja me ya îro em hatin. Em di şexsê wan hevalan de tevlîbûna xwe ji bo vê rojê hîn xurtir dikin. Bi banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê re, bi gavên ku hatin avêtin mirov dibîne em di çi astê de û bi çi temenî gihîştin vê rojê. Em yek ji damezrînerên Partiyê heval Sara ji xwe re esas digirin û li gorî wê gavên xwe diavêjin. Ez jî weke milîtanekî vê partiyê 27’ê Mijdarê ji sekna Heval Sara bandor bûm. Bi gava ku Rêber Apo 27’ê Sibatê avêtiye re ez jî dixwazim bibim parceyekî ji vê têkoşînê û gavên mezin biavêjim.”
GERÎLA AGIR AMANOS: ROJ ROJA AZADIYA RÊBER APO YE
Gerîlayê HPG’ê Agir Amanos ê ji bajarê Kobanê, hestên xwe wiha bilêv kir: ‘‘Destpêkê vê rojê li Rêbertî, li hevalên me yên şehîd pîroz dikim û hemû şehîdên şoreşê bibîr tînim. Salvegera partiya me ji bo me rojeke kêfxweşiyê ye. Ruxmî rastî pir astengiyan jî hat lê tu carî dev ji têkoşîna xwe berneda. Em xwedî îrade ne ku li van çiyayan şer û têkoşînê didin meşandin. Çalakiyên ku hatin kirin berxwedaniya hate meşandin îspata vê bû, îsal jî banga Rêber Apo ya dîrokî û dîmenê wî me temaşe kir. Ev ji bo me hêzeke pir mezin bû. Di nava gel de kelecaneke gelek mezin ava kir. Heta dawî em ê vê kelecanê biparêzin û heta em Rêbertî di nava xwe de nebînin em dest ji têkoşîna xwe bernadin. Bi banga ku hate kirin jî em amade ne heta dawî bi vê bangê re bibin yek. Berpirsyariyên me giran in. Erka ku hevalên şehîd ji me re hiştine em ê hewil bidin layiqî wê derkevin. Herî dawî em dibêjin, Bijî Serok Apo, Bijî Şehîdên Şoreşê.’’

