Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li cihê ku çandên cûrbecûr dibin yek û nasnameyên dîrokî yên cihêreng têkelî hev dibin, ruhê demokrasiya rasteqîn bi amadebûna jinên çalakvan li qada civakî û siyasî de xwe dide der. Li vir, cihêrengî weke astengiyekê nayê nêrîn, berevajî weke dewlemendiyekê ku bandorên nû li diyalogê zêde dikin, kapasîteya lihevkirin û dîtina çareseriyên hevbeş geş dikin tê dîtin.
Di vê çarçoveyê de Akademiya Jineolojiyê û Meclîsa Jinên Suryan 29’ê Mijdarê li bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê li Kafeterya Şilerê bi beşdariya jinên ji pêkhateyên Suryan, Ereb, Kurd û pêkhateyên din bi sernavê “Bi nêrîna Jineolojiyê pirsgirêkên jinên Suryan çawa dikarin bên çareserikrin?” semînereke diyalogê hate lidarxistin.
Berdevka Akademiya Jineolojiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Zehrîban Hisên, endamên Enstîtuya Jinê ya Navneteweyî yıa Andrea Weif, rêxistinên jinên Suryan û nûnerên Yekîtiya Jinên Suryan beşdar bûn. Zehrîban Hisên li ser mijarê ji ANF’ê re axivî.
Zehrîban Hisên anî ziman ku kombûnên bi heman rengî beriya niha jî hatibûn kirin, lê belê ev semîner xwedî atmosfereke xweser e û diyar kir ku di vê kombûnê de her pêkhateyan derfet dîtin ku şaristaniya xwe, dîroka xwe bidin naskirin, jinên Suryan jî hebûna xwe ya li nava dîrokê nîşan bidin, destketiyên xwe û neheqiyên lê hatine kirin binirxînin. Her wiha nivîskar û helbestanên Suryan ku fîgurên girîng ên hişê çandî ne, hatin bîranîn.
Zehrîban Hisên anî ziman ku pêdiviya wan her tim bi van nîqaşan heye, ji ber ku her pêkhateyek xwe nas dike, bo nimûne jina Suryan baştir dikare ezmûna xwe vebêje û destketiyên xwe derbirîne û şaştiyên xwe bêje.
Zehrîban Hisên diyar kir ku Şoreşa Rojava-Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne ji beşdariya aktîf a jinan bûya pêk nedihat, weke beşdariya jinên Suryanî ku roleke mezin di pêkanîna destketiyan de lîst, çi bi rêya hêzên Sotoro-Jin çi jî bi rêya Yekitiya Jinên Suryanî.
Zehrîban Hisên di dawiya axaftina xwe de got: “Dewlemendiya çandê û pirrengiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dihêle hebûna me ya hevpar xwedî qîmeteke bêhempa be. Îro em bi Suryanî û Kurdî diaxivin, weke jin ruxmî ku cihêrengiya ziman û aîdetbûnê em li hev kom dibin. Lê ya herî zêde me li hev kom dike; yek armanc e, ew jî yekitiya jinan û birêxistinkirina hêza xwe ku bigihînin pêvajoya rizgarkirina tam a jinan, avakirina civakeke demokratîk a rasteqîn a li ser bingeha lihevkirinê di navbera pêkhateyan de û rêzgirtina pirrengiyê. Bi wê re beşdariya jinan dibe kevirê bingehîn a her projeyeke mayînde.”
Li aliyekî din jî Hela Romniyan a ji pêkhateya Suryan û endama Akademiya Jineolojiya axivî û diyar kir ku semînera diyalogê ya li ser jina Suryan ne hevdîtineke çandî ye, lê nameyeke îdeolojî ya xwedî vîna jinan li hemberî paşguhkirina dîrokî û parastina nasnameya Suryanî ye. Hela Romniyan got: “Armanca ew e ku balê bikişînin ser dîroka kevnar a jinên Suryanî û rola wan di parastina çand û kevneşopiyan de weke stran, cil, rêûresman. Ji ber ku ew yek avlên berxwedanê yên parastina reseniya civakê û mîrasa wê ne.”
Hela Romniyan destnîşan kir ku semîner platforma nêzbûna rûberan di navbera jinên Suryanî û Kurdî de bû. nêzbûna di stran, govend û cilan de yekitiya jinan di parastina civakên xwe ji hewlên dûrxistin û çewisandina çandî de vegerand. Hele anî zimanku ev destpêşxerî ji jinê de hat destpêkirin ku bigihîne tevahî civakê, da ku hevgirtin geş bibe û zemînekê xurt a lihevkirinê di nava pêkhateyan de pêk bê. Wê di rojên bê de ev nîqaş û diyalog kûrtir bibin heta ku bigihînin encamên stratejîk ên ji bo avakirina civakeke hevgirtî ku nasnameyê biparêze û berevaniya mîrasa çandî bike.

