Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) wiha got: “Dema ku hemû dîmenên Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmeta Dêrelûk a ku di 12’ê Çileya 2024’an de li Herêma Berxwedana Girê Amediyê ya Zapê pêk hat û agahiyên berfireh ên ji hêza operasyonê hatine dayîn, lêkolîn kir; hate fêmkirin ku hevalê me Serxwebûn Serhed (Sefa Altûnay) bi biryardariya fedaî çûye çalakiyê. Hevrê Serxwebûn, her çend di plansaziya operasyona şoreşgerî de tiştekî wisa tunebû jî, bi dizî plansaziya lidarxistina çalakiya fedaî ya di nava operasyonê de kir û bêyî ku vê planê bi hevrêyên xwe re parve bike, beşdarî operasyona şoreşgerî bû. Piştî ku erk û berpirsyariya xwe ya di operasyona şoreşgerî de bi cih anî, bi cesareteke bilind, çalakgerî, şêwazê fetha encamgirî û ruhê fedaî dawî li operasyona şoreşgerî anî. Hevrê Serxwebûn bi hişmendî û ruhê fedayî ya weke milîtanekî Apoyî, bi însiyatîfa xwe çalakiya fedaî ya pîroz ji bo armanceke bi heybet pêk anî. Hevrê Serxwebûn beriya ku çalakiya fedayî pêk bîne vîdeoyek kişandiye. Piştî lêkolîna li ser vîdeoyê, hate fêmkirin ku bê çalakî çawa pêk aniye derket holê.”
Fermandariya Biryargeha NPG’ê di daxuyaniya xwe de ev xisûs jî diyar kirin:
Dibêje; “Em weke yek kesî naçin vê çalakiyê. Di şexsê me de dîrokek bi ser dijmin de dimeşe, miletek bi ser dijmin de dimeşe. Li ser dijmin dimeşe û hesab jê dipirse.” Hevrê Serxwebûn bi gotina; “Em bi rastî tolhildana dîrokê ne” bi ser dijmin de meşiya û bi çalakiya xwe ya dîrokî derba şikestinê li dijmin xist. Em heqîqeta çalakiya hevrê Serxwebûn a pîroz û peyama pir watedar a ku ji me hevrêyên xwe re, ji gelê me û hemû ciwanên Kurd re hişt, bi gelê xwe yê welatparêz û raya giştî re parve bikin.
Peyama ku hevrê Serxwebûn Serhed dema çû çalakiya fedayî ya li pey xwe hişt wiha ye;
”Salên 2022 û 2023’yan pir tijî derbas bûn. Bi taybetî hem di warê şer û hem jî di warê têkoşînê de demek pir tijî bû. Di van salan de gelek hevrêyên me yên hêja, fermandar û şervanên hêja yên rêxistina me ji bo vê yekê şer kirin, ked dan, berdêl dan û gihiştin şehadetê. Em bi gelek hevalan re bûn heval û bi hev re jiyan. Her yek ji wan parçeyek ji me bûn. Her yek ji wan di pêkhatina kesayeta me de xwedî roleke girîng bûn. Rol, mîsyon û hewldanên wan ên pir giranbuha bûn. Yên ku îro em anîn vê derê, têkoşîn û berxwedana me diyar kirin, bûn sedem ku em fikr û zihniyeta xwe biguherînin, van hevalan bûn. Ev hewldanên wan hevalan bû. Hevrê Savaş Maraş, Axîn Mûş, Şervîn, Norşîn Efrîn û hevrêyên fedaî Erdal û Rojhat kedeke girîng li ser me dan. Di vê xalê de bi hewldanên wan hevalan berpirsyarî û erka me zêdetir bû. Ji ber ku bi her şehadetê re barê me zêdetir dibe. Ev rêheval ji bo me jî wisa bûn, me wek roniya çavên xwe ji wan hez dikir. Di vê pêvajoyê de me hevrêyên xwe yên gelek bi nirx Şahîn Botan, Viyan Penaber, Guven û Doga ji bo vê dozê şehîd dan. Di heman demê de li ser navê şehîd Savaş Maraş pêngavek hate destpêkirin û niha em jî di vê pêngavê de cih digirin. Bi rastî jî cihgirtina di vê pêngavê de ji bo me şanseke mezin e, li aliyê din jî deynê me yê van hevalan e. Ji ber ku heval Savaş gelek ked da me. Em her tim ji hevrêtî û helwesta wî bi bandor dibûn û me ji xwe şerm dikir. Hevrêyekî mîna Derwêş û Pîr bû. Wexta ku te li giyanî û menewîtiya wî dinihêrî, tu yê ji xwe şerm bikira. Her axaftina wî, her tevgerek wî, her meşa wî mirov dihizirand. Hevrêyekî wisa bû. Ji bo em deynê xwe yê li hemberî vî rêhevalî bidin, em beşdarî çalakiya ku li ser navê hevrê Savaş Maraş hatiye destpêkirin, dibin. Ev ji bo me şansek mezin e.
DI ŞEXSÊ ME DE DÎROK Û NETEWEYEK BI SER DIJMIN DE DIÇE Û HESAB JÊ DIPIRSE
Em ê ji bo çalakiya şehîd Gelhat biçin, navê hevalê me şehîd Ciwan jî li wir hat dayîn. Em jî bi heval Ciwan re dijiyan. Ev çalakî xwedî gelek aliyan e. Em weke kesek tenê naçin vê çalakiyê. Di şexsê me de dîrokek li bi ser dijmin de dimeşe, miletek bi ser dijmin de dimeşe. Bi ser dijmin de dimeşe û hesab jê dipirse. Vî dijminî gelek êş bi gelê me û li milletê me da kişandin. Rêbertiya me niha di destê dijmin de dîl e. Dema em li dijî dijmin derdikevin, em bi vê hişmendî û vê baweriyê vê yekê dikin. Bi rastî em tolhildana dîrokê ne. Em bi vî ruhî û manewiyatê tevdigerin. Loma jî karê me giran e. Divê em erk û berpirsyariyên xwe di asta herî bilind de bi cih bînin ku; bi rastî em bibin deng û bersiv ji qîrîna dayikên Kurdistanê re. Divê em berdêla ronîkirin, avakirin û bersivdayîna pêşeroja zarokên vî gelî bidin.
DIJMİN WÊ BIZANE KU HATIN Û MAYÎNA LI VAN XAKAN NE HÊSAN E
Li vir em bi îradeyek bi biryar ji bo dijmin ji holê rakin li ser dijmin de diçin. Divê ev dijmin li wir bi rehetî nemîne. Hevalên me heta niha bi sedan derb li dijmin dane. Ev yek jî ji wan derbên ku divê were lêxistin e. Em ê wisa bikin ku ew dijmin li wir bişkê û gava careke din berê xwe bide rojavayê Zapê, wê bifikire û bizanibe ku hatin û mayîna li van axan ewqas ne hêsan e. Em ê bi vê biryar û ruhî li hemberî dijmin derkevin. Ev ji bo me xwerexnekirinek e. Li hemberî Rêbertiya me, gelê me, hevrêyên me û fermandarên ku em perwerde kirine, xwerexnekirina me ye. Em ê bi vê bawerî û helwestê xwerexnegiriyê erka xwe bidomînin.
Bi rastî jî di jiyana PKK’ê de gelek mijar hene. Tu çiqasî hin tiştan pênase bikî jî wateya wê nade. Ji ber ku me hemû wextê xwe ji xortaniya xwe heta niha di nav Partiyê de derbas kiriye. Her roj fikirîn e, her kêliyek afirandinek e, her deqe tije ye. Hûn wê giyanî heya hucreyên xwe hîs dikin. Wekî ku jê re Nirvana tê gotin, ew we digihîne Nirvanayê. Fikirandin, rawestin, rabûn, rûniştin, kirina kar, bişirîn, axaftin, ev hemû mirov ber bi Nirvanayê ve dibin. Tu niha xwe kêlî bi kêlî diafirînî, di her beşê vê jiyanê de diçî. Ji bo me PKK ev e, hevaltiya PKK’ê, ruhiyeta PKK’ê, ruhê PKK’ê ev e. Ev hevaltî, ev manewî me zindî dihêle. Ev bîrdozî, fikir, helwest, coş û hevaltiya xurt me li ser piyan dihêle. Ji ber ku em parçeyek ji Rêbertiyê ne. Rêbertî me wisa da afirandin ku; em dikarin her tiştî hîs bikin, ji tevgera pelekî bigire heya êşa mirov. Em dikarin xwe têxin cihê wî kesî û wek wî bifikirin. Ji ber vê yekê jî fikir, manewiyet û manewî roj bi roj berpirsiyariya mirovan zêdetir dike. Ji ber ku hûn tenê ji bo xwe gavan naavêjin, tenê ji bo xwe nameşin. Hûn ji bo miletekî dimeşin, hûn baweriya miletekî ne û gava ew milet rûyê xwe ji dijmin dizivirîne, pişta xwe dispêre te û bi te bawer e dibêje; ‘Gerîlayê me heye, ew ê hesab ji wan bipirse’. Em hêzeke fedaî yên ku hesab dipirsinin. Bi vê îrade, bi vê bawerî û bi vî ruhî em li dijî dijmin derdikevin da ku gelê me her tim serbilind be, têkoşîn û berxwedana xwe mezin bike. Em bi vê ruh û baweriyê bi ser dijmin de diçin. Bi rastî, gelek mijarên ku bêne gotin hene. Ez dikarim van bibêjim.
Di nava rêxistinê de hevrêyên jin hene ku karakterê me diyar dikin. Rêhevalên pir hêja hebûn ku ji bo me ked dane. Hevalên ciwan ên weke rêheval Berfîn ên ji bo me ked dane, me jî wan nas dikir û ji wan re moral digirt hebûn. Rêhevalên mîna heval Egîd, heval Şerda, heval Ronahî hebûn ku di jiyanê de ciwan bûn, lê xwedî dilên mezin bûn. Me jî bi wan re hevaltî kir. Me bi hevalên mîna şehîd Cîger re hevaltî kir. Em spasdarê wan in. Bi rastî jî ew bûn yên ku di gelek waran de moral dan me û me li ser piyan hiştin.
Bi rastî jî hevaltiya hevalên jin di nava PKK’ê de pir cuda ye. Mirov digihêje asteke wisa ku ji zihniyet û mêraniya xwe şerm dike. Fedekarî, manewiyat û ruhê hevalên jin dihêle ku mirov ji aliyên xwe yên kêm şerm bike. Bi rastî em ji bo vê tevgerê spasiya wan dikin. Em deyndarê hevaltiya ku bi me re kirin û nirxê ku dane me ne. Em ê deynê xwe di asta herî jor de bidin. Ji ber ku zihniyeta ku em tê de ava bûn, zihniyeteke feodal bû. Li herêma Serhadê hem aliyên erênî hem jî yên neyînî hene. Yên ku ji me re bûn alîkar ku aliyên neyînî ji holê rakin, rêhevalên me yên jin bûn. Em bi rastî spasdarê hevaltiya wan in. Her ku diçe em deyndarê hevalên Asya Gilîdax, Goksun û Dîdar in. Em ê bi barê li ser milê xwe, layiqî ken û helwestên wan bin.
Di heman demê de em deyndarê dîrokê ne jî. Weke malbat em malbata Huseyîn Paşa ne ku di dîroka Kurdistanê de xwedî cihekî û çandekê ne û em deyndarê dîrokê ne. Dema dijmin bi ser gelê me de hat, komkujî kir, neçarî koçberiyê kir û sirgûn kir. Piştre bi xiyanet û komployan gelek endamên malbata me şehîd kirin. Em deyndarê wan in jî. Em wek neviyên wan di salên 1925 û 1930î de; niha li hemberî dijminê ku di dîrokê de li dijî wan şer kirine, şer dikin. Em xwedî li bîranînên wan derdikevin. Ji bo hestiyên wan di goran de nerizin xwedî li bîranînên wan derdikevin. Haya me ji vê rol û mîsyonê heye.
Em weke heval Egîd, yanî heval Mahsum Korkmaz ji heman malbatê tên. Heval Egîd jixwe di ARGK’ê de bi fermandariya xwe tê naskirin, pêşengiya şerê gerîla kir. Di damarên me de heman xwîn digere. Lewma divê em jî layiqî heval Egîd bin. Ew jî endamê malbata me ye. Bi helwest û hevaltiya xwe ji aliyê leşkerî ve şoreşa neteweyekê afirand. Divê em jî bi vî ruhî û îradeyê têbikoşin.
Di heman demê de pismamên min heval Jêhat (Erhan Serhat) û Serxwebûn Jêhat (Sînan Serhat) jî weke endamên malbatê gihîştin şehadetê. Me jî derfet dît û bi heval Serxwebûn re hevaltî bikin. Bi rastî jî hevaltiya wî cuda bû, me jê moral digirt. Weke ku dibêjin cewher û ciwaniya gelê Serhedê yê bi rûmet û pak di kesayeta heval de hebû. Di kesayeta heval de dilsoziya bi çanda xwe re hebû. Dibe ku em demeke kurt bi hev re man, paşê heval şehîd ket, em deyndarê hevalin jî. Ya rastî di tevlîbûna me de rola diyarker a hevalê Jêhat bû. Dema gihîşt şehadetê, min biryar da ku ez beşdar bibim. Gelek caran ez diçûm ser gora wî û pê re dipeyivîm û niqaş dikir. Di biryara min a tevlîbûna rêxistin û tevgerê de diyarker bû. Ez deyndarê van hevalana me jî. Divê ez jî layiqî van hevalan bibim. Divê ez zêdetir rola xwe bilîzim û xwedî li peywira xwe derkevim.
Rêbertiya me ev demeke dirêj e di nava tecrîdê de ye. Di şexsê Rêbertî de li ser hemû gelê me tecrîd heye. Ji bo şikandina vê tecrîdê çi ji destê me tê em amade ne. Ji ber ku yê ku me afirandiye û em aniye vê rêjê Rêberê me ye. Em destên li ber Rêbertiya me radibin dişkînin. Em di vê bawerî û îradeya xwe de pir zelal in. Herî dawî me di şexsê heval Erdal û Rojhat de xencerek li dilê dijmin da. Em ê dîsa lê bidin. Heta ku tecrîda li ser Rêbertiyê rabe û azad bibe çi ji destê me bê em ê bikin. Ev bawerî, israr û biryardariya me heye. Em ê layiqî Rêbertiya xwe bin. Ji ber ku Rêberê me di şexsê xwe de pêşeroja miletekî guhert. Rêbertî gelên ku dagirkeran digotin ‘ev gel êdî nikare li ber xwe bide, ev gel tune ye, me ew di binê erdê de veşartin’ zindî kir. Bi avêtina tovekî li erdê ji nû ve afirand. Îro em berhem û encamên vê yekê dibînin. Zihniyeta ku li Rojava, li her çar parçeyan dibe encama vê guhertinê ye û di rastiya xwe de li hemû cîhanê belav dibe û ev di şexsê Rêbertî de tê dîtin. Rêbertî paradîgmayeke wisa çêkiriye ku hemû cîhan bi matmayî temaşe dike û dişopîne. Ji ber ku hemû cîhan, dewletên dagirker, hêzên emperyal fikirîn û hesab kirin ku ‘ev gel, ev netewe, gelên Rojhilata Navîn êdî nikarin bên cem hev’. Lê îro em dibînin ku Rêbertî hemû gelên Rojhilata Navîn anîne cem hev. Hemû jî bi ziman û çanda xwe têdikoşin. Her yek ji ya din ne zêde û ne bilintir e. Paradîgmaya gelan, paradîgmaya xweseriya demokratîk bi hemû dewlemendiyên xwe dijî. Di şexsê Rojava de tê dîtin. Ev bi saya Rëbertiyê pêk hatiye. Em jî şervan û fedayiyên Rêbertiyê ne. Em şopdarên heval Zîlan in. Rol û misyona me li ku be divê em di asta herî jor de bi cih bînin. Em bi vê bawerî û îradeya xwe li vir amade ne. Bila rêxistina me pişta xwe bide me û bi me bawer be. Em di vê îdîa û biryarê de ne.
Ji bilî tiştên ku ez ê bibêjim, ji hemû heval, hevalên xwe yên li qada şer û hevalên ku li çar aliyê cîhanê dixebitin re serkeftinê dixwazim.”