Rojnameya The Guardian, sedemên zêdebûna barana dijwar ên awarte ku herêm ‘di bin avê de hiştiye’ lêkolîn kir.
Li gorî rojnameyê, di hejmara bahoz û siklonan de zêdebûn nîne, ya ku diguhere mîqdara avê ye.
Sedemên xwezayî yên barana zêde ya îsal zivrandina li La Nina a li Pasîfîkê û dîpoleke neyînî ya li Okyanûsa Hindî ne.
Lê dema ev herdu zivrînên avhewayê, bi bandorên germbûna cîhanî re dibin yek, ev bi xwe re baranek zêde tîne.
Li gorî rapora Panela Guherîna Avhewayê ya di navbera Hikûmetan de (IPCC/GIEC) ya Asyayê, her ku germahî bilind dibe barana mûsonê li Başûr û Başûrê Rojhilatê Asyayê dê dijwartir bibe û rê li ber lehiyên zêde veke.
Zanyarê avhewayê yê Hindî Roxy Koll, dibêje ku bahoz niha bêtir av hildigirin û got, “Wêraniya rastîn êdî ne ji ber bayê dijwar tê, ji avê ye.”
Her ku atmosfer û okyanûs germ dibin, şilî jî zêde dibe. Ji ber vê yekê ye ku sîklonên nedijwar jî niha vediguherin baranên dijwar ku zirarên mezin bi xwe re tîne.
Rojname, her wiha diyar dike ku birîna daristanan li Endonezyayê şiyana axê ya ragirtina avê kêm dike û bandora baranan hîn wêrankertir dike.

