Şemî, 12 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ahmet Polad hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Heta ku civak nebe kirde û demokrasiya herêmî pêş nekeve çareserî ne pêkan e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Muzaffer Ayata: Em bi saya mîrateya Xeyriyan li ser piya man

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aydin: Di pêvajoyên aştiyê de şîn tê girtin, ev li her derê cîhanê wiha ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Em ê li pey şopa şehîdên xwe bimeşin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li navçeyên Amedê bîranînên girseyî: Şehîd namirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Têkoşîn Amed li ser gora xwe hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 24 şehîdan li Mexmûrê konê sersaxiyê hate vedan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li bajarên Serhedê şehîd têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Nebî Yavûz li Nisêbînê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Doza Rojda Yakişikli destpê dike: Gef hate xwarin, nehate parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di meha Tebaxê de herî kêm 22 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Mûradî sersaxî ji malbatên qurbaniyên Sine re xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Nîlûfer nîşaneya berdewamiya tundiya sîstematîk a li dijî jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamên Koordînasyonê ya Meclisa Jinan diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelîl Xemgîn: Divê Kurd bibin yek ji damezrînerên esasî yên Sûriyeya nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fûara Pêşengeha a Navneteweyî ya Kurdistanê li Sine destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê bi coş destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    NCDK-Swêd ji bo Festîvala Çand û Hunerê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Sernavên sereke yên rapora çareseriyê ya DEM Partiyê
Rojane

Sernavên sereke yên rapora çareseriyê ya DEM Partiyê

DEM Partî di rapora xwe ya 99 rûpelî de ya ku pêşkêşî Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya Meclisê kiriye, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd çarçoveyeke berfireh pêşkêş dike.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Kanûn 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Rapora ku ji şeş beşan pêk tê, hem paşxaneya dîrokî û hem jî çareseriyên siyasî, qanûnî û civakî pêşniyar dike.

PAŞXANEYA DÎROKÎ Û SIYASÎ

Di raporê de hat destnîşankirin ku avaniya dewleta Tirkiyeyê ya yekparêz û navendî, bi dûrkirina nasnameyên cuda, pirsgirêka Kurd kûr kiriye. Herwiha tê gotin ku pirsgirêk gihîştiye asteke herêmî ku ne tenê li Tirkiyeyê, di heman demê de rojeva tevahiya Rojhilata Navîn eleqedar dike.

DOMDARIYA PÊVAJOYA ŞER NE PÊKAN E

Di raporê de hat diyarkirin ku wêrankirina ji ber pêvajoya şer hatiye afirandin, êdî bêberdewam e û pirsgirêk ne tenê “meseleyeke ewlehiyê” ye, di heman demê de meseleyeke demokratîkbûnê ya siyasî, çandî, aborî û civakî ye.

AŞTIYA POZÎTÎF Û VEGUHERÎNA DEMOKRATÎK

Di raporê de hat tekezkirin ku aştî ne tenê bêdengiya çekan e; bi dad, piralîbûn, beşdariya demokratîk û yekbûna civakî dikare bê bidestxistin.

PARADÎGMAYEKE NÛ

Ji bo çareseriyê, divê ziman, siyaset û saziyên li ser bingeha “lihevhatin, nasîn û piralîbûnê” ji nû ve bên avakirin. Û serdana komîsyona parlamenê ji bo Îmraliyê, mîna xurtbûna vîna çareseriyê tê pênasekirin.

ROLA RÊBER APO YA DI PÊVAJOYÊ DE

Di raporê de hat gotin ku pêwîst e Rêber Apo, wekî yek ji aktorên sereke yên pêvajoya aştiyê, di şert û mercên azadtir de beşdarî pêvajoyê bibe. Her wiha hat pêşniyarkirin ku hevdîtinên rasterast ên Rêber Apo bi saziyên fermî, akademîsyen, STK û rojnamevanan re bên zagonîkirin.

DEMOKRATÎKBÛN Û REFORMÊN HIQÛQÎ

Ji bo çareseriya mayînde pakêtek hiqûqî û reformên berfireh hat pêşniyarkirin û wiha pê de çû:

• Zagona Entegrasyona Demokratîk

• Di TMK, TCK, CMK û Zagona Înfazê de reformên berfirehkirina azadiyan.

• Dawîlêanîna sepana qeyûman û berdana girtiyên nexweş.

• Pêkanîna biryarên AYM, DMME’yê û rakirina mexdûriyetên KHK’yan.

• Misogerkirina mafê perwerdehî û xizmetê ya bi zimanê zikmakî.

• Avakirina Komîsyona Têkoşîna li Dijî Cudakariyê li Meclisê û derxistina Zagoneke Civaka Sivîl a nû.”

PEYMANA CIVAKÎ Û JIYANA BI HEV RE

Di raporê de hat tekezkirin ku aştiya mayînde tenê bi lihevkirineke civakî ya nû ku hemû nasname li ser bingeha welatîbûna wekhev cih digirin, pêkan e û hat gotin ku aştî wê ji hev baweriyê xurt bike, cudakariyê kêm bike û jiyana hevpar saz bike.

AŞTÎ WÊ ARAMIYÊ BÎNE

Di raporê de aştî wê li TIrkiyeyê:

• Xerckirinên ewlehiyê kêm bike

• Wê pêşketina herêmî xurtir bike

• Wê çandinî, turîzm û hilberînê zindî bike

• Wê hêviya ciwanan a ji bo pêşerojê zêde bike.

Her wiha di raporê de hat destnîşankirin ku Tirkiyeyeke ku pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser dike, dê bibe modeleke demokratîk li Rojhilata Navîn û wê di îstîqrara herêmî de hêzê qezenc bike.

Rapor bi vê bangê bi dawî bû: “Banga me li hemû aktorên civakî û siyasî ew e ku xwedî li pêvajoya aştiyê derkevin. Ev pêvajo, mifteya avakirina sedsala duyemîn a Tirkiyeyê li ser bingeha azadî, demokrasî û welatîbûna wekhev, di bin sîwana Komara Demokratîk de ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Çiyayê Cûdiyê bi çekê dewletê komkujiya pezkoviyan pêk tê!
Nûçeya Pişt re Fezlekeyên destnedayînê yên Ozel û 7 parlamenteran pêşkêşî meclîsê hatin kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di bin sîwana HPC’ê de 3 tabûrên parastinê hatin avakirin

Meclisa Gel a bajaroka Girbawiyê ya Qamişloyê ragihand ku ji bo piştgiriya QSD’ê 3 tabûr…

Ji aliyê Stêrk TV

Malbatên êsîran daxwaza zarokên xwe kirin

Li bajarê Qamişloyê bi sedan kes ji malbatên êsîran û kesên winda daxwaza radestkirina zarokên…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Tirbespiyê ji bo şehîd Sîpan Sîdar merasîma bîranînê hate lidarxistin

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê ji bo gerîlayê HPG'ê Sîpan Sîdar (Sîpan Mihyedîn Hesen) li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Di şewata li Girtîgeha Kobanê de 9 kes mirin, 16 kes birîndar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ahmet Polad hate girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Heta ku civak nebe kirde û demokrasiya herêmî pêş nekeve çareserî ne pêkan e’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Muzaffer Ayata: Em bi saya mîrateya Xeyriyan li ser piya man

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?