Li gorî daxuyaniya rayedarên polîs, êrîş dawiya hefteyê li Plaja Bondi ku gelek turîst û melevan lê bûn, di dema pîrozbahiyên Hanuka de pêk hat. Qenala dewletê ya Awûstralyayê ABC ragihand ku yek ji êrîşkaran di nava miriyan de ye.
GELO YAHÛDÎ HATIN HEDEFGIRTIN?
Serokkomarê Îsraîlê Isaac Herzog êrîş weke “êrîşeke zalimane ya li dijî Yahûdiyan” pênase kir û bi rengekî tund şermezar kir û bang li Awûstralyayê kir ku têkoşîna li dijî antîsemîtîzmê xurt bike.
Lê belê rayedarên Awûstralyayî ragihandin ku îspateke ku êrîş bi fermî civaka Yahûdî hedef girtiye, nîne.
Polîsên Awûstralya diyar kirin ku piştî bûyerê 8 kes birin nexweşxaneyê.

