Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim li ser asta zanistî ya zanîngehê ji ANF’ê re axivî.
Di destpêkê de bi bîr xist ku Zanîngeha Kobanê sala 2017’an tenê bi 2 fakulteyên Ziman û Wêjeya Kurdî û Fîzîk, Kîmyayê dest bi hîndekariyê kir û got, “Piştî serketina berxwedana Kobanê û têkçûna DAÎŞ’ê, hewcehî bi wê yekê hate dîtin ku li Kobanê zanîngeh bê avakirin. Beriya wê di sala 2015’an de Zanîngeha Efrînê, di sala 2016’an de jî Zanîngeha Rojava hatibû vekirin. Lewma li Kobanê jî pêwîstî bi wê yekê hate dîtin ku ji aliyê akademîk ve perwerde bê destpêkirin ku ji refa 1’ê heta 12’an xwendekar karibin bixwînin. Ji ber vê di sala 2017’an de Zanîngeha Kobanê hate vekirin.”
Şervan Mislim anî ziman ku wan bi 32 xwendekaran dest bi perwerdeyê kirin û bi vî rengî qala rêbaza perwerdeyê ya zanîngehê kir: “Sîstema li zanîngeha Kobanê ji sîstemên zanîngehên din cuda bûn. Me gelek lêkolîn li ser asta cîhanê kir. Piştre jî me sîstema xwe ava kir. Pîvanên me hebûn. Me li gorî rewşa civakê beş ava kir. Me biryar da ku beşên Bijîşkî, Mamoste, Elektrîk, Kompûter û gelek beşên din vekir.”
Hevserokê Zanîngeha Kobanê ragihand ku wan bi 2 fakulteyan destpê kir, niha bi dehan fakulte vekirine û ji 32 xwendekaran niha gihîştine hezar û 600 xwendekarî.
Şervan Mislim anî ziman ku gelek xwendekarên wan jî derçûn û got, “Li fakulteyên me yên wêjeyê Kurdî, Erebî û Îngilîzî hene. Fakulteyên Xwezayî, Fîzîkî, Kîmya, Bîrkarî û Biyolojiyê hene. Fakulteya Perwerdehiyê, Mamostetiya Refê û Baxçeyê Zarokan tê de heye. Fakulteya Mafnasiyê, Fakulteyê Zanista Civakê di nava xwe de Sosyolojî, Jineolojî, Felsefe û Dîrokê dihewîne. Fakulteyên Zanistên Bijîşkî weke Hemşîretî, Laboratûwar, Beşa Bijîşkên lezgîn û Texdîr. Peymangeha Bilind a Ragihandinê. Beşa Teknîk, Kombuyter û Elektirîk heye. Peymangeha Jimaryariyê. Fakulteya Çandiniyê jî heye. Me ji 32 xwendekar destpê kir û em niha gihîştine hezar û 600 xwendekarî û gelek ji wan jî derçûn e. Ev xwendekarên ku ji zanîngeha me derdiçin, derbasî saziyên Rêveberiya Xweser dibin û di wir de li gorî beşên xwe dest bi karên xwe dikin. Em berê xwe didin dibistanan, nexweşxaneyê û heta em berê xwe didin nava saziyên civakê em rastî xwendekarên xwe tên, ew li gorî pisporiya xwe me pêşwazî dikin.”
Şervan Mislim bal kişand li ser têkiliya di navbera wan û zanîngehên cîhanî de û ev tişt got: “Êdî em sal bi sal beşên xwe zêde dikin. Li ser asta Sûriyeyê de jî gelek doktor û profesor ber li zanîngeha me hene. Êdî niha jî zanîngeha me li ser gavên têkiliyan li ser asta cîhanî de ye. Ev jî asta pêşxistina navê zanîngehê ye. Têkiliyên me bi gelek akademisyena re jî hebû û di beşa xwendina bilind ango Masterê de beş dane. Êdî em amadekariyên di beşa doktorayê de di beşa ziman û wêjeya Kurdî dikin. Me têkiliya xwe bi Enstîtuya Silêmaniyê re kiriye. Me bi zanîngeha Poloniyayê re jî têkiliyek danî, peyman îmze kir; ew jî gaveke gelekî mezin bû. Wê ew yek bihêle ku xwendekarên me ber bi Polonyayê re herin û wê xwendekarên wan jî werin, ew jî dibe wesîleya pêşketinê. Têkiliya me bi zanîngehên Başûrê Kurdistanê re jî hene û hêviya me ew e ku em bi hev re peymanan îmze bikim. Komxebatên me li ser asta zanîngehên Amerîkî, Polanî û Fîlîpînê re jî çêbûn. Ev jî tê wateya êdî asta xwendina me gelekî mezin bûye. Êdî ew ked û xebata me bi ser ketiye û vaye bawernameyên me bûye cihê destpêk û yê cihê naskirinê ye. Di heman demê de jî wê zanîngeha Kobanê ji bo pêşxistina aqilê çêkirî wê gelek kar û xebat jî li gorî asta akademîk û li gorî daxwaza civakê pêş bikeve.”

