Şaredariyên DEM Partiyê ku piştî hilbijartinên xwecihî karên ji bo jinan zêde kirin, li navçeyan bi saziyên jinan û midûriyetên jinan ên vekirine, ji bo pirsgirêkên jinan çareser bikin têdikoşin. Şaredarî ku li qadên çand, civakî, hiqûqî, tenduristî, aborî, psîkolojîk û tundiyê kar dike, kolan bi kolan digere û bi jinan re dicive.
Li gorî daneyên ku şaredariyan bi dest xistin, tenê li Amedê di nava sala 2025’an de 971 jinan bi hinceta ku tundî li wan hatiye kirin serî li navendên piştevaniya jinan ên şaredariyan dan. Di daneyan de tundiya psîkolojîk, tundiya aborî, tundiya fîzîkî di rêzên destpêkê de ne.
Navendên jinan ku di nava salekê de li tax, kolan û parkan xwe gihandin 8 hezar û 900 jinan, sala bê plan dike ku navendên nû yên piştevaniyê vekin û vê hejmarê zêdetir bikin.
Xebatkara Yekîneya Tundî û Têkoşînê ya Şaredariya Peyasê ya Amedê Ebrû Demîr anî ziman ku daneyên hatine bidestxistin normal nîne, lê belê ji rêzê têne nîşandan û mijarên zêdebûnat undiyê û karên li hemberî wê nirxand.
Ebrû Demîr diyar kir ku li tax, gund û parkan di çarçoveya kampanya “Gotina me neqediya ye, em ê bi hev re tundiyê bisekinînin” bi jinan re hatin gel û got, “Heta niha me xwe gihandin nêzî 8 hezar û 900 jinan. Ya rast, armanca bingehîn a kombûna me ya li hev vegotina tundiyê nîne; axaftina bi hev re ya li ser tecrûbeyên jinan e.”
Ebrû Demîr diyar kir ku di salên dawî de tundiya li hemberî jinan zêde bûye, ev yek di serlêdanan de bi şênberî tê dîtin û got, “Jinên ku serlêdanê dikin bi eşkere qala tundiya psîkolojîk, aboriyê dikin. Ev yek asteke girîng a hişyarbûYînê ye. Em jin ji rewşa cîranên xwe, taxa xwe, bajarê xwe çiqasî agahdar in? Em çiqasî dikarin vê tundiyê bişopînin? Bi giranî em li ser vê diaxivin.”
‘EM BI JINAN RE BIRYARÊN HEVPAR WERDIGIRIN’
Ebrû Demîr ragihand ku kar hemû li ser bingeha van kombûnan tê meşandin û got, “Nêzîkatiya me ew e ku em hevpar bibin, tecrûbeyên xwe parve bikin û mekanîzmayên piştgiriyê ji bo jinan ava bikin. Her wiha em li ser wê yekê diaxivin ku weke jin çawa dikarin piştgiriya hev bikin. Eger wê li herêmekê navendek bê vekirin, em bi jinên li wê taxê re dicivin û li ser karê bê kirin diaxivin. Mebesta me ji feraseta rêveberiya xwecihî ev e. Jin hêmana esasî ye, em hewl didin avaniyeke welê ava bikin ku pêwîstiyên xwe bi xwe diyar dikin.”
‘JI ALIYÊ AFIRANDINA DERFETÊN KAR VE XEBATA ME YA DESTPÊKÊ KOOPERATÎFBÛYÎN E’
Ebrû Demîr diyar kir ku di navbera mehên Çile û Mijdarê yên sala 2025’an de 117 jinan di çarçoveya têkoşîna li dijî tundiyê de serî li navendên li Amedê dan û got, serlêdan bi giranî ji ber tundiya aborî, fîzîkî û psîkolojîk bûn.
Ebrû Demîr destnîşan kir ku daxwaza bingehîn xwegihandina edaletê bû û mijarên cihêbûn, welayet, parvekirina mal û ewlehiya jiyanê li pêş bûn.
Demîr her wiha bal kişand ser zêdebûna xizaniya jinan û diyar kir ku ew hewl didin di bin sîwana Şaredariya Peyasê de komên hilberînê ava bikin û got, “Bi rêya kursan em hewl didin berê jinan bidin hilberîna hevpar, modelên hilberîn û parvekirinê ava bikin. Karê me yê destpêkê jî kooperatîfbûn e.” Demîr diyar kir ku têkoşîna li dijî tundiyê ji xurtbûna aboriyê û perwerdeyê cuda nikare bê dîtin.

